Anda di halaman 1dari 33

ARSİVA KURD 2004-3-4

Amedekar:Bargiran

1
Kekê delal Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro 01/03- 2004 a ye.

Îro ji bo me Kurda rojeka dîrokî û xweş e. Dengê me Medya tv ê ji aliya dewleta Fransa
ve bi îhalyên mezin hatibû reşkirin.
Vê care medya tv bû ROJ tv e.
Îro seat li 19:00 bi dengê hunermend, xwarziyê dengbêje mezin
Huseyinê Muşî Delîl Dîlaner vebû. Rojbaş Kurdistan!
«Êdî ti kes nikare pêşiya me bigire. Em zarokên Rojê ne. Em xebatkarên Roj Tve ne. Roj
bi roj ber va Roj e. Roj Tve li gelê Kurd pîroz be»

**Tirkiyê rojnama Ûlkedê Gûndem girtin.

**Li Başûr Îraqê li ser qanuna bingehiya ku destûrê bide federesyona Kurdî, Ereb û
Kurd li hev hatin. Ev federesyona roja çarşembê bê îmze kirin.
Mahmut Osman nûnerê hukumata Îraqê demî û bi polîtîqa xwe
nêzîkî PKK e wiha dibêje; KURDA KURDISTAN RIZGAR
NEKIRIN.
Bajarê qedîm Kerkûk û Musul li dervayî sînorên federesyonê
man.
Bi tenê şansa Kurda ewê ku herdû rêxistinên me PDK û YNK hêzên xwe hikmatî û
eskerî bi yekin û xebateka baş ji bo van herdu bajaran biajon.
1-Federalizma coxrafî/erdîngarî hat qabul kirin.

2-Parlementoya Kurdistanê hat qabul kirin.

3-Rewşa pêşmergan wek berê bimîne hat qabul kirin.

4-Zimanê Kurdî wek zimanekî resmî ye duemîn bênaskirin.

5-Ti eskerên Îraqê bêdestûr hukumata herêmî nakevin Kurdistanê.

2
Ez vê jî bibêjim. Danustandine me Amerîka re ne wiha bûn. Amerîka gelek vaad dan
ne. Lê gava ku serok wezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan çû Amerîka, hertişt jinûva
hat guherandine. Tirkiyê polîtîqa Amerîka ji bo Kurda li herêmê guherand.

***Ankerê ji Amerîka Osman Öcalan pirsî. Ew nûça ku li medya weşîyayî ma rastê.


Dibêjin Osman Öcalan bi sed hevalên xwe ve çûne teslima Amerîkî ya bûne. Rêvebirên
Amerîkî ji wan re gotiyê; xebera me ji ti xeberên wiha nîne. Em
ê li ser lêkolîna bikin û bersive bidin we.

***Hurriyet: Osman Öcalan li dijî DEHAP e cîhat vekir.


Abdullah Öcalan li Îmraliyê bi parêzerên xwe re gotiyê, ma Ferudun Çelik dîsa bibe
namzeta DEHAP e yî Amed e. Lê Osman Öcalan ew pêşniyariya birayê xwe qabul
nekiriye û wî jî xwastiyê ku ma Osman Baydemir bibe namzeta Amed e.
Ji ber vê li hev nahatine Osman Öcalan bi 19 hevalên xwe ve ji partiyê qetiye û çûne
teslima Amerîkî yan bûne.

02/03-2004: Sernivîsa hemû rojnamên Tirk:

PKK E HADEP LI AMEDÊ KIR DU PARÇÊ


Serokê DEHAP e yî berê li hember PKK ya al vekir got; hodrî meydan. Ez namzeta
xweji bo Amedê serbixwe dikim.

Kekê delalÎsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro 03/03- 2004 a ye.

3
Îro dîsa parêzerên birêz Öcalan ji Stanbolê û malbatî wî ji Rihayê ketin rê û hatin Gemlîk
e ji bo serdana birêz Öcalan.
Hertişt normal bû. Keştî hatibû tahmîrkirin, rewşa hewa gelek
baş bû. Parêzera wek berê jî meterolojîyê rewşa hewayê pirsî
bûn. Ne ba û ne jî bahoz heye gotin.
Parêzer û malbata birêz Öcalan di qontrolê re derbas bûn û çûn li keştiyê sîwar bûn û
berva Îmraliyê rê girtin. Lê wek hercar di dilê wan da tirs hebû. Eceba çi bibe! Hevdîtin
pêk bê an na?
Ji her dehdeqîqa carekê li seatê/demhêjmara xwe dinerin.
Ha em gehştin, ha em gehştin! Gava ku 20 deqîqên wan man ku bi Îmraliyê bigehjin. Bi
carekê re berê keştiyê berva Gemlîkê bû.
-Çima birêz qomutan?!
-Em nikarin herin. Li pêş me bahoz heye. 20 deqîqê ma ne.
-Belê ez jî dizanim 20 deqîqê mane. Here li ciyê xwe rûne.
-Birêz qomutan em dikarin sibê an du sibê herin?
-Ez nizanim bi serdozger re biaxive.

