Amedekar Bargiran
Kekê dela Ehmed û hevala Zîlan, îro 05/03-2003 a ye.
Îro dîsa em ber ezman bûn, li ber Xwedê gerin ku serdana parêzeran bi serok Öcalan re
pêk bê. Lê nebû, li vî hefteyî jî hêviya me diqirka
me da ma.
Dîsa gurên har rûyê xwe yî how û har bi me da
xuyakirine. Dîsa ne yar li ser karên xwe yî bi qirêj
bûn. Îro dîsa wek berê rewşa hawayê bû astenga
malbat û parêzgerên serokê milletê Kurd Öcalan.
Tecrît kete hefteyê 14 an.
*** Kekê delal Ehmed; Li Başûr milletê Kurd li ser pîya yê. Bi sed hezaran li dijî Tirkiyê
xwepêşandin pêk tînin. Alên Tirka tên şewitandin. Dibêjin;«Em ê pêçiya xwe di çavê
wan re rakin ». Belê îro dîsa nîşan da ku yekbûna Kurda wek nan û av bi hev lazime.
Li Tirkiyê û li Amerîka peyman bi dizî û eşkerê çêdibin.
6/03-2003: Ser dozger duh soz dabû parêzger û malbata serokê, hûn dikarin sibê herin
Îmraliyê. Lê îro jî wek duh gotin. Malesef rewşa hawa.
*Medya: Kerkûk Kurdistan:
Samî Evdilrehman îro careka din pişt rast kir ku Kurd dê bi hemû îmkanên xwe li dijî
Tirkiyayê bisekinin û ê li dijî Tirkiyê bikoşin/micedale bidin
hetanî ku yek ji me sax dimîne bidin. Eger ku şer di navbera
Kurd û Tirkan de çêbibe, hîngê koalisyona li dijî Îraqê jî
têkbiçe. Em destûr nadin ku Tirkiyê bi serê xwe bê Başûr. Em
niyeta Tirkiyê baş dizanin. Daxwaza wan bên herêmê hemû
avahî û saziyên ku me xwîna xwe çêkirî xira bikin.
Ji min bawer bikin, eger em mecbûr bibin di navbera mirin û dagirbûne de bijartineke
bikin, emê mirine bibêjerin.
*Medya CNN Turk 07/03-2003. Serokwezîrê herêma Soran Behrem Salih, îro ji bo
hevdîtinan hat Tirkiye.
-Birêz Berhem Salih, di navbera me da çi bû, Kurdên Başûr
serî li dijî me helnan/rakirin?
himmmm
-Li gor peymanên ku me bi Tirkiyê re çêkirî, divê 2 û 3 hezar
eskerên we bihatana Başûr. Hatina wan jî ji bo alîkariya însanî bû.
Lê ne wiha bû!
Lê Tirkiyê behasa deh û bist hezar esker dike.
Hûn dibêjin, em herin pêşmerga bêçek bikin û Tirkmena bi çek bikin.
Ma ne wihaye?
Me soz dabû hev, hertişt di bin qontrola me da bibe.
Birêz Mehemed Alî, tu dizanî niha dewleteka me heye. Em vê dewlete îdarê dikin. Bê
me qet ti tişt nabe.
-Pekî çima ala me hat şewitandine?
-Ew ne tiştekî bi dest me ye. Bi sed hezaran kesî nerazîbûna xwe da xuyakirine.
Lê em wê bûyarê şermezar dikin.
-Pekî birêz Berzanî jî di wê baweryê daye?
-Elbet.
*** KDP e îro îlanek daye rojnama Washington Post wiha nivîsiyê:
Em gazî rayagehştiya Amerîka û dinyayê dikin û dibêjin, eger ordiya/leşkerên Tirkiyê
bên di Başûr kevin, ji bo me bibe feleketeka mezine.
Em hêzên Amerîka wek me biparêzin dibînin û hêzên Tirkiyê wek dagerker dibînin.
Hatina Tirkiyê ne ji xêra me raye. Ew dixwazin bên ew avahî û saziyên ku me di 12
salan de qezenç kirî xirab bikin û ji dewleta federe re bibin astng. Tirkiyê rayagehştiya
cîhanê dixapîne û dibêje, em ji bo alîkariya însanî diçen.
Eger Tirkiyê welatê me dagir bike, cîranên me Tirkiyê wek dewleteka dagirker bê
hesibandine.
KDP e di îlana xwe de gazî kongra û rêvebiriya Amerîka dike û
dibêje; em ji rêvebirya Amerîka garantiyê dixwazin ku Tirkiyê
li ser me qetliyama çêneke.
Va demeka dûr û dirêje ku Kurd di bin zor û zilmê cîranê xwe dane. Ne tenê cîranên
Kurda, rêvebirên Amerîka jî gelek cara ew rakirin ser piya û pişt
re ew xapandin, dan desthilatdariya Îraqê û şahê Îranê.
Îro em Kurda wek qulingên ku tûnela reş re difirin dibînin. Eger
vê carê jî Kurd bibin qurbanên berjevendiyê Saddam Huseyin û
George Bush, dinya vê rewşê şermezar bike. Va çend heftenê ku Tirkiyê pesteka mezin
dide ser rêvebiya Amerîka ku ordiya xwe di Başûr keve. Herkes dizane ku çima Tirkiyê
dixwaze ku here di Başûr keve. Eger tiştekî wiha bibe, ji bo Kurda ser êşeka mezina
çêbibe.
Tirkiyê va 80 salê bi her cureyî pest û tundiyê li ser Kurda dike, ev polîtîqa Tirkiyê
millîye. (kemalizme)
Gava dewleta Osmaniya belev bû, gelek gelên di nava Osmanîya da mafê dewlet bûna
xwe standin û bûn dewlet.
25 milyon Kurd di navbera 4 dewletan da hat parva kirine.
Ji wan herdû dewletan Ermeniya ji piştî şerê cîhaneyî yekem statuya dewlet bûna xwe
bi dest xwe xist.
Bi taybetî Kurd van salên dawî ji aliya cîranên xwe ve gelek tedayî û zulm dîtin. Ji wan
dewletan yên herî rûreşî û bextreşî li Kurda kirî rejima Bexdayê û Ankerê bû.
Îro jî li ser Kurda listik çêdibin. Kurd ji Amerîka bigumanin ku ew listikên ku li salên
1970 -1990 çêbûyî dîsa bên serê wan.
Daxwazen Kurda ne gelek in, bi tenê dixwazin bibin xwedî dewleteka federe. Cîranên
Kurda ji vê daxwaza Kurda bêzar û aciz dibine.
Belê, Îro heyştê Adar e
Îro Kurdistan bi deng û rengê jinan ji xew hişyar bûn, Amed bi rengê jina xemilî yê. Îro
dengê dayikan û dengê bûkan li her dera cîhanê hebû. Lê ew denga li Amedê û Wan,
Çolemêrg, Batman hê bi berz bû. Îro ji her bajarên Kurdisatnê jin rêwiyê Gemlik- Bursa
ye bûn. Armanca wan ku ji serokê xwe gulên kesk û sor û zer bişînin. Lê dîsa wek berê
polîs ew nekirin bajarê ku serokê wan lê esîr hatî girtine. Lê wan dîsa jî kewokên aşitiyê
ji serokê xwe re şandin.
Serokê wan ji bo wan wiha digot; «Ew pêşeroja me ne. Bi qasî ku min pişta xwe bi wan
girêdayî min bi mêra girê neda. Jina tu îxanet di nava rêxistinê da nekirin»
Kekê Ehmed, îro li Stanbolê li taxa Bostanciyê stranên te hatin gotin. Dost û hevalên te
li vê şahîyê amede bûn. Albuma ta bi navê DINLE BENÎ SEVGILÎ ÜLKEM ku hevalên
te amede kirî xelata herî mezin wergirt. Lê dîsa wek berê dijmin û neyarên te bi dev û
derlingê xwe ketin.
**MEDYA Kurdistan-Kerkûk:
Mesût Berzanî îro daxuyaniyek da çepemeniyê û wiha got;
”YÊN KU BIXWAZIN ÇEKÊN ME JI ME BISTÎNIN, DIVÊ EW ÇEKÊN ME JI
SER LAŞÊ ME HELNIN”. Em niyet û armancên Tirkiyê baş dizanin. Ew ji Osmaniya
da dagirker û talanker in. Em ji bo wê sebeb çi dibe bila ma bibe, em Tirkan naxwazin
li ser axa xwe bibînin.
Amerîka piştî dawî bûna desthiladariya Sedam Huseyin, sozên cuda cuda him dabû
Kurda û him jî dabû rêvebirên Tirkiyê.
Wekî nûçyên ku dighêjin dest me, Amerîka çekên pir mezin û giran li pêşmergan belav
kirine û ew bi çekkirine.
20 hezar pêşmergên ku ji aliyê Amerîka ve çûyî Amerîka û li wir perwerda eskerî bûyî,
ew jî di binşevê û bi dizî hêdî hêdî derbasî Başûr dibine.
Amerîka pesteka mezin û tehdît/çavsoriyên mezin li Tirkiyê dike, eger hûn alîkariya me
nekin, ew tiştê ku hûn jê ditirsin bê serê we.(dewleteka Kurd dibêje)
Duh Grossman jî bi vekirî got; ”Eger hûn wiha bêdilî hereket bikin, piştî dawî bûna
desthiladariya Saddam hûn nikarin teva vê pêvajoyê bibin. Hûn nikarin li herêmê bibin
xwedî soz.”
*** *Medya 10/03: Mesût Berzanî; ”Ez ji Xwedeyê xwe dixwazim, inşallah careka
din dîsa Kurd nayên ber girîkirine”.
*DAILY STAR
Li wan rojan Tirkiyê xwe bi nirxeka mezin bazar dike. Heta serokê Amerîka bi nûnerên
Tirkiyê re gotibû, ”Ez bazarvanekî hespayî baş im”. Tirkiyê dixwaze ji Amerîka
alîkariya eskerî û maddî werbigire. Eger Tirkiyê tezkera duemîn di meclîsê re derbas
bike, dikare ku ji Amerîka 30 milyar dolar û 6 milyon dolar jî hîba bigire.
Lê vê ji bîrnekin, Kurdê dîsa bên firotine. Dîsa dinyaya li Kurda bibe temaşevan.
Zîlan îro 12/03-2003 a ye.
Îro doza birêz Öcalan ku ji aliyê parêzerên wî ve serî DMME dayî eşkere bibe. Îro
çarşemba reş e. Îro dîsa wek berê parêzer û malbata birêz Öcalan ketin rê û hatin Gemlik-
Bursa yê. Lê dîsa tirs di dilê wan de hebû ku serokê
xwe nebînin an naçin Îmraliyê. Yan jî wan a wek berê
wan li keştiya sîwarbikin û li nîvê behrê vegerinin.
Bêjin, em nikarin herin Îmraliyê. Wan gelek cara va
rûreşiya li wan kiribû.
*** Îro tam 14 heftenê ku serok Öcalan ji dinya yê hatiye tecrît kirine. Tu li rastiyê
geriyî ne tene 14 heftenê. Va 4 salin ku serok Öcalan di bin tecrîteka mezin daye.
Lê ciwan û jinên Kurd wan 105 rojan neketin hûndirê malên xwe.
Li bin berf û sermayê bûn. Li herderên Kurdisatnê di çalakiyan da bûn. Serokê xwe bi
tenê cîhnehîştibûn. Em ji wî gelî qehreman re spas dikin.
Lê vê carê parêz û malbata wî Öcalan re hevdîtin pêk anîn.
*Nûçeya Flaşşş Seat: 10:30 Tirkiyê li doza birêz Öcalan, li sê xalan suçdar hat dîtine.
*** Kekê delal, her roj bi dehan tang û top û mitaryalozên Roma reş derbasî herêma
Başûr dibin. Îro dîsa yekitiya gelê Kurd wek hawa û av bi wan pêwist ê.
Îro dîsa dijminên Kurda li hev civiyane, eceba em ê çawa ew avahî û saziyên Kurda ku
li Başûr bi xwîna xwe ava kirî serûbin bikin. Em ê çawa birê bi birê bidin kuştin. Emê
çawa hêza Kurda qels bikin.
Mînakên wiha di dîroka me de gelek in.
Ez bi kurtayî ji we re behsa wan bikim.
Şahê Îranê ji bo ku alîkariya pirsa Şatullarab ji Amerîka werbigire. Piştgirî da Kurda.
Lê demek kete navber û mêzekirin ku Kurd berva azadî û
serxwebûna xwe gavên mezin davêjine û dest ji piştgirîya Kurda
birî. Rejima BAAS ji bo berjevendiyên xwe bi Tirkiyê re
dijminatiya xwe li hember Kurda hê jî tûj kir. Vê carê jî di
navbera Îran û Îraqê de şer dest pêkir. Şerê navbera Îran û Îraqê 8 sala ajot. KDP e ya
Îranê jî piştgiriya xwe lojistik ji Sedam Hiseyin birî.
Gava ku Îran bi Îraqê ve li hev hatin û di navbera hev de peyman çêkirin û herdû aliya
vê carê berê çekên xwe berva Kurda kirin û bi çekên kimyasal êrîşa ser Helepçê kirin û
5500 kes di rojekê de qetil kirin.
Di vê anfallê de 200 hezar kurdên bêzar û ziman li çiyan perîşan bûn û 170 hezar jî rê
şehid ketin.
Li Kurdistana başûra di bin sîwana PKK e de şerê azadî û serxwebûneyî dijwarî 15 salan
dewamkir.
Îro Tirkiyê jî wek rovî ye birçî, ew pevçûna di navbera Îraq û Amerîka da kar dihesîbîne
û dixwazine bên Kurdistana başûra dagir bikin.
*** Kekê delal, kalê hêja Feqî Huseyin Saxniç çû ser dilovaniya xwe. Feqî Huseyin
Saxniç kalekî 80 salî temenê xwe li ser edebiyata kurdî û pirsa Kurdistanê derbas kiriye.