***Serokê Balyozxana Amerîka Edelman daxuyanî da got; ti PKK e yî nehatine teslima


me nebûne. Ew nûça derew bûne.
Elbet derew bûn. Lê derew li ba Tirka teva nabin.

***Dereweka din: Osman Öcalan van çima reviyane ma hûn dizanin?. Van rojên ku
derbas bûyî du dawetên mezin li Çiya yê Qandil pêk bûne.
Yek zewaca Osman Öcalan bi keçeka 20 saliya ji wî biçûktir
bûye. Ew keça ji Kurdên Îranê bûye. Yak jî zewaca Nizametin
Taş bûye.

4
Nûnerên dine PKK yî ji xwastine ku bizewicin, lê PKK e destûrê nade ye wan ku ew
bizewicin. Ji bo we tevlihevî derketî ye.

04/03-2004: 24 parlementerên Ewrûpî nûnerê YE. Îro daxuyaniyeka niviskî dan


rayagehştî gotin. Em 24 parlementerê Ewrûpî vê dekleresyonê
ji bo sererast kirina rewş û tecrîta ku birêz Öcalan tê da divê bê
baş kirin, ji rayagehştî re didin zanin.
Kurd bi dil û can aşitî û azadiyê dixwazin. Lê dewleta Tirk her
daîma daxwaza wan red dike.
Asteng kirina parêzerên birêz Öcalan bi Öcalan re hertim tê asteng kirin. Ev jî tiştekî li
dijî mafê mirova ye.
Divê Tirkiyê şert û mercên ku birêz Öcalan tê da baş bike.
*** 05/03-2004: Girîk roja çarşembê qanuna bingehiya Îraqê ji aliyê 26 nûnerên
hukumata demî ve bihata Îmze kirin. Ew qanuna bingehiya ku îmze bibûya, mafe
federalizm dide Kurda.
Li Kerbela û Bexdayê bomba hatin teqandine di van êrîşên bombeyî da bi sedan kesa
jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo vê merasîma îmzê avêtin roja înê.
Lê Şîya li roja Înê jî nehatin.
-Çima ne hatin.
-Amerîka gelek maf daye Kurda. Di serî da mafê VETO bûne daye Kurda.
Roja merasîma îmzê ya ne diyar e.

***Xebereka Flaşşşşş: Serokê şarerdariya Amedê kevn Ferudun Çelik namzeta xwe
şaredariyê serbixwe paşve kişand.
Zatên me jî wiha bawer dikir ku ew ê namzeta xwe paşve bikşîne.

5
*Tgrt roportaj bi serokê SHP e Murad Karayalçin re:
-Birêz Karayalçin tu bi xêr hatî..
-Xêr û silamet û spas.
Birêz Karayalçin wekî hûn jî û rayagehştî jî dizane, hûn pênç
partiyê ku çepê Tirkiyê temsîl dikin û bi hev re hevakrî dikine.
Ne wiha?
Lê ez dibêjim pênç partî, elbet DEHAP çepa Tirkiyê temsîl nake.
-Çima Nake? DEHAP jî partiyeka Tirkiyê û aliyê çep temsîl dike.
-Birêz Karayalçin;tu di salên 1990 an da serokê SHP e bûyî. Te li wê demê wezîrê
dervayî Tirkiyê û alîgirê serokwezîr bûyî.
Tu li wê demê tevlî gelek civînên eskerî-MGK e bûyî.
Hûn li dijî PKK e bûn. Îro çi bû hûn bi partiyeka wiha re hevkariyê dikine?
-DEHAP e bi PKK e ve ti têkilyên xwe bi hev re nîne. Ew tiştekî şaş e. Ez îro jî dibêjim
PKK e rêxistin û partiyeka terorîstê û ezê sibê jî bibêjim PKK e rêxistin û partiyeka
terorîst e.
Em bûyaran rast nabêjin. Gava ku ez wezîrê derva bûm. Min bi hevalên xwe
pêşniyaziyek ji bo pirsa Kurda anî meclîsê. Gava ku min ew pêşniyaziya pêşkeşî mepûsa
kir, erd hêjiya. Qiyamet qetiya. Gelek kesî ez bi îxanet û xiyanetê nav kirim.
Lê çi bû?. Di sala 2002 an da hukumata Ecevit û MHP e Dewlet Bahçelî ew pêşniyaziya
ku min dayî îmze kirin.
Qedexêbûna ser zimanê Kurdî rabû.
Ne wiha bû?
-Belê belê....
Çima we hîngê ji wan va pirsa nekir?
Niha li herêmê şer hatiye sekinandin. Him DEHAP û him jî PKK e yî aşitiyê dixwazine.