Wî di dû xwe gelek berhemên hêja hîştin. Em ji wî re spasiyên
xwe dikin.
Kalê hêja Feqî Huseyin Saxniç, îro 13/03-2003 a ye.
Kekê delal, agir bi derdawê Tirkiyê ketiyê. Dibêjin; Ewrûpa dîsa rûyê xwe yî reş bi me
da xuyandine. Ew terorîstan di hembeza xwe da bi xwedî dikin.
Duh PKK e gulê berdidan ser şehîdên me û îro jî Ewrûpa bi vê dozê şehîdên me di gorê
de aciz kirin.
***Nûçeyeka flaş flaşşşşşş: Serokê Dadigeha qanuna bingehî Mistefa Bumîn (anayasa
Mahkemesî) seat 11:00 Dadigeha qanuna bingehî, îro biryaraka
ku ji aliyê hemû havalên me va hatî pejirandine, ez ji rayagehştî
re didim ragîhandine.
Me biryargirt ku partiya HADEP e bê girtin, û 46 endamên wê
jî ji siyaset û polîtîqê 5 sala bên qedexekirine.
-Birêz Mistefa Bumîn, ew biryara we ji bo ku dadigeha Ewrûpa doza Öcalan îtraz kiriye
da, an zatên ev di rojeva we da bû?
-Na ti têkiliya xwe bi dadigeha Ewrûpa nîne. Zatên di rojeva me
da bû. Heval bi salane ku li ser dixebitine û lêkolîna çêdikine.
Ev tiştekî tesadûfî bûyê.
Kekê delal elbet ev biryara ku Roma reş dayî biryareka siyasî ye.
*Seat 11:42 nûçeyeka din a flaşa. Serdozgerê qanuna bingehî Sabih Kanaatoğlu li dijî
DEHAP e jî doz vekir.
-Birêz Sabih Kanaatoğlu çima we herdû partî jî di rojekê da, we yek girt û yekê jî doz
lê vekir?
-Efendim, wan herdû partiyan têkiliyên xwe bi PKK-KADEK e re hene.
Kekê delal, îro parêzgerên birêz Öcalan bi malbata wî ve piştî 14 heftan hevdîtin li
Îmraliyê pêk anîn.
**HADEP li sala 1994 an ava bû û hetanî roja ma îro gelek şehîd dan.
Muhsîn Melîk 2 hezîranê 1994, Mehmet Ayyıldız, Salih Sabuhtekin, Rebih Çabûk, Sefer
Carf, Mehmet Sağmaz,Saît Macîr, M. Zekî Aldığ, Vasfî Çetin, Mehmet Latifecî, Rûstem
Akar, Hûseyin Koku, Îzzetîn Görnî, Mustafa Öztürk, Mehmet Kaya, Hulusî Kul, Nûrî
Yiğit, Kenan Mak, Umut Cîhan Tarho, Bilal Vural, Hakim Atîk, Hamît Çakir, Metin
Yurtsever, Serdar Taniş(wendakirin), Ebubkir Deniz(wendakirin) Zeynel Durmuş. Bi
xwîna wan egîd û mêrxwazan partî li ser piyên xwe sekinî.
**NTV: Serokwezir Abdullah Gül ji Mesût Berzanî re namek şand û di nama xwe de
Mesût û rêvêbirên Mesût Berzanî gazî li Mesût Berzanî kiriye em di gelhev kar bikin ji
hevdu agahiyan bigirin û di nava kordînasyoneke de bi hev re kar bikin.
* Medya 14/04:
DYA: Girtina HADEP û DEHAP e kar û pirsa Tirkiyê nav xwe ye.
*Serokwezîr Abdullah Gül: Tirkiyê dixwaze bi Kurdên Başûr ra têkiliyên xwe baş û
pêş ve bibe. Bi vê vesîlê serokwezîr bi eşîrêtên Başûr
BRADOSTÎ yan re hevdîtin pêk anîn. Ew wekî komara xwe
dikin, gava ku dikevin tengasiyê dibêzin cem eşîretên me.
Atatürk jî birek eşîret da dû xwe çû Lozanê û got; ew jî Kurdê
me ne. Ew naxwazine ku ji me veqetin.
**Amerîka Tirkiyê hişyar kir û got; bi serê xwe li başûra Îraqê
hereket nekin.
**Biryara DMME yê baş e, lê têra vê dozê giran nake. Di biryar dana dozê de gelek
kêmasî hene. Rola welatên ku di qomployê da cî girtî zelal nebûye û nekirine. Ez wê li
dijî huquqê dinirxînim. Li serdana xwe mehkema bilnd, bala wan bikşînin ser van xalna.
DMME bi tenê Tirkiyê ji sê xalan suçdar dîtiyê. Ew jî ji Ewrûpa re şerme.
The New York Times Nicholas D. Kristof:
Li nûçeyên ku ji herêmê tên jî me rast dikine, qamyon, tanq û top gumbir gumber di çiya
û deştên Kurda re malzemeyê şer derbasî başûra Îraqê dikine.
Lê em ji dawiya wî şerî wek kabus ditirsin ku Tirk-Kurd- Amerîkî ji bo petrol bi pistê
hev kevin, bi hev re şer bikin. Yanî herêma Musul û Kerkûkê bibe cîyê şer. Zatên
daxwaza Amerîka herî mezin bê herêmê petrol û herêma rojava di bin qontrola xwe ke.
Ilter Turkmên pisporê Tirkiyê bi min re wiha dibêje: Eger Kurd berva herêma Musul û
Kerkûkê herin an bixwazin petrol di bin qontrola xwe kin. Vê carê jî Tirkiyê di herêmê
keve, êdî ti hêz Tirkiyê nadin sekinandine/rawestandine.
Min ji mirovekî Îraqê yî ku li sukê kestana difroşê şer pirskir û
bi min re wiha got; «Serê mar Kurd in. Kurd hertim li nav me
îxtilaf û îxanetê dertêxînin. Vê carê em ê herin derseka baş
bidin wan. Ka mirov çawa medenî dibe û bi me re di nav aşitîyê
de dijîn».
Mixabin, em Ewrûpî çi dikin di nava van qir û ciranda, bi Tirkan(roviyan) re alîkariyê
dikin ku ma herin mirîşkên Kurd hinka bixwin û hinekan jî wetisînin.
(Tirk wek rovî nîşandane, Kurd jî wek mirîşk nişandane nivîskar)
Medya 15/03 Serokê PKK e birêz Abdullah Öcalan:
EZ JI RASTIYÊ DERBAS NABIM(vazgeçmem)
”Tiştê ku min pê baweriya xwe anî, yanî rastiyê me çi bûn, min
ew kirin ortê. Dinya rabe ser piyan jî/bê ser min jî, min ji
rastiyên min bi dûr nexinîne. Dîroka min rojekê rast
bike.(gerçek kahramanlik Özgürlüktê derinleşmedir)
Qeheremaniya rast di nava kuraya azadiyê de veşartiyê.
Helwesta mina di balafirê da çi bû, îro jî ew e. Eger ew mirovên di nava dewletê da bi
siyasetê mijûl dibin, ez baş fahm bikirama, va pêvajoya wiha nedidomî”.
Ji bo şerê Îraq û Tirkiyê jî birêz Öcalan wiha dibêje; ”Ne çizixa Amerîka û ne jî çizixa
Saddam Huseyin.
Li Îraqê ne polîtîqaka ku Amerîka li herêmê dimeşîne digire û ne jî ya Saddam Huseyin
digire.
Eger pirsa Kurdî bi rêbazî/yöntemen nijad perest bêçareserkirine, di navbera Kurd û
Tirka da şerê sed salî biajo/bidome Sed salî pirsa Kurdî çareser nabe. herdû alî jî yê jê
pir zerarê bibînin.
Van gotinên ku ez îro dibêjim min çar û pênc salan di ber wê jî gotibûn. Lê kesî ez
guhdar nekirim”.
*LAS VEGAS SUN: Biryara DMME ji bo Öcalan hatî dayine ne adîl bû û ya din jî li
dadigeheka ne ya sivil hatibû darizandine. Li dadigehê nûnerekî
esker jî hebû. Ew tecrîta Öcalana ku bi mehan li ser Öcalan jî tê
kirine, bandora xwe li DMME hebû.
*THE GUARDIAN: DMME duh doza serokê Kurdayî serhildayî/îsyancî bi dawî kir.
DMME Tirkiyê li sê xalan suçdar dît. Li dema darizandine jî ji
mafê Öcalanî însanî re rêz/saygı negiriye.
Bi vê biryara DMME Tirkiyê li qada navnetewî rûreş û bextreş
kir û şexsiyeta Tirkiyê biçûk kir.
DMME baweriya xwe bi dadigeha Tirkiyê neanî. Lê gava ku ew nûça gehştê Tirkiyê
Tirkiyê bêzar û gelek li DMME qahrî. Ji ber ku serokê PKK e birêz Öcalan dijmine
Tirkiyê yî serekê bû.
*ALMANYA DIE WALT: DMME Tirkiyê li gelek xalan suçdar dît. Eger Tirkiyê doza
Öcalan dubbare bike, ti tiştî ku bêguherandine nîne. Yê aynî cezayî dîsa bibîne.
Îro dîsa gelê Kurd bi fikar û tirs in. Îro dîsa gelê Kurd çevê xwe li deriyê derva yê. Eceba
vê carê jî Sedam Hiseyinli ser me çekên kimyasal bi kar bîne an
na?
Elbet tirsa wan li cîyê. Ne careke, bi deh caran li ser Kurda
rûreşî û bextreşiyên wiha pêk hatin.
Cara ewil li sala 1987 an li 15 nîsanê li gundê Şeyh Wessan bi kar anî û 250 kesî sivîl
Kuştin/mir.
Lê Sedam Huseyin ji qirkirina Kurda têr nebû. Vê carê jî di navbera 15 nîsan 25 nîsan
bi balafirên 77 êrîşa ser gundên Kurda kirin û bi ser wan da qaz barand.
Di sal 1988 an da Helepçê weran kirin. Bi sedan bombe bi ser Helepçê barandin û 5500
kes kuştin. Mirovekî pîsporî ku ji çekên kimyasal fêm dike wiha dibêje; «Eger ku baran
bi ser Helepçê da nebariya mirî û wendayî bi dehqatan zêde bibûyana. Ew xam maddeyê
qazên kimyasal 7 fîrmên Tirkyê bi xwe anîn ber lingê rejima Sedam».
Li 25 tebaxê vê carê jî Saddam bi çekên kimyasal êrîşa ser Dîhok û Nînova ye kir. Ji ber
vê enfala Kurda dîsa malên xwe di xwe hîştin û hatin li sînorê Tirkiyê civiyan û pêrîşan
bûn. 56Îro dîsa ewrên reş û tarî xwe di ser gelê Kurd re ragirtine.
Îro dîsa şer li deriyê Kurda ye.
Îro dîsa Kurdê ku bibin qurbana siyaseta Georgê Bush û Saddam Huseyin.
Îro qetliyama Helepçê hatiyê bîra mirovatiyê. Nizanim ew ê 15 sala di ber wê li kê derê
bûn. Duh dengê Kurdya belangaz nedihat bîstin û ne dihat guhê
wan. Edeta hemûya guhên xwe pembo kirebûn, kerr bibûn û
kurbibûn. Îro Amerîka û Înglîz Sedam Huseyin bi qetliyama
Helepçê suçdar dikine.
*16/03 Amerîka George Bush: «Eger Tirk di Başûra Îraqê kevin, em ê li hember
Tirkiyê bisekinin(şerbikin). Ketina Tirka wê herêmê hê bêîstikrar bike».
General Richer Myers: Di axaftina xwa ku li meclîsa Amerîka kirî, dest nîşan kir û
got;«Em destûr nadin ku ji xeynî me ti hêzên din di başûra Îraqê kevin».
17/03 Powell wezîrê dervayî Amerîka: ”Em naxwazin ji xeynî me ti hêzên din di
başûra Îraqê kevin”.
Kalê hêjaFeqî Huseyin Saxniç û Zîlan, îro 18/03-2003 a ye.
Mam Celal û Nêçîrvan Berzanî du rojin li Tirkiyê ne. Ji civîneke dibêzine civîneka
din, ji televizyonekî dibezine televizyonekî din. Lê îro Tirka li
mêvanê xwe Mam Celal dan. Gava ku mam Celal hat wezarata
dervaya Tirkiyê birek mirovê nijadperest xwe dabûn ber
avahiya wezarat ê, gava ku çava wan bi Nêçîrvan ket wan
Nêçîrvan Berzanî nasnekirin û Mam Celal nas kirin. Ji ber ku Mam Celal mêvanê wan
her hefteyî bû. Hemû ya bi hev re êrîşa ser Mam Celal kirin û bi zorê ji destê meşvana
xelas kirin.
We çima ala me şewitand?
Tirk û Kurd birayê hevin pêşmêrgê qeleş in(rûreş in)
Bi xaînan re hevdîtina pêk nînin. Xaîna bavêjin deva, diqiryan.
Elbet mafê Kurda û Îraqiyan heye ku li hember hêzên Amerîka û Tirkiyê îtrazên xwe
bikin. Lê Kurd, Ereb, Tirkmên, Asurî û Keldanî vê baş dizanin ku eskerên Tirkiyê ne
wek xelaskar/kurtarici bên herêmê. Daxwaza wan ku bên herêma me hertiştî bê îstikrar
û serûbin bikin.
Hîngê ne pêwîstê ku Tirk bi deh hezar esker bên Başûr dagir bikin. Wekî ku Tirkiyê
dibêje, Kurdê Tirkmêna bikujin an dikujin, ewlekariya Tirkmênan ji me tê pirsandine.
Li herêmê dewleteka Kurd ava bibe û Kurd Musul û Kerkûkê dagir bikine. Bi baweriya
min, eger tu dewleteka Kurda hazir bi dest Kurda dî jî ew wê dewlete qabul nakin. Tabîkî
Tirkiyê vê hê baş dizane, ev tiştên ku min li jor nivîsandî û Tirkiyê didin tirsandine,
derewên pir mezinin.