06/03-2004: Hurriyet: QELÊM LI SER MASÊ MAN


Duh girîk qanuna bingehî ya Îraqê bê îmze kirine. Lê nebû. Mirazê Kurda di dilê Kurda
da ma.

6
JI QONSEYA KONGRA-GEL MURAD KARAYILAN: Herkesî guh û çavên xwe çar
vekirine ku di nava PKK e da tevlihev bibe û PKK bê belavkirine.
Ez vê bi vekirî dibêjim: Li ser rûyê cîhanê hertiştê bibe, lê APO
citî perçe nabe. Ma kes nekeve meraq nekan.
Hêza me hêza APO ye. Ti hêz û quwet nikarin ku me perçe
bikin.
Ev nûçeyên ku van rojan li rojnama û televizyonan tê weşandin û belav kirin. Nûçeyên
bi meqset û psikolojîk in. Ew kesên di nav me da dixwazin hêza Apociya tasviyê bikin,
nikarin ku bikin.
Wan serê xwe biqûna xwe dane. Me gorev û îdara hinek kesa daye rawastine. Ev rast e.

07/03-2004: Şehîdên delal;

7
Belê şehîdên delal, di nava me da hinek kes hene dixwazin li we îxanetê bikin. Şerê ku
we kirî betal bikin. Li ser xûna we rakevin.Ji wan yek birayê
serok Osman Öcalan û Kanî Yilmaz, Nizametin Taş e.
Şehîdên delal; li vî heftî Tirk li Başûr bûn. Tirk li Îranê bûn. Tirk
li Suryê bûn û Tirk li Kerbela li ba Şîya bûn.
Aman qanuna bingehî îmzê nekin. Eger ku we îmzê kir, hemû mafê di destê Kurda keve.
Roja înê 5 nûnerên Şîya nehatin mersîma îmza ye. Bi nehatina wan dijminên Kurda
gelek şa bûn.
Birêz Mahmut Osman got; „eger vê carê jî Şîya nên merasîma îmzê kirine. Em dizanin
ku em dê vêcarê çi bixwazin“.

***Belê dîsa dewleta Tirk li ber DMME stûyê xwe pêda şikest û li xwe mikûr hat û ji
Kurda lêborîna xwe xwast. Me gundê we şewitand!
DMME dîsa Tirkiyê ji bo gundên Kurda bombekirî mahkum
bû.
Lê di berî biryara dadigehê, şewirmendê Tirkiyeyê ji dadigehê
re namê şand got; „em bi gundiyan ve li hevhatin. Em dikarin
pera bidin wan“. Dewleta Tirk 75 hezara Euro ceza dan gundiyên ku gundê xwe hatî
bombe kirin. Dewlet ji wan re dîsa gundê wan veke û alîkariya wana maddî bike.

Kanî Yılmaz kîyê?

Berpirsiyarê PKK yî Ewrûpa ye bû. Navê xwe yî rast Faysal Dalyancî bû.
Kanî Yılmaz li ser daxwaza parlementerê Îngliza hat Londonê.
Sibê bi birek heval û dostên xwe û parlementerên Îngilîzî ve
Lord Awenbirû ve dikevin rê diçên parlamentoya Îngîlîza. Li
ber deriyê avahiya parlemento polîs wan dide sekinandine û di
serê Kanî Yilmaz re digire, wî bi lez û bezeke diavêjin otomobilê
ji meydana parlemento wenda bûn. Lord Avenbirû bi vê helwestê şaş dibe.
Polis bi wî re dibêje: Em te bibinî qereqol îfada te bigirin.

8
- Ji bo çi dibêje?
- Em jî nizanin. Tu ê ji me baştir bizanî ku çima yê?
- Ez li ser daweta hevalên xwe û parlementerên we hatim vir.
- Em nizanin.

*** Belê ew nizanin. Ferman ji jorda hatiye dayin , ev plana bi hevkariya Almanya û
Tirkiyê hatiye kirin û dwleta Ingliza jî pêk tîne. Elbet dewleta tirk bi milyonan bertîl û
rûşwet dabûn wan, Ji bo ku birêz Kanî di hepisê bikin û navê PKK e wek terorîst
biderxînin. Vê carê Almanya ji bo wî derewên xwe kirin rêz e u gotin. Ew teva çalakiyên
terorîst bûye ji bo wê em li wî digerin.
Doza wî heye-
Birêz Kanî got: Lê ez ji Almanya tê me, we çima ez li Almanya negirt im?
Ew mêrxwaza biqasî du salan di zîndanên Îngilîzanda ma. Îngilterê ew di sala 1997 an
19 tebaxê îada Almanya kir. Qirare şeş heft meha jî di girtîngeha Almanya de ma.
Almanya zanî ku ew bêheqiyê li wî mêrxazî dikine û navbera xwe Tirkiyê jî xera bûye.
Ji bo ku Tirkiyê bitirsinîn. Ew li 6 çilê 1997 an dera dadigehê xistin. Ew ne wek terorîst
darzandin. Ew wekî suçdarekî hat darizandine.
Piştî meheke 11 şibat 1998 an

***Dozgerê Almanya çepemeniyek bi darxist got, Em êdî PKK wek partiyeka terorîst
nabînin û ew serbest berdan.
Gava ji girtîngeha derket wiha got: «Ez ê ji vê seatê şûnda hîng pir bixebitîm, ji bo
partiya xwe, ji bo gelê xwe»
Lê mixabin ew piştî demekê li Başûr hatkuştin. Hineka gotin hêzên tarî û hineka jî avêtin
ser PKK e./ Ew paşê ji nav rêfên gerîla reviyan li Zaxo hat kuştin.

*Kekê delal Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro 8/03- 2004 a ye.

9
Îro heyştê adar e. Îro roja jina ye.
Lê ji bo jinên cîhanê jî rojeka dîrokî û pîroz e. Îro qanuna bingehiya Îraqê ji aliyê nûnerên
hukumata demî ve hat îmze kirine. Di vê merasîmê da bi erebî axaftin hat kirine. Lê
birêz Mesût Berzanî piştî axaftina Erebî bi Kurdî jî axaftineka
kurta bi Kurdî kir.
«Me qet ti caran xwe bi ereban re wekhev/berember hiss nekir.
Lê min xwe îro wek dost û hevalên xwe wekhev hiss kir»
Elbet em bi vê merasîmê pir kêfxweş bû. Dijminên gelê Kurd Tirkiyê piştî merasîmê
giliyên xwe bi Amerîka kirin.
We gelek maf daye Kurda. We mafê VETO daye Kurda. Zimanê Kurdî wek zimanê
duemînî resmî hatiye naskirine.
Wezîrê Amerîka yî derva bi telefon bersiva wezîrê dervayî Tirkiyê da û got; Ew qanuna
bingehî qanuneka demî ye. Ne qanuna aslî ye. Ew qanuna hetanî sala 2005 an derbas
bibe. Ti tiştî ku hûn fikar bikin nîne.
Piştî vê nûçe hema nûçeyeka dina Flaşşşşş hat weşandine.

*** Parêzgerên Öcalan gava ku ji Îraqê vegerin ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirine.
Piştî du seatan hatin serbest berdane.
-Çima hatine binçavkirine?
-Ew parêzgerên Öcalan bûne û çûnê nûnerên KONGRA-Gel ziyaret kirine û mesaja
Öcalan ji terorîstan re birine.
Parêzgeran gotin; na em ne ji bo nûnerên Kongra-Gel çûn. Em jî bona êrîşa ku Helwerê
bûyî çûn sersaxiyê.
Lê dokumantên di dest wan da hemû girtin. (Wênê dayikek li 8 adarê li kurê xwe
digere)

09/03-2004: Duh bi coşeka mezin li Ewrûpa û li Kurdistanê roja jina hat pîroz kirine.
Daxwaza jinên kurd ne daxwaza mafên xwe bûn. Daxwaza wan azadiya serokê xwe bû.

10
***Ankarê dîsa ji Amerîka xwast ku li hemberî PKK e opersyonên hevbeş bikin. Lê
Amerîka ew temînata neda Tirkiyê
-Çima ew temînata neda Tirkiyê?
-Efendim di demeka kin da PKK e belav bibe. Sînyalê belevbûne
tên me.

**Duh di navbera Kurd û Tirkman û Ereban da şer derket. Kurda îmzê kirina qanuna
bingehî bi coşeka mezin pîroz dikirin. Lê Tirkman û ereba ne razîbûna xwe li hember
wan nîşan kir. Kurda gulê bi ser Tirkmanan da berdan, du Tirkman û erebek mir. Piştî
vê buyarê vê carê jî Tirkmana li Musulê êrîşa ser avahiya dewletê kirin heft kes birîndar
bûn.