Eger Kurd dewleteka serbixwe li herêmê îlan bikin, ewil Ereb, Tirk, Îran û Suryê
mudaxelê bikin.
Em vê pêşîn bibêjin. Di navbera Kurd û Tirkmênan da qet ti tengasî û pirsên mezin
tunen. Li Kurdistana Îraqê Tirkmenan hemû mafên xwe siyasî û sosyal û perwerdeyî
hene.
Mademkî Tirkmên di bin zor û zulma Kurda dane, hetanî roja ma îro Tirkiyê li kê derê
bû?.
Tirkiyê pirsa li serî Tirkmênan dertêxîne.
Eger eskerên Tirkiyê di Başûr kevin ê vê carê jî serî li qomplo û provaksyonan xînin û
bibêjin, Kurd Tirkmênan dikûjine û ji bo ku xwe li herêmê bi cî bikin û bi cî bûna xwe
jî meşrû bikin. Îsîxbarata Tirkiyê ji bo qomplo û provakasyonan û revandina, ji bo
çalakiyên wiha yê bi qirêj pispor in/ekspert in.
Bi kurtayî eger eskerên Tirkiyê di herêmê kevin, herêma bibe cehnem e.
Ma Tirkiyê tehlûka û xetara xwe li dervayî sînoran neger in.
Ma mafên 12 milyon Kurdê nav xwe bide û bi wan re wek însanan hereket bikin û ma
wan nedin ber kêr û xençera. Em dîroka Tirkiyê baş nasikin û ku li Ereba û li cîranên
xwe çi rûreşî û qetliyam kirin.
Gotineka me Kurda heye û dibêjin, “çiya radibin lê xû ranabin”. Yan jî dibêjin, “mar
çermê xwe diguher, lê qerektera xwe naguhere” 70 salê
dijminatiya Tirka, Ereba, Farisa li dijî Kurda bi dawî nebû. Îro
dîsa Roma reş rûyê xwe reş bi me da xuya kirine û parêzerên
birêz Öcalan nikarin ku herin serdana wî. Sebeb! Wek her car, rewşa hawa ye kirin
asteng. (Foto parêzerên Ocalan nikarin hevdîtina pêk bînin)
*** Kekê delal Ehmed, ji şerê Îraqê re seat mane. Gelê başûr wek sala 1991 an dîsa
gund û bajarên xwe vala kirine û bi çol û baniyan da direvin. Tirsa wan heye, eceba
Saddam Huseyin dîsa rûreşiya wek sala 1988 û 1991 an li me kirî, îro jî bike!!.
Rewşa awertê li hermê hat îlan kirine.
Medya 19/03 Haber Turk: Mesût Berzanî îro dîsa gotinên xwe dubare kirin û got; ”Em
naxwazin ku eskerên Tirkiyê bên Başûr. Hatina eskerên Tirk rewşa ku em tê re derbas
dibin, hê jî dijwartir bike”.
-Ger eskerên Tirkiyê bên herêma we hûn ê li hember eskerên me şer bikin an na?
-Ez niha tiştekî nabêjim. Hatina wan me gelek aciz bike. Yanî gelê me tiştekî wiha
naxwaze.
-Birêz Mesût; eger eskerên me di bin qontrola hêzên Amerîkî û Înglîzî de hereket bikin.
Hûn ji bo vê çi dibêjine?
-Em hatina eskerên Tirkiyê qet ti caran tesvîb nakin.
*CNN TURK NÊÇÎRVAN BERZANÎ û CELAL TELABANÎ 20:05
Şehîdên delal Ehmed, sibê Newroz e. Li ser Kurda dîsa lîstikên vekirî û bi dizî dibin.
Kes nizane ku destê kê yî di berîka kê dayê. Mam Celal û
Nêçîrvan Berzanî îro vegerin Kurdistan ê. Şerê Başûr li
deriyê belkî sibê an belkî jî du sibê dest pê bike. Îro li
meclîsa Tirkiyê ji bo ku alîkariya Amerîka bikin destûra
tezker hat dayine. Ew jî tê vê watayê ku rîya Başûr ji
Tirkiyê hindik be jî vebû.
Li gor nûçeyên ku ji herêmê tên wiha dibêjin: Eger Tirkiyê derbasî Başûr bibe, kes
nikara pêşiya wî şerî bigire. Eş û elema li herêmê hê zêdetir bibe.
*22:45 Bocher berdevke qesra sipî: Em naxwazin ku Tirkiyê bi serê xwe bi Başûr keve.
*23:45 Bocher dîsa gotinên xwe dubbare kirin. Tirkiyê nakeve Başûr. Herêma başûra
Îraqê herêmeka pir xeter e. Mirov li wir bi her cureyî îstixarata rast tê.
****Şerê Amerîka bi nîvê şevê dest pê kir. Balafira ku ewila Îraq bombe kirî, barê xwe
yî bomba li seat 04:32 vala kir.
Kekê delal û birayê delal Orhan Karadeniz, Zîlan, îro 21/03-2003 a ye.
Îro di ser Tirkiyê re agirê Newrozê derbas bû. Li welêt Newroz li gor rûhê Newrozê hat
Kekê delal, Kurd îro bi xeberekê dilşikestî bûn. Feleka xaîn îro lawekî me yî heja yî bi
qimet ji nav me bir. Wî mêrxwazî temenê xwe li rîya Kurd û
Kurdistanê bi dawî kiribû. Wî ala rojnamevanên Kurdistanê di
dilê xwe weşartibû. Îro li xerîbiyê bêkes, bêheval û kes li ba wî
tune bû. Di navbera çar dîwaran da rûhê xwe teslima Xwedê ye
xwe kir.
Ew li 16 adarê li ba hevalan bû û xwe rehet hiss nake diçe mal, çûyin ew çûyina bû.
Burhan Karadeniz çû ser dilovaniya xwe. Ma serê gelê Kurd sax be.
Kekê delal, Meşela Newrozê îro jî li Almanya, Zurîh, Frankfurt û Parîsê vêket.
Apocî îro jî li Ewrûpa li ser pîyan bûn. Bi sed hezaran welatparêz hatin şaya Newroz e.
Parêzerê birêz Öcalan Haticê Korkut li vê şayê Newrozê axaftinek kir û wiha got;
« Min ji we re silavên serokê we yî ku 4 salin di destê dijmin da û li girava Îmraliyê, di
bin tecrîtên mezindaye anîn».
Gava ku parêzer Haticê wiha got; qiyamet qetiya. ”Bijî Apo bijî KADEK” gotin.
Kekê delal Ehmed; Tirkan pir dixwastin ku bên Kurdistana başûr dagir bikin. Lê serê
xwe li hemû rîyan xistin. Her deriyê ku serê xwe lêxistî li ber wan hat girtine. Îro li
dawiya dawî teslima Amerîka bûn û rîyên xwe hawayî ji Amerîka re dan vekirine.
21:30 Powel gotina xwe dîsa dubbare kir, “em bi birranî dibêjin, Tirkiyê bi serê xwe
nakeve başûra Îraqê! Eger Tirkiyê di başûra Îraqê keve
opersyonên li herêmê di rewşeka giran kevin. Wekî ku me plan
kirî naçe”
Kekê delal, îro jî bi hezaran bombe bi ser Îraqê de hatin
barandine.
*Medya:
Serokfermandarê Tirkiyê: Em ji dîrokê dersê digirin. Ew şaşitiya me bû ku me
alîkariya KDP e kir û anî vê qonax e.
*YNK diyar kir ku ji duh pêve nêzîka sed kesî li êrîşên hawayî mirin.
**Tirk xwe amede dikine ku di Başûra Îraqê kevin. Ti eskerên Tirkiyê neketin Başûr.
*Almanya Ketina Tirkiyê başûra Îraqê nayê qabul kirine. Eger rewşeka wiha pêk bê emê
çekên ku me ji bo parastina Tirkiyê şandî paşve vegerînin.
*Wezîrê derva Abdullah Gul: Ji bo ku em nekevin başûra Îraqê me YE îqna kir. Çavê
me li axa ti dewleta nîne.
BI HEZARAN KURD BERVA ÇIYAN DIREVINE (Marc Ansoldo. La Republicka)
Ew jenosîda ku Sedam Huseyin 15 salan di ber vê li ser Kurda kirî hê birîna xwe di serê
Kurda da teze ye. Îştê îro jî Kurd ber ve çiyan dervine.
Kesên ku xizmên xwe li gundan hene diçin cem wan û li ba wan dimînin. Tirsa di dilê
hemûyan de yeke. Çekên kimyasal. Mirovek wiha dibêje; li vî bajarî(Duhok) êdî tu kes
nema, hemû ber ve çiyan direvine, Duhok bûyê bajarekî XEYALET tê ber çavê min. Li
vî bajarî ji deh mirovan neh mirovên xwe barkirin çûn çiyê. Dîsa çiya ji Kurdan re star.
Ne tenê li Duhokê, li Erbîlê jî kes nema, li Silêmanyê jî rewş ji vê ne baştire.
**20:30 Li ser şîva wezareta Rusya gazî Tirkiyê kir, ew ji bo ketina Başûr hîşyar kirin.
Em naxwazin ku hûn di başûr Îraqê kevin.
**Taha Yasin Remazan Alîgirê serok dewletê Îraqê Seddam Huseyin. Kurd ne xaînê
me ne. Ew mirovên ku dibêjin em serokê Kurda ne xaînên me ne. Ji bo Tirkiyê jî ez
naxwazim tiştekî bibêjim. Me dixwast ku Tirkiyê wek
dewleteka cîran, dost û musliman hereket bike. Lê heyf ku ne
wiha bû. Wan jî wek Amerîka li hember me hereket kir, bi wan
re alîkarî kir.
**Wezîrê dervayî Tirkiyê ger me destûr ji Amerîka girt û pişt re em ê derbasî Başûr
Îraqê bibin. Niha bi qasî 24 km eskerên me di nava axa Îraqê dane. Ew eskerên me ku
derbasî Başûr Îraqê bûyî ne eskerên normal bûn. Ew eskerên me bijartî elît bûn. Ew ji
bo ewlekariyas me derbasî Başûr Îraqê bûn. Ne ji bo şer.
**Wezîra dervayî Swed Anna Lind: Divê YE pestê bide ser Tirkiyê ji bo ku Tirkiyê
nekeve Başûr Îraqê. Li başûra Îraqê/Kurdistana Îraqê
rêvebiryeka rek û pag heye. Divê YE Kurda li vî şerê biparêzin.
(Ew xanima ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin)
**Rusya: Eger Tirkiyê di Başûr Îraqê keve pêşiya wî şerî neyê girtine. Em li dijîne ku
Tirkiyê di Başûr Îraqê keve.
**Belçiqa: Wezîrê Belçikayî derva Louis Michel: Eger Tirkiyê di Başûr Îraqê keve,
astengiya li ber endamatiya wan çêbibe/derkeve. Em ji niha ve Tirkiyê hişyar dikin.
**Amerîka hêzên xwe li Tirkiyê bicîh kirî niha paşve vedigerîne. Ew dezgeyên xwe ku
li limanên Îskenderûn û Mersînê dipen jî jinûva li keştiya barkirin şandin. Navbera Tirka
û Amerîka xirab bûye. Ji bo wê dezgeyên xwe şer pişt re dişînin.
**Îraqê pênç eskerên Amerîka dîl/esîr xistin dest xwe. Piştî ku ew dîlan girtin û wêneyên
wan bi dinyayê da temaşekirine.
**Ntv: Îro danê nîvro di navbera eskerên Îraqê û pêşmergeyan şerekî dijwar derket. Di
vê pevçûne de 4 eskerên Îraqê mirin.
Ji nava Îraqê 2500 esker reviyan û Amerîka ew kesên ku reviyan li qampa GARUSÊ bi
cîh kirin.
**Wezîrê Derva Abdullah Gul Herkes dibêje Tirkiyê di nav şer daye. Em ne di nav şer
dane, heta Almanya jî rîya xwa hawa ji bo balafirên Amerîka bi kar tine, Almanya jî di
nava wî şerî daye. û Bi me re jî dibêjine nekevin başûra Îraqê.
Fikarên me ji bo başûra Îraqê û Amerîka vê fikarê me bi
sernermî dibîne. Ji bo ewlekariya me çi pêwîst bibe emê we
bikin.
**Serokê Înglîza Blair bi zimanekî tûj Tirkiyê hîşyar kir «Hûn nikarin ku di başûra Îraqê
kevin»
**Berdevekê George Bush: Berdevkê Georgê Bush î Îraqê Halîlzade îro li Ankerê bi
rêvebirên Tirkiyê re civîn çêkir rêvebirên Tirkiyê îqna nekirin.
**Serokfermandar sibê diçe SILOPÎ ye û civîna xwe li sînorê Başûr Îraqê bike.8 Berê
jî cîvînên xwe li sînorê suryê dikirin)
**Ntv Safîn Dizaî:
-Birêz Dizaî, ji bo eskerên me çi dibêjî?
himm himmm….
- Eger eskerên Tirkiyê bên herêma me baş neyên pêşwazî
kirine.
Li tu ji bo panebarên ku bên Tirkiyeyê û tehdîta PKK e çi dibêjî.
Wekî hûn jî diznin problema me bi PKK e re heye.
Belê ez we fêm dikin. Ji bo goçê û panebaran ez garantiyê didim we, kesekî bi tenê jî
neyê Tirkiyê. Me tedbîrên xwe girtine.
-Hûn ditirsin ku hêzên me di Kerkûk û Musulê kevin?
-Na em naxwazin eskerên Tirkiyê bên herêma me.
Hûn ji çi ditirsin?
-Na em ji kesî natirsin. Niha dewleta me heye. Polîtîka Amerîka jî wek polîtîka me ye.
Ew jî naxwazin ku Tirkiyê di Başûr keve.
**Serok YE eger Tirkiyê di Başûr Îraqê keve, bûyarên ciddî ye çêbibin, kes nikare li
pêşiya wî şerê bisekine.