Ntv e: Şîayên radikal li sînorên Kerkûk û Musulê 2000 hêzên xwe bicîh kirine.
Duh di navbera Ereb,Tirkman û Kurda da pevçûn çê bû. Ji bo wan pevçûn na, Erebên
radikal hêzên xwe li sînorên Musul û Kerkûkê bicîh kirin.
Ew esker bi cihkirina ji aliyê Tirkmanan ve jî hat rast kirin.

Ji Qonseya PKK e DURAN KALKAN: ŞAGIRTÊN SEROK APO LISTIKÊN LI


HEMBERWAN Û LI HEMBER PARTIYA WAN TÊN KIRIN PÛÇ KIRIN.
Endamê Kongr-Gel D. Kalkan diyarkir ku daxwaza taswiyê xwazan bi berxwedana bi
xeta serokatiyê vala hat derxistin.
Tevgera azadî xwaz ji meha tebaxê pêve bi hewldanên taswiyê xwaz rû bi rû ye.
Hinek kes di nava partiyê da dixwazin ku rêxistinê perçe bikin
û îrdadeya partiyê û hevalan bişkenin.
Ew kesên wiha dixwazin, ji aliya partî û serokatiyê ve bêtesîr
kor û poşman man e.

11
Ew ji wazîfeyên pîrozê ku ma dayî wan hatine girtine û me ew sewqa disiplîne kirine.
Ew kesên cudaxwazî, va deriyê şeş û heft mehenê ku rêxstinê nadine meşandine. Li
hember rêxstinê bûne asteng.
Lê daxwaza wan di dilê wan da ma. Şagirtên birêz Apo qomploya wan vala derxistin.
Aliyê Apo bi serket.
Wan cudaxwaza li Tirkiyê jî xwastin planên xwe di rê kin û namzetên serbixwe îlan
bikin. Lê dîsa bi serneketin.
Mirovên wek Ehmed Tûrk e ku keda xwe derbasî vê tevgerê û têkoşînê bûyî,ji xwe re
wek listok bi kar anin.
Kalkan got; helwesta birêz Öcalan ku dernediketî hevdîtinan jî ji bo vê bû.
Birêz Öcalan ew tehlûka wê çaxê dîti bû. Ji bo ku me hîşyar bike û pêşiya wê tehlûkê
bigire dernediket hevdîtinan.

Ez gazî heval û gelê Kurd dikim. Men listika, li dijî wan taswiyê xwaza bibin polat û
daxwaza wan di qirika wan da cihbînin.
Em bi hev re hewldanên Ferhat-Osman Öcalan- Botan Nizametin Taş- Serhat- Xidir
Yalçin û Kanî Yılmaz bisekinin û wan mahkum bikin.

***Berdevkê balyozxana Amerîka Joseph Pennington: Em li ser gotin û peymanên xwe


nî. Em ê bi tirkiyê ve tevhev li dijî PKK e operesyona pêk bînin.
Ew derdorên ku dibêjin Amerîka li ser gotin û peymanên xwe
nesekinî ye û Tirkiyê dixapîne derewa dikine

Kekê delal Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro 10/03- 2004 a ye.

12
Îro roja çarşem e. Berê Kurdayî berve Îmralî yê. Eceba parêzger û malbata birêz Öcalan
li vî heftî hevdîtinan pêk bînin an na?
Nizanim berê Osman Öcalan ber ve kê ye!!
Osman bi 29 hevalên xwe ve ji nava tevgera azadî xwast
qetiyan(reviyan) Nizanim niha di bin baskên kê dane.
Şehîdên delal; hê qomploya 9 cotmehê û 15 şibatê bi dawî nebûye. Wê qomployê perçe
bi perçê dikine rê.
Bi veqatindina Osman û hevalên wî Tirkiyê gelek şa bû. Li rojnama û televizyona ji her
nîv seatê carek nûçê tê nûh kirin.
*PKK tasviyê dibê!

*Amerîka ew soza ku dabû me, niha soza xwe tîne cîh.

*Mîlîtan bi pera tên firotine.

*Osman keçeka ji xwe 23 sala biçûktir zewiciyê. OBEZ OSMAN/bi mirovên hûr bez re
dibêjin.