**Powell wezîrê Amerîkayî derva Tirkiyê ti planên xwe di Başûr Îraqê keve nîne.
Tirkiyê nikare bi serê xwe hereket bike. Li herêmê her tişt di binqontrola me daye.
**MILLÎ MUTABAKAT
Serokfermandar duh gelek avahiyên sivîl û resmî ziyaret kirin. Îro jî bi serokwezîr re
hevdîtin pêk anîn, ew li ketina Başûr Îraqê germ nanêrin.
**FINNCIAL TIMES:
Tirkiyê bûye wek tuccarê ku xaliya difroş e, ji bazareke dibeze bazareka din. Amerîka
bi Tirkiyê pir baweriya xwe tîna û bi Tirkiyê bawer dike.
Di ber wê Amerîka çi dixwast wan daxwaza Amerîka tînan cîh. Heta Amerîka pest dida
ser YE digot; ramanên we li ser rêvebirên Tirkiyê şaş in. Tirkiyê welatekî mutefîq/dost
e. Cara ewil nûnerekî Amerîka kete dewrê ku ji bo Tirkiyê ji YE tarixe bistîne. Lê
Amerîka hesab nekir ku ew hikumata nuh xeşîm e.
Em vê jî ji bîrnekin. Eger di navbera Kurdên Îraqê û Tirkiyê de şerek çêbibe, endametiya
Tirkiyê di ava keve.
**Ji bo ku em rêxistina PKK e têkbibin, me xwe nêzîka hêzên Başûr kir. Lê marê ku me
di mala xwe de bi xwedî kirî, îro li hember me derdikeve.
Birayê delal, agirek bi nava Tirkiyê ketiye. Agirekî qet ti cara dilê wan bi vê şeklê
neşewtandiye. Eger ew rê bibînin, ew dê seatekê jî nesekin ê bên Mesût Berzanî bi
dardabikin, çi ji devê wan re tê wê gotınê bi kek Mesût re dikine. Gotinek pis ya xwediyê
xwe.
** Îro dîsa Amerîka û YE Tirkiyê hişyar kir, hûn nikarin ku herin di başûra Îraqê kevin.
** Serokfermandar îro li Amedê helwesat xwe ji bo başûra Kurdistanê eşkerê kir û wiha
got; « Ti armancên me ku herin başûra Kurdistanê/îraqê dagir bikin tunen. Ti armanca
ma ku em li herêmê, herêmeka Tampon ava bikin jî tunen.
1-Lê yekînên me li başûra îraqê hene, eger Kurd êrîşa ser
Tirkmana û eskerên me bikin, hingê rewşa bê guherandine.
2- Em KADEK e jî hîşyar dikin, dest ji çekan berdin û bên teslim
bibin ». Wan bêbavan gava ku êrîşa Qibrisê kirin û Qibris dagir kirin jî ew gotinên jor
bi kar tinan. Lê pişt re ketin Qibirîzê hê derneketine.
**Ntv:
-Birêz Zebarî hûn ji bo ênîya Başûr çi difikirin?
- Ji bo ênîya Başûr hê zûyê li ser bi axivî. Amerîka
amedekariyên xwe eskerî li herêmê bi dawî nekirine.
-Çiqas hêza we li herêmê hene?
-Niha nêzîka sed hezar pêşmêrgê me heye. Lê eger şer dest
pêbike, hêza ma bi du qata zêdetir bibe.
-Ji bo eskerên me tu çi dibêjî?
-Yanî çawa?
-Eger eskerên me bên herêma başûra Kurdistanê/îraqê?
-Ne hewceye ku eskerên we bên.
-Pekî eger eskerên me di başûra Kurdistanê/îraqê kevin çîyê bibe?
-Eger tiştekî wiha bibe, emê li hember eskerên Tirkiyê bikoşin.
**Radikal: Duh serokê îstixbarata me (mit) birifîng da serokwezîr û wiha got; «Em dî
pêvajoyeka girîng û teng re derbas dibin. Eger şerê navbera Îraq û Amerîka dirêj biajo,
li sînorên me jî tevlihevbûneka çênibe. Di nava vê tevlihevbûne de PKK- KADEK ji
dîsa dest bi şer bike(zindî-hişyar bibe)»
**Serokê Yunanîstanê; «Em hikumatên YE îro dîsa gotina xwe dubbare dikin û dibêjin;
Em li dijîne ku Tirkiyê di başûra Kurdistanê/îraqê keve».
**Qomserê YE Verhaugen:«Eger Tirkiyê di başûra Kurdistanê/îraqê keve, şansa xwe
ketina YE kêm bibe ».
**S. Demirel: Birêz Demirel ma Tirkiyê niha di başûra Kurdistanê/îraqê keve an na?
-Rewş hat guherandine. Me ew şansa ji dest xwe berda. Eger te bi Amerîka re alîkarî
bikira te îro di başûra Kurdistanê/îraqê ketayî. Lê te tu tişt
nekiriye, tu mafê te nîne ku tu di başûra Iraqê kevî. Ez dîsa
dubbare dikim.
1- Divê Tirkiyê xwe bi kêleka Amerîka da. Tu îro bibûya yî
xwedî maf.
2-Ti problemên me bi Îraqê re nîne, problemê me bi başûra Kurdistanê/îraqê ra ye.
-Pekî dewleteka Kurda li herêmê ava bibe?
-Yanî dewleteka çawa tu dibêjî, feder an dewleteka Kurda serbixwe?
Dewleteka serbixwr ava nabe. Lê dewleteka Kurda federala ava bibe. Ew dewleta
federal jî li herêmê bi bandor be. Yanî mafên xwe ji yên îro pirtir bibin.
-Pekî birêz Demirel, tu dibêjî bandora me li ser Amerîka hindik bû?
-Elbet hindik bû. Ti çi dibêjî?
Kekê delal Burhan, îro jî bi hezaran bombe bi ser Bexdayê da hatin barandine. Ji kongra
Amerîka 23 nûnerên kongrê namê ji Tirkiyê şandin,
em li dijî ne ku Tirkiyê û dewletên din ê cîranên
Kurda bên, axa Îraqê dagir bikin.
Lê Tirkiyê li bahana digere û guhên xwe mişt kirine
ku bên Kurdistanê dagir bikin.
Birayên me Tirkman vê carê jî ketine bin zulma Mesût Berzanî.
** Îro çarşemiyê. Çava Kurdayî wek berê li Îmraliyê bû. Îro serokên birêz Öcalan bi wî
re biqasî seateke hevdîtin pêk anîn.
**Nûçeyeka Flaşşşş. Amerîka başûra Îraqê dagir kirin. Bi qasî 1000 esker bi paraşûta
daketin ser axa başûra Îraqê.
Hertim wiha tê gotin; Amerîka ji bo berjewendiyê xwe li Îran, Tirkiyê û Suryê Kurd
hertim li nîvê rê bi tenê cîhîştine. Lê, li îşî feleke mêzeke, em îro dîsa Kurda li ba
Amerîka dibînin. Lê rewş zela û ronî nayê xuyakirine, piştî têkçûna rejima Seddam çiyê
di para Kurda keve! Îro Amerîka ji bo ketina Tirkiyê ye başûra Îraqê li dijî derdikeve.
Lê eger Amerîka ji Tirkiyê alîkariya eskerî û lojitîk bigire, bêşik Amerîka Kurda bifroş
e. Ketina Tirkiyê Başûr jî bi xwe re gelek ser êşa bîne. Li pêşiya Tirkiyê tirseka wan a
din heye. Eger di başûra Îraqê kevin. Ketina wana YE jî di tehlûke keve.
**Sibê Leyla Zana û hevalên wê dîsa derkevin pêşberî dadigehê. Li gor biryra DMME
divê ew jinûva bên darizandine.
Îro 28/03-2003.
Kekê delal Burhan, Îro ne tenê bi ser Bexdayê da bi hezaran bombe hatin barandine.
Îro bajarê Kurda yî qedimî pîroz Kerkûkê jî ji bomba nesîbe xwe girt.
Bi sedan Kurd û Ereb bi wan bomban birîndar bûn.
Îro li medya dinyayê wiha hatiyê nivîsandine, Ew eskerên Amerîkayê ku hatî başûra
Îraqê ji bo ku Tirkiyê nekeve Kurdistanê hatine.
Lê Tirkiyê li ketina başûra Îraqê bi îsrar û dibêje, em herin PKK- KADEK li Başûr.
Elbet ew derew in. Li Amedê û bajarên dine Kurda nêzîkî 2 milyon KADEK li hebûn.
Ma herin wan bigirin.
**Dozger doza Leyla Zana û hevalên we avête 25 nîsanê û serbest berdana wan jî red
kir.
-Daniel Mitterand- Le Mond
GER EZ BÛYAMA MIN BI DYA BAWERIYA XWE NE TÎNA
Dostên min ê Kurdê başûra Îraqê; hêzên Amerîka û Îngilterê ji bo berjewendiyên xwe
li Rojhilata Navîn, hûn kirine rojeva dinyayê. Min bi salan
alîkariya serxwebûn azadiya we kir. Ez bi şehîdên we
giryam, min êşa di dilê we de wek êşa xwe hiss kir. Min nanê
xwe bi we re parve kir. Min xwe wek dayikeka Kurd xwe da
kêleka we û hûn li hev anîn. Gava ku li Helepçê bi ser we da
qaz kimyasal barandin, dinya kerr bû xwe ji nedî ve lêxistin. Gava ku min ew rûreşî
bextreşiya ku li we hatî kirine bîhst ez nektin deriyê mala xwe, min ew rûreşiya ku
Seddam Huseyin li we kirî bir qada navnetewî teşhîr û eşker kir.
Îro hindik be jî ez piştgirya we dikim. Cunkî daxwazên we bi daxwazên min ve nêzîka
hev in. Lê ez bi tiştekî pir xemgînim va 12 sal in hûn ji bo azadî û serxwebûna xwe şer
dikine û saya vî şerî da we gelek avahiyên xwe bi nirx ava kirin û we ew wek qezenç bi
dest xwe xistin. Lê tirsa li min ew tirsa ye ku, ew avahiyên we bi xwîna xwe bi dest xwe
xistî ji dest we bên girtine. Li 4 cotmehê 2002 an gava ku we meclîsa xwe vekir mesaja
wezîrê dervayî Amerîka Powell Collin hat xwandine, ez jî ba qasî we bi vê mesaje şa
bûm û heycaneka mezin ez girtim.
Ne tenê îro di nav şer dane û ji Amerîka re bûne alîgir û piştgir. Hûn tam 35 salin ku di
nava wî şerî dijwardane. Bi hezaran malên we weran bûn û bi milyonan mirovên we
şehîd ketin û zarokên we man li ber dîwaran.
Ez dizanim we xwîna xwe li vê herêmê pir rijand ji bo serxwebûna azadiya xwe.
Dostên minê heja, ji min re bibêjin ka hûn êima teva vî şerî bi qirêj bûn? Amerîka çi
tahûd/garantî da we piştî ku rejima Seddam têkçû. Ji bo daxwaz û ewlekariya kîjan
garantî da we? Ti belgeyên niviskî dan we an na? Hûn dikarin wan belgê û tahûdana
nîşanî min bikin?
Amerîka li herêmê li eskerên xwe Maskên qazê belavkirin. Hinek maskê dan we an na?
Hûnê ji min re bibêjin çima maskeyên qaze nedan we?
Tirkiyê daxwazên Amerîka red kirin. Bi tenê destûra rîya hewayî da Amerîka. Îro ew
tirsa mezin li ber mine ku hûn bi eskerên Amerîka û Tirkiyê ve rû bi rû bimînin. Ez
dirsim û pir jî fikar dikim, rojên pêş me bi ser Kurda da felekatên mezin bên. Dîsa hûn
di tengasiyê kevine û ber çiyayên xwe birevine. Amerîka hûn gelek cara xapandin û hûn
bi qedera we ku tijî şê û elem ve bi tenê hîştin.
Enfala 1991 an hê şopa xwe di serê we da tez e. Di sala 1975 an de rûreşiya ku Amerîka
li we kirî we çawa zû ji bîrkir. Hunê ji min re bibêjin, we çawa bi dewleteka wiha ya ku
bi salan hûn xapandî baweriya xwe pê bînin.
Kekê delal Burhan Îro 29/03-2003 a ye.
Şerê di navbera Amerîka û Îraqê de berve pûçbûne diçe. Eskerên koalisyonê nikarin ku
pêşve herin. Îraqî gelek li berxwe didin. Di destê wan da çekên gelek giran hene.
Amerîka dibêje wan ew çekan ji Rusya yê kirî ne. Xebera me ji wan çekan tunebûye.
31/03-2003 Îro ji ya duh pirtir bi bi ser Îraqê da bombe hatin barandine. Wezîrê dervayî
Amerîka Suryê û Îran hîşyar kir got, eger hûn bi rejima Seddam Huseyin re alîkariya
eskerî û lojistik bikin, emê vêcarê jî li hember we derkevin. Powell roja çarşemî tê
Tirkiyê.
**Berdevkê wezîrê derva îro agahî da çepemeniyê û got; em PKK e hewala ti aliyê din
nakin. Pirsa PKK e emê çareser bikin.
**Willam Safîr Nivîskar Amerîkayî bi nav û deng wiha dibêje, DYA baweriya xwe pir
bi hukumata Tirkiyê Îslam anî ji bo vê jî nexwast ku 70 hezar pêşmergê bi çek bike.
Hukumata Tirkiyê Îslamî li Amerîka listikeka pir mezin kir. Eger Bush û rêvebiriyên
Bûsh Kurd bi çekên giran biçek bikira îro va nedihat serê Amerîka.
CNN turk: Necatî Ozgen Tirkî ku bi salan li başûra Îraqê bi Kurdan re digel hev
karkirin serpehatiyên xwe wiha tînê ziman: «Ez li herêmê gelek
xebit im û ez Kurdên Tirkiyeyê û Kurdên başûr ji nêzve
nasdikim. Min li wê herêmê ji sala 1993 da hetanî sala 1999 an
kar kir. Kurdên başûr menfaatperestin. Mirov bi wan qet ticara
ewla xwe nîne. Eger mefaata wan ji kîjan alî ve bê ew li vî alî
ne. Celal Telabanî ji wan yê herî mezinî mefaatperest e, gelek caran bi dijminên xwe re
alîkarî kiriye û wî ji wan alîkarî standiyê. Me hemûya dît li şerê 1991 an gava ku bi
Berzanî ve çûn ba Sedam wî Sedam Huseyin maç kir. Wî gelek caran jî li Berzaniyê pir
rûreşî kir û çû cem rejima Sedam. Mesût Berzanî jî ji Celal ne kêmtir e. Gelek cara hat
Tirkiyê, me alîkariya wî kir. Me tevîhev li başûra Îraqê li hember PKK e operesyon bi
darxistin.
Zatên Mesût bi Celal ve jî ji hev heznakin. Yek gora yekî dikol e.
Gava ku Mesût dihat ba me wî li Celal dida û Calal jî li Mesût dida. Em bi wan
belengazan dikenin.
Celal bi me re bi eşkeretî digot, gava ku Mesût karê xwe li ba we qedî yê vêcarê jî bibe
dijminî we.
Ji Kurdên başûr netirsin, ew dibêjin 70 hezar pêşmergên me hene û 70 hezar jî li aliyê
Celal heye dibêjin. Ew hêzên ku ew behs dikin, ne eskerên bi nîzamî ne.
Ew hemû mirovê herêmê sivîl in, ew bi pera pêşmergetiyê dikine. Eger pere nedî wan
ew seateka jî nasekinin. Ew mirovên bi pera pêşmergetiyê dikin, tu gorevaka li cîyekî
dûre bidî wan ew narin. Eger ku herin jî ewê birevin bên. Eger ew ji jinên xwe 24 seata
dûr bimînin jî ew birev in. Ew ji jinên xwe pir hezdikin.
- Lê PKK e?
-Na rewşa PKK e ne wiha ye. Ew bi salan li çiyêne. Wan ti têkiliyên xwe bi mala xwe
re nîne.
herdû alî jî kenîn heeeee!
**01/04-2003: CNN turk Yunanîstanê: Em dîsa Tirkiyê ji bo ketina başûra Îraqê hîşyar
dikin. Eger hûn di başûra Îraqê kevin em we rexne bikin û nerazî bûna xwe bimînin.
Çavê Kurda yî îro dîsa li ser riya Îmraliyê bû. Lê dîsa wek berê astengiya hawa li ber
parêzger û malbata birêz Öcalan derxistin.
Hûn nikarin herin Îmraliyê!!!
-Çima? Hawa xirab e.
-Li gor meterolojiyê ewqas ne xirab e?
-Em nikarin.
** Kekê delal, mêvanê Tirkiyê yî qedîm wezîrê dervayî Amerîka îro dest bi hevdîtinên
xwe bi rêvebirên Tirkiyê re kir. Lê Tirkiyê li hember wî mêrxwazî aynî wek pisikak ku
şîr rijandî bû. Ew vê carê wek berxên narînê ku berva gur dizirîvî bûn, gelek bi rêz û
hurmet bûn. Tirkiyê vê carê hemû daxwazên Powell bi erînî pêşwazî kirin. Yanî herdû
alîyan jî hevdu memnûn kiribe.Herdû wezîr jî dera pêş rayagehştî ketin û tesdîk kirin ku
ew jî bûn şîrîkê koalisyonê. Tirkiyê bi fermî di nava koalisyone da cîyê xwe girtiye.
Birêz Öcalan heftê ku derbasbûyî bi parêzerên xwe re wiha gotibû:« Tirkiyê û serokên
Başûr çavê xwe çar vekirine, eceba Amerîka çi bide me. Çi bide
we Amerîka. Ya xwîna we birejîne, we bidoşe û xwîna we
bimijîne, yekê bide we dehan jî ji we bigire. Ez dibêjim, ewil li
herêmê demokrasî pêşve here. Eger demokrasî li herêmê pêşve
çû. Hertişte bi xwe çareser bibe. Bêdemokarasî tu nikarî hermê
îdarê bikî. Piştî pêşve çûyina demokrasiyê li herêm, meriv dikarî bi temkînî nêzîka
Amerîka bibe. Amerîka tiştekî nade we. Ew gotineka kevnara heye, çavê li deriyê xalî
bi seriya»
**Mehmet Kara mirovekî rojnamevan bû. Li Îngilterê jiyana xwe ji dest da.
** Seddam Huseyin îro serokê YNK Celal Telabanî hîşyar kir. Eger tu bi dijminê me
re alîkariyê bike. Rojekê jî dora were te.
**Wezîrê derva Gul wiha got; Powell fikarên me ji bo başûra Îraqê qabul kirin. Pirsa
panebaran û pirsa Tirkmanana em li ser rawestin. Ya herî
mezin jî me bi wezîrê Amerîka re got; eger PKK e li herêmê
hêz xwe pêşve bibe, em dikarin mudaxela herêmê bikin.
Lê Powell garentî da me.
**03/04-2003: Îro jî bi ser Îraqê de bombe hatin barandine. Lê Seddam Huseyin vala
nedisekinî wî jî bomba dişandin Musul û Kerkûk e.
** Rojnamevanî bi nav û deng Willam Safir: Tirkiyê li Amerîka îxaneteka pir mezin
kir. Va îxaneta ku Tirkiyê li Amerîka kirî bê bersiv namîne.
04/04-2003 Îro şer kete roja xwe 16 an. Kurd berva Musul û Kerkûkê gav bi gav diçe.
Hêzên koalisyonê îro balafirgeha Bexdayê bi navê Sedam Huseyin kirin bin qontrola
xwe. Kurda jî qaza Kazar kir bin kontrola xwe.
Tirkiyê ji bo ku di Kurdistanê keve serî li provakasyonan dixîne.
Îro ji aliyê eskerên Tirkiyê ku li herêmê cîh bûyî bi ser eskerên Kurda hawan top hatin
avêtine. Lê Tirkiyê li vê provakasyona xwe xwedî derneket.
**Tirkiyê ji bo alîkariya însanî nêzîka 100 û 150 eskerî xwe yî elît şand başûra Îraqê. Li
çavkaniyên Tirkmana dibêjine, ew mirovên ku ji aliya Tirkiyê ve hatî şandine, hemû
mirovên dewlet û îstixbarete ne. Ew ji bo provakasyona hatine vir.
Keke delal Ehmed û Burhan Karadenîz, îro 05/04-2002 a y e.
Îro şehîdekî me yî din teva refên şehîdên me bû. Hacer Kaya. Hacer xwendevana
zaningeha Huquqê bû. Lê, dilê wê li cem gelê xwe bû. Wê
pircaran di ber xwe re dibir û dianî ”Ez dê rojekê bibim perêzer
serokê xwe. Ez dê di xizmeta gelê xwe dabim”.
Lê dijmin ew miradê wê di çavê wê de hîşt. Li sala 2001 an li
meha nîsanê ew girtin û avêtin girtingehê. Ew bi alîkariya PKK
e suçdar kirin.Tu PK ê yî. Te alîkariya PKK e kiriye. Ew bi qasî du salan di girtingehê
da ma. Di girtingehê da nexweş bû, nexwaeşiya wê pir giran bû. Ew bernedan ew delala
qerejdaxê duh li girtingehê jîyana xwe ji dest da.
** Tirkiyê bi polîtîqa xwe şaşa ku li ser kurdên Îraqê didomandî îflas kir û me Kurd îra
dan dest Amerîka.
Birayê delal Burhan Karadeniz, Mehmet Kara û Hacer Kaya, 06/04 îro 2003 a ye.
Şehîdên delal Burhan, şerê navbera Îraq û hêzên koalisyonê bi hêzeka bi mezin didome.
Bombeyên 1000 kilo bi ser Îraqê/Bexdayê da dibarîne. Zindî û
ne zindî çi tê ber lepên wan wê/wî dikujine.
Îro bi şaşitî balafirên Amerîka qonvoyeka Kurda bombe kir 18
kes mirin û 45 kes jî giran birîndar bûn. Teva wan kesên ku mirî
Amerîkî jî hebûn. Vechî Berzanî û kurê Mesût Berzanî jî hebûn.
Vechî bi helîqoptereka taybetî birin/neqîla Almanya kirin.
Belê hevalên hêja; Tirkiyê ji beyaneta Georgê Bush duh dayî gelek acîz bû. Bush bi
Kurda ve ênîya Başûr vekirine. Kurdistana mezin ava dibe. Tirkiyê bilezeke bi Îran û
Suryê re kete nava pêvendiya û ew hîşyar kirin û gotin dewleteka Kurd li herêmê ava
dibe. Eger em tedbîran negirin sibê emê zerarê bibînin.
Dora dina rojê hema wezîrê Îranê yî derva hat Tirkiyê û wezîrê Suryê nehat. Sibê an du
sibê wezîrê dervayî Tirkiyê here Suryê.
** Hey vax vax ! Em berê bi rehetî diketin başûra Îraqê/Kurdistanê derdiketin. Lê êdî
ew deriya li ber me hat girtine.
**Îro di ser Habûr re bi sedan qamyon û vasayitên dine Amerîka derbasî Kurdistanê
bûn.
Kekê delal Ehmed û Burhan îro 07/04-2003 an e.
Agir bi ser kerkûk û Musulê da tê barandine. Ew ên ku duh qaz bi ser gelê Kurda velo
dikirî, îro xwe wekî mişkên binî erdê xwe vedişerîne.
Xwarziyê Sedam Huseyin bi navê Aliyê Kimyasal xwe bi
qul bi qul vedişerine. Lê ew ê rojekê bê dest û li ber Kurda
bigerê, min ew guya xwar, hûn min efû bikin.
**Medya Agirê dosta vê carê li mala Berzaniya ket. Birayê Mesût û lawê Mesût Mensûr
giran birîndar bûn.
**Hoşyar Zebarî em bi vekirî dibêjin; ”Kerkûk bajarê Kurda ye. Ti kes li ser Kerkûkê
hesabên biçûk nekin”.
Rojnamevanê Milliyete Hesen Cemal kitabeka xwe li ser polîtîqa Tirkiyê û Kurda ji
rayagehştî re ragihand
Navê Kitebê KÛRTLER. Lê di ber wê jî gelek kiteb li ser Kurda hatin weşandine, ew
kitebên ku nuh hatî weşandine qet ticara wiha reklamê xwe ji
aliyê mirovên dewletê û xwediyê televizyona nebûn. Îsmet
Îmset li ser PKK e nivîsandibû. Rastiya PKK e û Tirkiyê der
pêş rayagehştî kirbû. Lê ew kiteba ji aliyê hemû eskeran ve
hatibû xwandine û heta gelek eskeran Îsmet Îmset bi dizî pîroz
jî kiribûn.
Imset ji Tirkiyê derxistin.
**08/04-2003 Wezîrê dervayî Suryê: Divê Kurd îstîkrara Rojhilata Navîn xirab nekin.
**Kemal Harazî wezîrê dervayî Îran li Tirkiyê. Niha mirov dikare ku ji wî bipirse, we
çima PKK e bi salan li ba xwe bi xwedî kir û destê xwe di ser PKK e re girt.
Ntv: Tirkiyê Amerîka ji bo ketina Kurda ya Kerkûk û Musulê hîşyar kir. Wezarata ma
derva qonsolasa Amerîka dawetî wezaretê kir û fikarên me ji bo Kerkûk û Musul û got,
hûn hassasiyeta ma ji bo Kerkûk û Musulê dizanin. Niha Kurd berva Kerkûk û Musulê
gavên mezin davêjine. Eger rewş wiha bidome, emê herin di Başûr kevin.
**Milliyet: Van rojên ku derbasbûyî ajansa Returê serokê PKK e Osman Öcalan ziyaret
kirin. Öcalan bi wan re wiha gotiyê; gava ku tezkere di meclîsê re derbas nebû, rewşa
me hat guherandine. Em ê polîtîqa xwe li hember Amerîka dîsa di ber çavanm re derbas
bikin.
Birayê delal Burhan Karadeniz, Mehmet Kara û Hacer Kaya, îro 09/04- 2003 a ye.
Mizgîn ji şehîdên Helepçê re. Mizgîn ji Leyla Qasim re. Mizgîn ji Melê Mistefa
Berzaniyê yê nemirî ku temenê xwe ji bo kurd û Kurdistanê bi
dawî kirî re. Îro ew mirovên ku hûn didayî ber gula, ew
mirovên ku qaz bi ser we da dibarandî, xwe mîna mişkên binî
xaliyê vedişerine. Ji tirsan re nizanin çi bikin. Hinek ji wan
direvine Suryê û hinek direvine Îranê. Lê destê Amerîkayî li
pîstê wan e. Diçin kêderê herin ew dê rojeke bên girtin.
Kekê delal nizanim çi bibêjim. Îro dîsa Amerîka Kurd rakirine
ser piya. Li sala 1991 an jî wiha kiribû û pişt re bi dev û rûya berdan erd e.
Înşallah vê carê jî wê rûreşiyê wek berê li Kurda nakin û dijmine Kurda li Kurda bi
şakirin nadin. Şerê navera Îraq û Amerîka bi serkeftina Amerîka hema hema bi dawî
dibe. Kurda jî Kerkûk û Musul girtin bin qontrola xwe.
**Medya Wezîrê derva A.Gûl: Ji bo başûra Îraqê fikarên me hene. Eger ew fikarên
bibin rast, emê hîngê çi ji dest me tê wê bikin. Em bi baldarî pêşveçûyinan dişopînin.
**Prens Hesen: Avabûna dewleta Kurd me bêzar û aciz dike. Em ji pêşeroja herêmê pir
bi şik û gûmanin. Eger dewleteka Kurd li herêmê ava bibe, herêma bibe cehenem e.
Şewirmende CNN Yalim Eralp: Ji vê seate şûnda mafê axaftina Tirkiyeyê û Suryê li ser
Kurdên Îraqê sifir e. Em li Kurdên Başûr xwedî derneketin. Eger tu xwedî lê derneketî
yekê bê xwedî lê bi derkeve. Ew jî bo me binkevtineka mezine.