**Ji qonseyê Duran Kalkan: medya Kurd: Di nava wê grubê da mirovek heye dibêje; ez
fîravûnê vê rêxstinê me. Îşte îro ev firavûna hatiyê ber derî dixwaze vê rêxistine perçe
bike.
Lê ti kesî ev fîravûna negirte ciddî ye û qabul nekirin.
-Çima rêxistine taswiyê bike?
-Gerîla bêaktivîtêt ma ye. Bi kêrî ti tiştî nayê. Ciwaniya me li
çiyan derbas bû. Êdî herkes serbestê kî çi dike bila ma bike. Yên
ku dixwazin ma herin malê xwe yên naxwazin jî ma li Başûr bimînin.
Lê em rê nadin ku Osman bi hevalên xwe ve keda ma sîh sala vala derxînin û li ser
xwîna şehîda rakevin.

**Medya: Ma hûn dizanin PKK e çima perçe bûye?

13
Gava ku taqima me millî gol avêtiyê, Osman Öcalan şa bûye. Cemil Bayik jî li Osmen
qahirî ye û gotiyê tu şa bûyî. Lê Tirkiyê dijmine me. Osman bi hevalên xwe ve çûne
teslima Amerîka bûne.

**Milliyet: MILLÎTANÊN KU BÊN/WERIN FIROTIN E.


Osman Öcalan soz dayê Amerîka ku PKK e belav bike. Osman di nava şeş û heft mehan
da çar caran bi rêvebirên Amerîkî ve hevdîtin pêk anîne.
Osman Öcalan bi Amerîkîyan re gotiyê; me bi hevalen me ve li
Norveç e bi cî û war bikin, em jî gerilla taswiyê bikin.
Piştî van hevdîtinan Amerîkî yan jî soz dayê wan ku wan li
Norveç cî û war bike.
Peyman hat îmzê kirin, Osman Öcalan gruba xwe amedekir ku herin Norveç e û
Gerîlayên di binqontrola wî da jî girîk herin malên xwe.
Lê wekî wî xwast nebû. Duran Kalkan li dijî Osman derket, planên Osman serûbin bûn.
Duran Kalkan dibêje; Osman gerilla bi pera difroş e.
Bi gerîla re dibêje herin malê xwe. Komek gerîla jin revandin birin ciyekî ne nas.

**Şafak: AMERÎKA PKK E DIŞOPÎN E


Van rojan di nava PKK e da gelek bûyarên balkêş dibin. Ew bûyarên ku dibin nûner û
rêvebirên Amerîka bi baldariyeka mezin dişopînin.
Amerîkî dibêjin; em destûrê nadin ku rêxistineka terorîst
aktivitêt û faliyetên xwe li Îraqê bidomîne. Bi çi awayî dibê bila
ma bibe. Emê Îraqê ji terorîsta paqij bikin.

11/03-2004 Wezîrê Dervayî Îraqê Hoşyar zebarî: DIVÊ TIRKIYÊ XWE TEVLÎ
KARÛBARÊN ME NEKE.

14
Zebarî Tirkiyê rexnekir. Çi mafê Tirkiyê heye ku xwe bê tevalikarû barên me bibe. Ev
der ne Tirkiyê. Ev der Îraq e. Tirkiyê ti mafê xwe nîne ku qanuna
ma bingehî rexnê bike û ji qanuna me aciz bibe. Ew fikarên
Tirkiyê bê war û cî ne. Kîngê me qanunên Tirkiyê rêxne kirin,
ma Tirkiyê jî qanuna me rexne bike.

Kekê delal Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro 12/03- 2004 a ye.

15
Îro dîas roja ku Leyla Zana bi hevalên xwe derbikevin pêşberî dadigehê.
Dîsa wek berê mêvanên me qedir bilind ji Ewrûpa
ketibûn rê hatibûn ku doza Leyla û hevalên wê
bişopînin.
Vê carê ne Leyla hatibû û ne jî hevalên wê.
Serdozger gazî penerê/bekçî ber derî kir, ma Leyla û
hevalên wê bên hûndir.
-Leyla Zana, Hatip Dicle, Orhan Doğan, Selim
Sadak bên hûndir.
Parêzer Yusuf Alataş.
-Birêz dozger Leya wan nehatin dadigehê!
-Çima ?
-Ew 11 e caran derketin pêş/dadigehê. Hûn bi wan henekên xwe dikin û wan biçûk
dibînin.
-Kî wê dibêje. Ez û mûwekîlên min dibêjin.
-Pekî..... doz pênç deqîqa navbere dide.
Piştî pênç deqîqa.
-Dozger dibêje. Em dozê davêjin 2 avril e.
-Birêz dozger, ew dê hîngê jî nen dadigehê.
-Çima?
-Ew dadigehê protesto dikine.
-Eger cara din jî nehatin. Em dikarin dozê bi dawî bikin.
-Zatên doz bi dawî bûye.
Dozger serê xwe dihêjine.

***Tirkiyê gelek aciziya xwe li dijî qanuna bingehiya Îraqê nîşan da. Ew acizbûna xwe
ragihande Amerîka.
Li ser daxwaza Tirkiyê îro nûnerê Amerîkî li Îraqê hat Tirkiyê.
-Tirkiyê ragihand nûnerê Amerîkî, fikarên me hene, ji bo başûra Îraq e..
-Belê ez fikarên we fêm dikim. Ne hewceyê ku hûn fikaran bikin. Me temînata paraztina
axa Îraqê dabû we.

16
Ew qanuna ku derketî qanuneka ne daîmî ye. Ew qanuna demî ye. Piştî meha hezîrane.
Ew qanuna bê guherandine. Li Îraqê hertişt di bin qontrola me daye.

SEAT 14:00 Nûçeyeka FLAŞŞŞŞŞŞŞŞŞŞŞŞŞ


Îro piştî nîvro di navbera Kurdên Suryê û erebanda musabaqa fotbolê pêk hat. Gava ku
taqima Kurda Gol/qol avête ereba, di
navbera wan da pevçûn çêbû. Di vê
pevçûne da 27 xortên Kurd hatin kuştine.
Di demeka kin da ew pevçûnê zivirî
şerekî mezin. Niha Kurda malên ereba
dane ber êgir û avahiyên dewletê
dişewtînine. Peykerê Hafiz Esad
rûxanidin û dewsa ala Suryê, ala Kurda li
herderê tê deliqandine. Rewş li Suryê ne baş e.

***Duh jî di navbera Kurdên Îran û eskerên Îranê da, li bajarê Senendej û mêrwanê
pevçûn çêbûn.

Kekê delal Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro 14/03- 2004 a ye.

Kurdên Suryê û Kurdên Îranê li ser piyabûn.

17
Duh muxaberata Suryê bi temamî li gund û bajarên Kurda dagirkiri bûn. Kî dihat ber
lepên wan ew digirtin û dibirin Şame. Xortên di jorî
15 salan re hemû kom dikin û li qamyonan
sîwardikine û dibine Şamê. Li nava bajer qetliyamên
mezin dibin.
Li gor nûçeyên Suryê 14 kesan jiyana xwe ji dest
dane. Li gor nûçeyên Kurda û Retur e 70 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi sedan û
dusedan jî birîndar hene.
Tirkiyê li sînorên xwe ve esker kom kirine û esker derbasî tekaûze kirine. Deriyê
Cilwêgöz û deriyê Nisebîne hatine girtine.

***Hêzên parastina gel daxûyanî da rayagehştî û wiha got; «Ger rewş wiha bidome, em
dê bêdeng namînin. Divê rewşa awerta ji ortê rabibe»
Kurd li Ewrûpa ji bo birayên xwe di nava çalakiyan dane. Kurda sefarata Suryê li
Brûkselê dagir kirin.

***Dengê Amerîka: Di nûçeyên xwe da ciyekî mezin da qetliyama ku li Suryê dibin.


Ereb êrîşa ser Kuda dikin.

Birêz Mesût Berzanî daxuyaniyek da rayagehştî em piştgiriya Kurdên Suryê dikin.


«Ew kurdên ku ji ber zor û zilma suryê birevin an direvin, em dikarin wan wek penabar
qabul bikin. Qanuna bingehiya miweqet ya Îraqê û Kurdistana
federal rê dide, hemû penebarên ku ji perçeyên din yên
Kurdistanê direvin qabul bike û wan biparêze û wan paşva
neşîne welatê ku ew jê hatî.
Di benda qanuna me ya 19 an qanuna bingehî da hatiyê nîşan kirin.
Mesût Berzanî desthilatdariya Suryê rêxne kir got; Divê problemê kurda bi aşitî û di
nava çarçeveka demokratîk da bê hal kirin. Bi zextan û zilmê nayê çareserkirin. Eger ku
bi zext û zulmê bibûya Seddam Hiseyine çareserbikira.
Pişt re wiha got; mafê milletê Kurd heye ku dewleteka xwe ya serbixwe ava bike. Hemû
kurd li hemû perçayên Kurdistanê mafê serxwebûn azadiya xwe bi destxwe xînin».

18
**Medya Tirk: Ew bûyarên ku li Suryê dibin, me didin fikirandine. Gava ku bûyar pêk
hatin. Tirkiyê hema nûnerekî xwe şandin Suryê. Eskeriyê hetanî dev devê nîvê şevê
civîn li ser civînan pêk tînan.