Me goçe/multecî goç bû. Ha ji başûra Îraqê goç bê goç be haaa!!
We dît mirovekî bi tenê jî nehate Tirkiyê.
Ez vê jî bibêjim; li hember Tirkiyê tehdîta PKK e jî nîne.
**Serokfermandarê Tirkiyê mesajek daye Wasihngton Post û wiha dibêje; “Em hatin li
ber derî sekinin. Ez 44 salin li ser vê gorevê me. Min qet ti cara li biryar dayina xwe
neketim tengasiyê. Lê ez dê îro biryara xwe herî zor bidim ji bo Başûra Îraqê.
Eger Kurd di Musul û Kerkûkê kevin em jî di Başûra Îraqê kevin.
**10/04- 2003 Şerê navbera Îraq û Amerîka li dawî bûna xwe. Bexda kete destê
Amerîka. Lê niha şerê navbera Kurda û Tirka kete pêvajoyeka din. Medya Kurda li
hember Kurda şerekî pirî psikolojik û desînformation pêk tîne. Di televizyonên Tirkiyê
de her deqîqê û her saniyê nûçeyeka flaşşa bi derewa tê weşandine.
**YNK Seddam û lawên wî li Tikrîtê ne. Aqîbeta Seddam Huseyin nexuyayê çi bibe?
**10:25 Pêşmêrgan du qesabayên din girtin bin destê xwe. Navbera pêşmerga û
Kerkûkê deh kilometre man.
**Flaşşşşşş Flaşşşşşş
10:30 Pêşmergê ketin Kerkûkê.
10:31 Amerîka pêşmergên ku ketî Kerkûkê rê li ber birîn û ew nekirin Kerkûkê.
11:20 Ntv Nevîn Sungur: Pêşmergên ku ketî Kerkûkê ji aliyê girsa gel ve bi eşq û coşek
hatin pêşwazî kirine. Li Kerkûkê ti şer çênebû, li derên Kerkûkê govend tê kişandine.
-Ka girîk Kurd nekevin Kerkûkê?
-Ez wê derê nizanim. Lê qorbi qor pêşmergê tên Kerkûke.
-Pekî Mesût bi Celal Telabanî vê înkar dikine ku Kurd neketine Kerkûkê? Tu bi vê re çi
dibêjî?
-Na na her der tijî pêşmergê.
**Generalek di Ntv de :
-Dewleta Kurda hayalî ava dibe?
-Belê tirsa min jî ew e. Daxwaza PKK e û KDP Û YNK tên cîh. Ku li kêleka ava çemê
Diclê û Firat Kurdistanê ava bikin.
-Lê tu ji bo dewleteka federe çi dibêjî?
-Bila kîjan dibe ma bibe, dawiya xwe dewleteka Kurda serbixwe ye.
**11:35 Wezîrê parastine Vecdî Gönül:
HÊZÊN EŞÎRETA
-Birêz Vecdî Kerkûk kete destê Kurda tu ji bo wê çi dibêjî?
-Em bi Amerîka bawer in. Van soz dan me ku Kerkûkê nekeve destê Kurda. Muhatebên
me ne hêzên eşûret KDP û YNK e yê. Li herêmê muhatabe me nûnerên Amerîkî ne.
**15:00 Wezîrê dervayî Tirkiyê dibêje; wezîrê dervayî Amerîka Powell ji bo Kerkûkê
garantî daye me, ku Kurd nakeven Kerkûk û Musulê. Ez bawerim Amerîka li gotinên
xwe xwedî derkeve.
**YNK em li benda hêzên koalisyone ne. Ti pêşmergê neketin Kerkûkê. Bi gotinên
spukalaxun bawer nekin.
**Nûçeyeka Flaşşşşşşşşş Wezîrê derva A. Gûl; Berzanî ji dibêje; eger YNK bi serê xwe
di Kerkûkê keve, em ê bi Tirkiyê re hereket bikin.
Ev gotinên Berzanî ji bo me qezencek e.
Eger Kurdên li Kerkûkê dijîn Telabanî wan biçek bike, emê
bêşik di Kerkûkê kevin û Tirkmên li wê derê bi çek bikin.
Ji bo pirsa Kerkûkê di navbera Powell û Gûl da sarbûn heye.
Kurd şa dibine ku Kerkûk ketiyê bin destê wan. Lê şabûneka bêmane û kin e.
FLAŞŞŞŞŞŞŞŞ
** Kurdan li Kerkûkê avahiya tapu û qadastro û avahiya nufusê talan kirin û qait û qamet
hemû şewitandin.
û zordariyê dizivirandî îro heykelên/peykerên wî yek û yek tên xirakirin. Hinek kesan
bi serê wî de mîzkirin û hinekan tif wî bêşerefî kirin. Gava ku dayikên Kurd ew dîmenan
wî faşitî dîtin, ji kêfan re belkî jî zûlma wî ya ku li wan kirî û di dilê wan da bûyî jahr,
ew bi girî kirin. Kurdistan demekê bêdeng ma. Herkes bezî kolanan. Hineka wênê
George Bûsh kiribûn destê xwe wênê wî maçdikirin, hineka diçûn destê eskerên Amerîkî
maç dikir. Digotin; înşallah hûn vêcarê mîna caraberê li me nakin.
Kekê delal; agirekî mezin bi Tirka ketiyê.
Dibêje; Amerîka ya qeleş/rûreş dîsa em li nîve rê hiştin. Sozên ku ji bo Musul û Kerkûkê
dayî me bicareke re bîrkirin.
**CNN Baş Sayfa: KERKÛK JI DEST ME ÇÛ
**Nûçeyeka Flaşşşş.
Berdevkê Celal Telabanî Tirkiyê got; em ê sibê ji Kerkûkê derkevin. Ma dostên me Tirk
xemnekin, em fikarên wan fêm dikin.
**CNN Turk 21:20 bernama 32 cî Gûn Telefon zindî bi Celal Telabanî re
**Tirkiyê dilê Amerîka kir ji bo Tirkmana çavderên xwe eskerî bişîne Îraqê.(bi qasî 15
kesa)
** Celal Telabanî: Me şaşitiyek kir, divê wiha nebûya. Em ê hetanî sibê Kerkûkê terk
bikin. Pêşmergeyekî me bile namîne.
Birayê Burhan Karadeniz, Mehmet Kara û Hacer Kaya, îro 11/04 -2003 a ye.
** Kekê delal; Duh Kerkûk û îro jî Musul kete bin qontrola Kurda. Cîranên Kurda
çavê xwe hêzên Amerîka nabînin. Ji çar aliyan da êrîşa ser Kurda dikin û Kurda
bisuçdarî tewanbar dikin. Tirkiyê ji
derewekê dibêze dereweka din. Ji
provakasyoneke dibeze ya din. Li
Tirkiyê Tirkman rakirine ser piya ji ber
deriyê televizyonekî diçin ber deriyê
din. Hawar Kurd me dikujin. Bisteke
di ber vê nêzîka 50 Tirkman hat
kuştine û sed kes jî avêtine zîndanê.
**Medya tirk:
Vax vax Musul jî dest mederket ! Hêzên KDP e Musul kirin bin qontrola xwe avahiyên
sivîl talan kirin û avahiya tapu qadastro û nufusê jî talan kirin.
*Tirkiyê Kurdên Îraqê hîşyar dike. Li sînorê navbera Îraq û Tirkiyê Tirkiyê gelek
eskerên xwe kom kirine û esker li ser têkaûzê rawestine.
**Pêşmergê ji Musul û Kerkûkê derdikevin. Tirkiyê pesteka mezin daye ser Amerîka
ma Kurd nekevin Kerkûk û Musulê. Kurda bi ketina herêma Kurda tehdît/çavsorî ye
dike. Li ser daxwaza Amerîka hindik be jî hinek pêşmergê ji Kerkûkê bi derketin.
**Tirkiyê, me îrtîbat TÎMÊN xwe şandin başûra Îraqê. Îro seat li 16:00 bi eskerên
Amerîka re têkilî daynan. Ew îrtîbat tîman ji 15 kesan hatine ava kirin.
** Li avahiya serok wezîr cîvîna taybetiya ji bo qirîza başûra Îraqê. Li vê civînê biryarên
giring hatin girtine. Li vê civîne serokwezîr, wezîrê derva û wezîrê parastine,
serokfermandar û serokê îstixbaretê(MIT) hatin cem hev.
Me biryar girt ku ketin û derketina pêşmergan Musul û Kerkûkê ji aliyê Tîmên me ve
bênê qontrol kirine.
**17:30 Bayê ber Tirka derket. Serokfermandar dera pêş televizyona ket û wiha got;
«Em pêwîst nabînin ku herin di başûra Îraqê kevin. Ew tiştên ku me daxwaz dikirî, me
him ji Amerîka û him jî ji Kurdên Başûr girt”
**Hesen Cemal: Divê em jî polîtîqa xwe di ber çavan re derbas bikin. Hemwelatiyên
xwe têr bikin.. Siyasî dibe û ciwakî dibe, kulturî dibe, çi dibe bila ma bibe. Êdî ne
hewceyê ku em hevdu bixapînin.
**Milliyet: Kanî we digot, eger Kurd di Kerkûk û Musulê kevin û ketina wan a bibe
sebeba şer?
Niha Kurd ketina herdû bajaran jî çima şer nabe?
Yanî em rastiyê bibêjin, tiştên ku em dibêjin em bi xwe bawer nakin.
-Lê pêşmergê derketin.
-Çi derketin, tu ku herdû bajara bi 2500 eskerî Amerîka biparezî. Hinek kes bi ro
derketin yê bi şev dîsa têkevin.
**Serok wezîrê herêma Soran Berhem Salih daxuyanî da çepemeniyê got; «emê ku
hêzên xwe bikşînin, lê emê li benda hêzên koalisyonenî. Kîngê eskerên koalisyone hatin
emê herêmê ji wan re cîhbînin».
**Medya cîhanê Kurda Kerkûk terk nekirin û pêşmergê li Kerkûkê bicîh dibine. Lê ji
bo ku Tirkiyê rehet bikin, hêzeka biçûk ji Kerkûkê bi derxistin.
**Ma dostên me Tirk fikara nekin. Me qismek pêşmergên xwe kişandin û yên ku mayî
ji sibê derkevin.
**Wezîrê dervayî Tirkiyê heftê ku borî ji bo pirsa Kurdî û rewşa niha li Îraqê nûnerên
Îran û Suryê vexwandin Tirkiyê, wezîrê dervayî Îranê bi lezeke hat ba
meslekdaşê xwe Abdullah Gûl. Lê ji Suryê ti kes nehat. Girîk Gul bi
xwe here Suryê, li van seatên dawî gera xwe îptal kir.
Prof Mansur Pekgûl: Pirsa Kurdî dive di demeka kin da bê çareserkirine. Kiteba ku
Hesen Cemal nivîsandî ji dewletê re referenseka mezine.
**Kurdish Medya: Îro Celal Telabanî hat Kerkûkê û axavtineka dîrokî kir. Celal
Telabanî di axavtina xwe dest nîşan kir û got; Kerkûk ya Ereb, Tirkman, Kurd û milletên
dine ku li Îraqê dijîne.
-Birêz wezîr çima hûn ewqas ji başûra Îraqê ditirsine.? Yanî jî bi min wiha tê, tê bêyî ku
em jî di nav vî şerî dane. Ma ne wiha ye? Eger dewleteka Kurd ava bibe jî me aciz nake.
Kenekî sivik di bin levan re! hiiiii.....
-Em ji Kurda natirsin, em ji kesekî natirsin û em ne di nav şer dane jî. Lê tirsa me PKK
e li wir bibe hêz heye.
-Eger dewleteka Kurd li herêmê ava bibe, di nava sînorên vê dewletê de Musul û Kerkûk
jî hebe, hûn ê kîjan reaksiyone bimînin?
-Elbet ti mafê me nîne ku em herin xwe teva kar û barên dewleteka din kinî. Ti armancên
me jî nîne ku em herin başûra Îraqê dagir bikin.
Lê rewşa Tirkmana li çi awayî ye?
-Rewşa xwe niha baş e. Lê em rojên pêşme çi bibe em nizanin!
-Lê dibêjine Kurd Tirkmana dikujine?
-Na ti tiştî wiha nîne.
**Piştî Berzanî Telabanî jî dibêje, kes xwe teva kar û barên herêmê nekin. Ne Tirkiyê û
ne jî dewletên cîran. Ji pêşeroja Îraqê, Kurd, Ereb, Tirkman û Asurî berpirsiyarin.
**Tirkrit bajarê Sedam Huseyin jî îro teslima hêzên biyan/Amerîka bû. Gava ku eskerên
Amerîka ketin Tirkrîtê, serok eşîretên Tirkrîtê gotin, ma Kurd bi Şîya ve nekevên, bila
kî dikeve ma têkeve.
**Piştî ketina Tikirîtê li gor rojnaman şewirmende Seddam Huseyin teslima hêzên
Amerîka bû. Dîsa li gor nûçeyên cîhane, wî gelek agahiyên balkeş dane Amerîka.
**YNK: Pêşmergê bi temamî ji Kerkûkê derket in. Piştî derketina pêşmergan, qomîtyek
ji aliyê Ereb, Tirkman û Kurda ve hat demizirandine. Ew qomîta berpirsiyariya kerkûkê
bike.
**Berzanî û Telabanî çekên ku ji eskerên Îraqê li Musul û Kerkûkê mayî, hemû birin
herêma xwe.
**Mesût Berzanî dibêje, ji talan û weran kirina Kerkûkê û bajarên din Celal Telabanî
berpirsiyare. Celal Telabanî ew soz û peymanên ku dayî me hemu binpê kirin, bi serê
xwe kete Kerkûkê. Ji bo îtîfqa navbera me derbeyeka mezine lê bû.
**Muxelefeta Îraqê îro li bajarê UR ê tên cem hev. Li ser pêşeroja Îraqê guftiguya bikin.
Ka çawa Îraq bê îdare kirine.
**Vaxx Vax!! Tirkmana di dest Kurdan de zale zal e. Lê Tirkiyê Tirkman bi serê xwe
hîştin.
**Murad Karayılan
“Sîstema ku li Lozanê hatî avakirine Serûbin bû”
Azadiya Kurdan di pêvejoyeka pir giring re derbas dibe. Divê
li vê pêvajoya giring kê çi dikeve ser milê wî/wê bikin. Kes
xwe di taldan da veneşerê, bi baldarî nêzîka vê pêvajoyê bibe.
Divê va pêvajoya bi rewşeka demokratîk erînî bi dawî bibe.
“DIVÊ KURD ROLA XWE BAŞ Û BI HÊZ BILEYZIN”
Divê hemû rêxistin û avahiyên sivîl ji bo feda gelê xwe bibin yek.
Lê noxta herî girîng ji bo Musul û Kerkûkê tê pêşandine(sergilenmiş dibe). Kerkûk û
Musul bajarên Kurdayê dîrokîne. Lê gelên lê dijîn jî bi rehetî û bi avakî demokrat mafên
xwe bi kar bînin. Eger mafê Kurda çi bibe, bila yên wan jî ew bibe.
Îro dîsa parêzer û malbata birêz Öcalan nikarin ku herin serdana Öcalan. Dîsa wek berê
mana û muçik lê hatindîtine. Vê carê jî keştî naxebitê, ku
keştiya wan serê wan bixwe û elbet rewşa hawa kirin
bahane.
Kekê delal; rewşa kurdên Îraqê ketiyê alozyeka mezin.
Telabanî dîsa wek berê bi serê xwe tevdigerê. Mesût dibêje;
çima me bi hev re peyman çêkiribû, kes bêkesî hereket neke. Celal bi serê xwe ketî
Kerkûkê
Wezîrê dervayî Tirkiyê duh gazî berdevkên Celal Telabanî û Mesût Berzanî kirin û
gotin; em ji axvtinên serokên we aciz in. Eger herdû serok jî bi vê şikle axavtinên xwe
bidomînin, navbera ma xirab bibe bi we ve.
Di serî de Celal Telabaniê poşman bibe. Celal Telabanî dixwazê di sîya vî şerî de polîtîqa
xwe di dewre ke.
**KUSTAH TELABANÎ
Celal Telabanî dibêje; eger Tirkiyê Kerkûkê helne rojava xwe, Kurd jî Diyarbekirê
helnin rojave xwe. Ev jî bibe sebeba anarşiyê li rojavav
Berzanî dibêje baş bş kuTirkiyê nekete herêma me. Eger Tirkiyê di başûra Îraqê kete,
karê me li herêmê ma gelek dijwar bibûya. Ji bo eskerên Îtalî
jî wiha got; eger di bin sîwana esker û rêvebirên Amerîka da
têne herêmê ji bo me baş e. Lê wekî din ne hewceyê ku
eskerên Îtalî bên vir. Li herêma me îstikrarek heye. Li
herêmên dine Îraqê gelek esker pê lazim in. Ma herin wê dere.
Em bi Amerîka bawerin ku ew soz û peymanên ku dayî me bîne cîh. Daxwaza me niha
dewleteka Kurda federale.
**Necatî Özgen: Vax vax! xweskek me tezkerê di meclîsê re derbas bikira. Îro Kurd
nediketin Kerkûkê. Eger tezkerê di meclîsê re derbas bibûya.
Mista ma li ser serê Kurda bûya. Lê em tiştekî din jî bêjin; me
nezanî ku şerê navbera Amerîka û Îraqê de wiha kin bajo.
Rêvêbirên me jî wiha bawer dikirin ku, Amerîka li Îraqê di
tengasiyê keve û yên bên li ber me bigerin. Ew jî çewt bû. Necatî
Ozgên dijminê Kurdayî herî mezine bi destê wî gelek Kurd hatin kuştin û di îşkencan re
derbas bûn. Îro agir bi quna wî ketiye.
**17/04-2003 Birayê Sedam Huseyin Berzan Îbrahim hat girtine. Berzan Îbrahim di sala
1970 an da hetanî sala 1985 an serokê îstixbarata Îraqê bû.
Serok eşîret di berî şer her roj li Ankerê bûn. Li ber me digerin ji bo alîkariyê. Lê niha
ji devê wan jahra marê kur dirêje. Îro serok eşîret dibêjine; Kerkûk bajarê Kurda ye. Îro
Telabanî waliyê Kerkûkê jî diyarkir. Berzanî dibêje; ji me re serkeftinek bû ku Tirkiyê
nekete Başûr.
Tirkiyê li başûra Îraqê polîtîqeka xwe nûh dike dewrê, dibêje li başûra Îraqê ne ku tenê
hêzên Tirkmana hembez dike, Kurdên jî hembez dike. Ew jî birayê me ne.
Em ji vê seatê şûnda polîtîqa xwe başûra Îraqê di ber çavan re derbas bikin. Ne wek berê
hişk herin ser Kurda. Kurd jî merivê me ne.
**Li Kerkûk û Musulê goristanên bêxwedî hatin dîtine. Di goristanekî de 2500 laşê/term
hatine dîtine. Kurdên herêmê dibêjine; ew hemû mirovên me ku ji aliya Seddam Huseyin
ve hatine kuştine. Gelek kes jî bi cilên wan ve bi erd kirine.
**19/04-2003 John Eiber- National Riview
Tirkiyê hetanî deqîqa dawî ye Amerîka bi hêvî kir ku ew li Îraqê ba Amerîka cîh bigirin
û Amerîka jî ji bo wê bi Tirkiyê bawer kir. Lê li deqîqa dawiyê derbeyeka mezin li
Amerîka xist in. Tirkiyê başûra Îraqê jî bi dagirkirine tehdît dike.Amerîka jî ji bo ku
aboriya Tirkiyê li ser piya bigire 30 milyar dolar dabû ser masê. Bi alîkariya abor jî
nema George Bush nûnerên xwe ji bo ku Tirkiyê di nava YE ke seferber kiribûn.
Bi rastî jî Amerîka gelek caran bi Tirkiyê re alîkarî kir û destê xwe di ser Tirkiyê re wek
sîwaneke girtibû.
1-Tirkiyê ji tehdîta Rusya parast Tirkiyê helna nav Nato.
2- Serokê Kurda Öcalan girt teslima Tirkiyê kir. Yanî bi rastî Tirkiyê li ser nirxa xwe
rûnenîşt
Em bên ser Kurda
Li Tirkiyê ji şerê cîhanêyî yekemîn pêva Kurda di bin pesteka mezin da girtine. Bi
şekleka/yontemekî biêş û dijwar îdarê dike. Ew pest û zulma ku Tirkiyê li ser Kurda kirî
ji yên serokê Yogoslavya Milosevic ne kêmtir bûn. Hetanî roja ma îro ziman, çand,
partiyê Kurda qedexene. Ji bo ku Kurd li meclîsê nen temsil kirine, serî li her metoda
dide.
20/04-2003 CNN turk:
Wezîrê dervayî Tirkiyê dibêje; me li seat 07:30 sibê ji wezîrê Amerîka Powell re
telefok kir û got; eger hêzên Celal Telabanî ji Kerkûkê dernekevin, em ê hetanî 2 seata
di başûra Îraqê kevin.
-Birêz wezîr bi rastî eger Amerîka mudaxala vê rewşê
nekira, hûn ê di Kerkûkê ketana?
-Hemû hêzên me li sînor amede bûn. Amerîka li ser şora xwe
sekinî hêzên Celal Telabanî ji Kerkûkê bi derxistin.
-Çima Celal Telabanî kete Kerkûkê?
-Birêz Mehemed Alî wekî hûn jî dizanin di navbera Mesût û Celal da her daîma îxtîlaf
heye. Celal kete Kerkûkê ku hêza xwe siyasî bi ser ya Mesût Berzanî xînin. Yanî
qurnazlixî kir.
-Birêz wezîr ew xebateka we li ser Kerkûkê hebû. We digot; emê ku
balyozxaneke/qonsoloseke vekin. Çi bû?
-Hinek xebatên me ji bo wê hene. Li kederê hemwelatiyê me hene emê li wir vekin. Lê
hê ne zelal e.
**M. Alî Birand Rojnama Postê; Tirkman dost in ma Kurd dijminê me ne?
Birand; Em sibekê ji xew hişyar bûn me Tirkman keşif kirin. Va qirara du salayê ku em
bi pirsa Tirkmanan radibin û rûdinin.
Pekî ma Kurdên ku li başûra Îraqê dijîn dijmine me ne?
Lê ew Kurdên ku em wek dijmin dihesibînin, li welatê me gelek
eqraba û xismên xwe hene.
Mixabin ew xûya/hinbûn/alişkanlixiya me, bi salanê ku em bi herêm û mirovên herêma
re têkiliyeka pag pêk nîna, rojeka bê emê wek can simîdîyekê xwe bi wan bigirin û
bixwazin alîkariya wan bikin.
Sed salê ku dewletên Tirkî li kêleka me li Sovyet dijîn, me nedidîn an ji ji bo xatirê
Sovyetê, em qet nêzîka wan dewletan nabûn.
Em vê ji sedî sed dizanin ew dewletên Tirkî ku li Sovyet dijîn ji Tirkiyê pir hezdikirin.
Lê em ji Rusya ditirsin ji bo wê me xwe nêzîka wan nedikir.
Lê gava ku Împaratoriya Sovyet hilweşiya, em bezin cem wan û me ew hembez kirin û
alîkariya wan bi can û dil kir.
Lê li hikmetê Xwedê mêzeke, em bi dostanî çûn cem wan û me xwast ku nane xwe bi
wan re parva kin.
Lê destê me li wir jî rehet nesekinî, me bi xwe MHP ya xwe jî bir. Heta hineka ji me
xwast ku bi nûnerên MHP e li Azerbeycanê derbe jî bike.
Li Bosnayê jî wiha bû.
Îro jî me Tirkman keşif kirine. Berê jî Tirkman li wê derê bûn. Gelek neheqî û êş jî di
destê Seddam Huseyin da dîtin. Emê hingê li kederê bûn?
Li demê ji bo me Seddam Huseyin girîng bû. Me xwe jî nedî ve lêtêxist. Kîngê Seddam
çû, me xwe bi çar desta gihande herêma ku Tirkman lê dijîn.
Ew rastiyê ke, gava ku em tiştekî dikin, dozaja wî tiştî direvînin. Li Tirkmana xwedî
derkeve û li Kurda jî wek dijmin binêr e. Nabe.
Me hertim qerta Tirkmanan ajot ber Kurdên Başûr. Armanca me li herêmê ne ku em
Tirkmana xelas bikin, armanca ma ewil ku em li herêmê bibin astenga dewleta Kurd. Bi
vê polîtîqê ji em li cîhanê wekî nîfaqkar-fesad hatin hesibandin û dîtine.
Ji vê seatê şûnda em bixwazin jî û nexwazin jî Kurd bi çavekî baş ne li me û ne jî li
Tirkmanan dinêrin.
Kurd me wek dijminên serekê dihesibînin. Îro li herêmê şerekî qiran qirana/dijwar heye.
Yanî Îraqê tê parva kirine. Kurd û Ereb, Ereb û Kurd ketine qirika hev.
Em çi dikin. Em jî dixwazin Tirkmana jî bajon nav vî şerî.
Ez bawerim em pir pêşve diçen. Em ê li pêşerojê gelek zerarê bibînin.
Gava ku em dengê xwe ji bo Tirkmana bilind dikin, dengê Mesût û Celal Telabanî jî li
hember me berz û bilind dibe. Têkliya navbera me Kurdê din ê herêmê jî xirab dibe.
Ew polîtîqa me jî min difikirîne û difikarane/endîşelendiriyor.
Yanî Mehmet Alî Birand bi me dide nîşandanê ku Tirk ketine kedere ew dera xirab
kirine û li wê derê provakasyon, qontra, rûreşî, bextreşî û bêheyayî kirine. Birêz Qadafî
jî got; ”Maşallah Tirka li qirna 20 an Bosneyî keşif kirin û ew misliman kirin”.
**Zawê Seddam Huseyin îro hat teslima nûnerên Amerîka bû.
***22/04-2003 Jay Garner li Silemanyê bi girseka gela mezin hat pêşvazî kirin û pişt
re bi Celal Telabanî ve hevdîtin pêk anîn. Mêvan û serokê me yî
ezîz piştî Silemanyê derbasî Musulê bibe.
**Tirkiyê ji bo ku alîkariya ku Amerîka dide Kurda asteng bike, serî li her metodan têxe.
Îro jî gelek qamyon dan sekinandine û gotin; şoferên wan PKK e yî ne. Ew
erzaqên/barên ku dibin ne ji bo Kurdên Başûr ra ye. Ew ji bo PKK e yî yan raye.
Kekê delal Ehmed Kaya û Burhan Karadeniz îro 23/04- 2003 a ye.
Li welatê Roma reş her tişt û her bûyarên ku diqewîmin bi zanistî li dijî Kurda dibe.
Ji destpêka her sê mehe zivistanê pêve li ser serokê Kurda birêz
Abdullah Öcalan tecrîdeka pir girana pisîkolojik didome.
Li her carê ku parêzer biçen İmralîyê rewşa hawa wek asteng
didan ber parêzera û destûr nadidan ku malbat û parêzgerên
Öcalan herin serdana Öcalan.
Lê îro hewa vekiriye, dinya gelek xweş e, li ezmanan roj dibirqê û dinya xweş e.
Li nîvê rê/orta Behrê.
-Em nikarin herin Îmraliyê!
-Çima birêz qomutan? Em hetanî nîvê rê hatin. Biqasî nîv seatê ma ye ku em bighêjin
Îmraliyê.
-Na na. Em nikarin herin. Parêzger û malbata Öcalan li orta behrê vegerin hatin.
04/06-2003 Manşeta Rojnama
HAWAR HAWAR
Ûrperten/îdîaya erjeng! Li Yeşil Yurtê jî bûyareka wiha nexweş bibû. Gû dan gundiyê
Yeşil Yurt e.Kekê delal elbet ew bûyarên bi vî rengî ye nemirovatî li welatê me gelek
bûn. Ji wan kesan yek belediyê reîsê Amedê yî kevn Felat Cemil Oğlû bû.
Birêz Felat wiha dibêje; «Eşîreta me li Amedê gelek mezin e. Di dest me da gelek gund
hene. Dewletê wek Kurdên din eşîreta me li her dewerên
Tirkiyê belav kirin û hinek jî sûrgûn şandin. Rojek ji meha
gulan 22 mehe bû, sal 1982 esker polîsan hatin ez girtim.
Min nizanî wan ez ji bo çi girtim. Ez birim qereqol li min
dan. Di bedena min da ruh nehîştibû. Vê carê jî gotin tu li
ser piya bisekinî. Ez sekinim. Demekê min li ber xwe da
ku ez pêkên xwe bi erdê nekim, lê ez westiyam pêka min bi erdê bû.
Gotin ceza!!!
Li kêleka min qanalasasyon hebû. Eskerekî deriyê qanalasasyonê vekir çengek gûh di
devê min da. Vê carê jî gotin tu ku vî gûyî bicûyî. Min bi seatan ew gûya cû. Meriv
nikare tifa erdê ke jî. Çimkî suç e, ceza yê.
Didanê devê min hemû zêr bûn. Bi rojan bîhna gû ji devê min neçû. Hevalan anîn hemû
didanên minê zêrînî bi bend kişandin û yek jî dan min gotin ma ji te re xatire be». Wênê
qampa sêwazê
**Rewşa Başûra Îraqê ji qontrola me giran giran derdikeve. KDP û YNK û PKK e
hêzên xwe nêzîka hev dibine. Çekên ku ji ordiya Îraqê mane, hersê rêxistin li hev parva
dikin. PKK e bi barên qamyona çek birin li çiyayê Qandil lod kirin.
**KDP e cîh da PKK e jî. Niha PKK e di bi navê rêxistineka din da li başûra Îraqê
partiyeke ava dike.
*** JAY GARNER îro jî hat Erbîl e. Bi Mesût Berzanî ve hevdîtin pêk anîn û got; em
ê niha li ser axa Kurdistanê ne û Kerkûk û Musul bajarê
Kurdistanê ne. Kurdên ku dema Seddam Husyin re goç/nefî kir
dikarin di bin sîwana me da dîsa herin malên xwe.
**Serokê me yî Amerîkî Jay Garner îro jî derbasî Musulê bû. Dîsa wek berê ji aliyê
girseyek gel ve hat pêşwazî kirine û got; em bi Kurda ve di nava şîrîkiyeka baş da kar
dikin.
**YNK e li Bexdayê 9 buroyên xwe siyasî vekirin. Nûnerê YNK e got; li Bexdayê nîv
milyon Kurd dijî, em ji bo ku emra û xizmetê wan kevin van buroya vedikin.
***24/04-2003 Medya:
Jay Garner Kerkûk bajarê Kurdayê û ya wek bajarê Kurda jî bimîne. Tirkiyê ji vê
gotinê Jay Garner gelek aciz bû. Tirkiyê hema gazî balyozxana
Amerîka kir û got; Jay Garner dibêje; Kerkûk bajarê Kurdayî
qedime. Mesût Berzanî û Celal Telabanî û Jay garner destê xwe
kirin destê hev bajar bi bajar digerine û mesaja ji me re dişînine.
Jay Garner dibêje; emê modela demokrasiya ku Kurda li herêmê
xwe ava kirî, emê li Îraqê ava bikin.
*****Seat 23:10 nûçeyeka flaşşşşşşşş li hemû dinya yê belav bû. Cîgirê Sedam Huseyin
Tarik Azîz hat girtine. Tarik Ezîz di nava rejima Îraqê de gelek xwedî soz û gotin bû û
wî gelek wazifên pêwist girtin. Yanî şîrikê Seddam Hesyin bû.
25/04-2003 Medya: Tirkiyê îro dîsa balyozxana Amerîka gazî wezerata derva kir.
Dibêjin çi ji devê Jay Garner tê wiha dibêje. Ma! Jay Garner hetê xwe bizane. Zêde
diaxive.
**Nêzîka Musulê goristanekî bênavî mezin hat dîtine. Mirovên tê da hemû bi cil bûn.
**Li gor îstixbarata me PKK e gelek çek birin çiyayê Qandil. Di nava van çekan de
gelek çekên giran jî ketin destê PKK-KADEK e.
Li aliyê din nêzîka 365 PKK e xwastin ku derbasî Tirkiyê bibin.
Kekê delal Ehmed Kaya û Burhan Karadeniz îro 25/04- 2003 a ye.
Ew gotineka kevna heye dibêjin; ”Tirk gurê ku xwe di postê berxika werda ne” Hemû
karên bi qirêj rûreşî û bextreş û provakasyon karê Tirkê spinê.
Li gor rojnama TIME e heftê ku borî bi qasî 25 eskerên Tirka bi
çekên mezin derbasî Başûr bûn. Ji bo ku hêzên Amerîkî û Kurd
ferq nekin. Ew dûv ereba erzaqê re wek alîkar diçên.
-Nûnerên Amerîka li Kerkûkê ew girtin û ji wan pirsî gotin, hûn
kînê û karê we çiye û herne kederê?
Şehîdên delal; Îro dîsa Leyla Zana û hevalên wê li ber dadigehên bûn. Dîsa dadigehê
tahliya(berdana) wan red kir.
Wek berê dîsa heval û dostên wê li dadigehê amede bûn. Ji Almanya Claudiya Roth û
Keça Kurda di parlaman YE da parlaman li dadigê hazir bûn.
*** Gava ku tîmên taybetî li Kerkûkê hatin girtine. Serokwezîrê Tirk hema civînek pêk
anî û piştî civîne derket pêş rayagehştî wiha got; « Em polîtîqa xwe ji bo başûra Îraqê
diguherin. Me berê hemû mafên Tirkmanan diparastin, lê ev polîtîqa çewt bû. Kurdên
ku li başûra Îraqê dijîn jî birayê me ne. Êdî polîtîka ma li herêmê bimeş e, him li ser
Kurda û him jî li ser Tirkmana bibe».
Piştî vê civînê serok wezîr ji rayagehştî ra da zanine va polîtîqa xwe nûh.
Ev civîna di navbera serokwezîr, serok komar û serokfermandar û serokê îstixbaretê da
pêk hat
***Medya 27/04-2003
Eskerên Amerîka duh ji pêşmergeyan xwastin ku ew ji nava bajarê Musulê biderkevin.
Di navbera eskerên Amerîka û pêşmergan da pevçûn çê bû/li
hevxistin.
Amerîka ji Kurda bi warekî resmî xwast ku ew di demeka kin
da dest ji çekên xwe beridin. Pêşmergê li Musulê bi çekan
negerin.
**Tirkiyê di bin şevê re çekan dide Tirkmana. Duh bi şev gava ku nûnerên îstixbarata
Tirkiyê çek didan Tirkmana, ew çekan hinek di dest Tirkmanan da teqîn.
**Wolfowitz cîgirê wezîrê parastine: Dibê ku serokwezîrê an serok komar Îraqê Kurd
be. Em bi Kurdan bawer dikin. Çima li pêşeroje Kurdek nabe serok wezîr.
Niha Ankerê hatiyê ber biryardayine ku Polîtîqa xwe ji bo Başûra Îraqê zelal bike. Kîjan
polîtîqê li herêmê bide meşandine. Em vê ji bîrnekin başûra
Îraqê ji bo provakasyona û bûyarên negatif vekiriye. Li her
demê dikare ku çalakiyên kom kujiyê pêk bên.
Em vê ji baş dizanin pêşveçûyinên li başûra Îraqê pêk tên
Tirkiyê ne hindik pir aciz e. Tirkiyê politîqa xwe li herêmê hetanî roja ma îro li ser
Kurda dpêk dianî îflas kir. Êdî ji Tirkiyê re tu rê û yordam nemane. Ew çiqas li ber xwe
didin bila ma bidin. Ew çiqas dixwazin pîlkê seatê bizivrînin dema sala 1991 an lê
dereng bû.
Eger Ankerê dixwaze stratêjiya xwe berê bi kar bîne. Divê bi Kurdan re bi alîkar be û
di nava ahengeke da bixebite.
Lê gava ku mirov bala xwe dide polîtîqa Ankerê îro, mirov ti tiştî wiha yî erînî nabîne.
Ji aliyê eskerên ve tê xwastin ku hema herin başûra Îraqê dagir bikin. Wê derê ji Kurdan
re bikin cehnem e.
Ew civîna ku duh 20/04 di navbera Suryê, Îran û Tirkiyê da pêkhatî bi me dide xuya
kirin ku hersê dewlet di polîtîqa xwe kevna ku li ser Kurda dimeşandî bi îsrar in. Ew
dixwazine dîsa wek berê çoyê wan ma li ser serê Kurda be. Lê ji hersê dewleta re jî
derng bû.
***28/04 Medya: Nûnerên meclîsê bi rêvebirê Amerîka Waxler re dibêje; «Em ê
înşallah lewha li deriyê Îraqê ku hatî nivîsandine dibêje ”hûn bi xêr hatin Kurdistanê li
dewesa wê em ê lewha hûn bi xêr hatin Îraqê bibînin. Ji bo me axa îraqê pir pir girînge»
***Ntv: Li bajarê Musulê hakimiyeta Kurda roj bi roj kêm dibe. Eskerên Amerîka
pêşmergê ji nava bajarê Musulê bi derxistin. Qontrola bajer ket dest hêzên biyane
qoalisyone. Îro ji aliyê hêzên biyan ve qonseyeka ji 200 kesî hat ava kirine. Ji bo îdara
Musul e.
** Ankerê mêvanekî xwe yî pêwist pêşwazî dike. Berhem Salih Îro tê Tirkiyê. Piştî
şerê Îraqê va cara ewile ku mirovekî ji qada bilind tê
Tirkiyê.
Berhem Salih bi wezarata derva û bi serokfermandar ve
hevdîtinan pêk bîne.
Muxelefeta Îraqê îro li Bexdayê civiya. Li vê civînê Mesût Berzanî û Celal Telabanî
beşdar nebûn. Herdû serokên Başûr bi qonvoya Amerîka bi
girseyeka gela mezin hatin Bexdayê. Lê tê gotin ku roja
çarşembe jî waliyê Amerîka bi Mesût û Celal re hevdîtinan
pêk bîne.
Nûçeyeka Flaşşşşşşşşşşş Weşanên Kurdî li meha gulan pêş me bên serbest kirine. Di ber
wê qanuna bingehî/anayasa asteng bû. Niha ew astengiya jî radibe.
***29/04-2003 Wezîrê Îraqê yî ji petrol berpirsiyar ji aliya hêzên biyan ve hat girtine.
***Celal û Mesût bi Jay Garner ve hevdîtinên cuda cuda pêk anin. (Karên me ne wek
yê xelkê ne, her tim bi dizî ne) Piştî hevdîtinan vê carê jî Celal bi Mesût ve bên cem hev.
***Îro dozeka din ji aliyê serokê qanuna bingehî li dıji DEHAP e hat vekirin. DEHAP
dewama PKK-KADEK e bğye.
***Wezîrê derva A.Gul ew gera xwe ku bi serokê Suryê Beşer Asad re bike, paşve
xistibû. Lê ew îro wê gerê xwe pêk tîne.
Wezîrê derva bi Beşer Esad ve polîtîqa xwa ku li ser Kurda pêk bînin guftugo kirin.
***Osman Öcalan: «Dewletên kolanyalist li dijî polîtîqa û statûya Kurda, li herêmê
çiqas li berxwe didin bila ma bidin, Kurdê di nava 3 û 4 salan da azadiya xwe bi dest
xwe xînin û di polîtîqa xwe kevn da îsrar nakin.
Em vê ji bîrnekin, qet ti tişt û rewş wek ya berê nabe. Ew
dewletên dagirker di polîtîqa xwe kevna ku li ser Kurda da
diajotî bi îsrar in. Lê ew êdî pera nake.
Li vê derê tiştê herî pêwist kê ciyê xwe çi bibe û qezanca Kurda çiyê?» (Foto Osman
Ocalan li Qibrise ji rojnama Haravgî re )
Kekê delal Ehmed Kaya û Burhan Karadeniz, îro 30/04- 2003 a ye.
Îro dîsa berê Kurdayî berve Îmraliyê ye. Lê nizanim vê carê rêvebirên dewleta Roma
reş li ber parêzer û malbata serok Öcalan kîjan rûreşiyê an
derewa bi bike. Cara berê xirab bûna rewşa hewa û keştiyê xirab
bibû. Nîzanim vêcarê çi bibe?!
10:30 Eskeran biryar dan malbat û parêzgeran ku herin Îmraliyê.
Malbat dikarê bi 15 deqîqa û parêzger jî dikarin 45 deqîqa hevdîtinan pêk bînin. Berê
du seat bûn daxistin yek seat, niha jî daxistin 45 deqîqa.
Birêz Öcalan wiha got;« Eger rewş wiha berdewam bike, cara din ez dernakvim
hevdîtine». Zatên du hefta berê cîgirê serokfermandar gotibû; «Me cezayê îdamê ji ser
wî rakir. Lê em wî wiha sax/zindî bernadin. Em ê giran giran rihê wî jê bistînin»
Birayê Öcalan Mehmet Öcalan wiha dibêje; «Ez û herdu xwîşkên xwe 1500 kilometre
tên caran paşve vedigerin û carana jî qet bi Ocalan re hevdîtina
pêk nînin. Em ji ber vê rewşê bêzar in. Ez îro çûm cem serdozger
got; «hûn bi tenê dikarin 15 deqîqa hevdîtinan pêk bînine. Me
wiha biryar girtiye. Dewlet lingê me dike soleka teng»