15/03-2004:
Li kolan û sûkên bajarê Kurda Ereb sloganên nijad perestiyê davêjin. Em bi can û bixwîn
li cem te ne ey Sedam. Ev dera ji Kurdan bibe goristan. Kêm bibin herin ba Celal û
Mesût. Ev der welatê me ye. Ne welatê we ye.
Ereb li qamyon û otomobola sîwarbûne û li benda bersiva rêvebirên hukumatê ne ku
êrîşa ser Kurda bikin.

Medya Kurd: Berxwedan û raperîna Kurda li suryê her ku diçe mezin û fıreh dibe. Îro
serhildan gehşt HELEB e. Bi deh hezaran Kurda xwe pêşandin pêk anin. Serokên Suryê
bi eşîretê Kurdan re danûstandine dikine.
Bi deh hezaran leşker û polisan gund û bajarên Kurda dagir kirine.

***Serokê MHP e Dewlet Bahçelî dibêje; Ez bala milletê Tirk dikşînim bûyarên ku li
Suryê dibin. Du roja di ber wê li Îranê Kurda serî rakir. Îro li Suryê serî rakirine. Sibê jî
ewê li Tirkiyê serîrakin. Ew gav bi gav berve dewleteka kurda serbixwe diçen.

**Financial Times: FEDERALIZMA LI ÎRAQÊ TIRKIYÊ DIDE TIRSADINE.


Gava ku qanuna bingehiya Îraqê hat îmzê kirine. Tirkiyê fikarên xwe gihandin
rêvebiriya Amerîka. Amerîka ji bo ku fikarên Tirka nerm bike û dile Tirka helne
nûnerekî xwe li Îraqê şand Tirkiyê. Lê Tirkiyê dîsa îqna nebû. di navbera wan da ne
razîbûn derket.
1-Me ji we xwast ku hûn PKK e taswiyê bikin, we nekir.
2-Tirkman we li dervayî meclîsê girtin.
3-Ew qanuna bingehî gelek mafan dide Kurda.
3-Zimanê Kurdî we wek zimanê resmiyî duemîn qabul kir.

19
**Medya Tirk: Em bala hukumatê dikşînin ser bûyarên li Suryê dibin.
Duh Kurda gelek avahiyên ereba şewitandin û piştî nivê şevê jî kurê qaymaqam kuştin.
Di navbera Kurda û eskerên Suryê da carcaran pevçûn derdikevin

Kekê delal Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro 16/03- 2004 a ye.

20
Îro 16 emîn salavegera komkujiya bajarê Helepçê ye. Komkujiya Helepçê hê êşa xwe
di dilê Kurdan da tezê ye û birîna Helepçê hê
jê xwîn û jar jê diheriqe. Serokê Qonseya
qoalisyona hêzên Amerîka Paul Bremmer îro
li Helepçê bû. Dibêje; «Ez soz didim we ti
carên din komkujiya wek ya Helepçe din
nabin. Ez gelek kêfxweşim, ez îro li ba we û
li birêz Mesût Berzanî û Celal Telabanî me”.
Ji çavên Kek Mesût û Mam Celal stêrkên êş hatin xar e.

*** Belê Kek Mesût digirî, dayik digirîn, sêwî digirîn. Lê kêfxweşbûn jî heye, êdî reber
û serokên wan jî hene. Gelê Kurd bi hatina Mam Celal,
Kek Mesût kêfxweş bûn.
Şehîdên delal, min got birîna Helepçê hê diheriqê. Rastê
hê diheriq ê. Hêzên tarî dîsa dixwazin ku Helepçeka din
û bûyarên sînema Amûdê li dijî Kurda pêk bînin.
Li Amûd ê jî 360 şagirtên dibistana seratayî kirin hundirê salona Sînemê û agir berdan
canê wan. Îro dîsa li Suryê gelek welatparêz hatin kuştin. Mixabarata Suryê ew gulê
baran kirin. Li Helebê 3 kes û li Efrînê jî 4 kes şehîd ketin.
Berdevkê wezarata derva yî Amerîka Suryê hişyarkir; bila ma rêza we ji hindikayên nav
we re hebin. Zextên li ser Kurda bidin rawastine. Kurdên li Ewrûpa dijîn jî bi meş û
xwepêşandinan dewleta Suryê faşist şermezar kirin, piştgiriya birayên xwe dikin. (wênê
zarokên di sînema Amşdê hatî şewitandin)

Kekê delal, Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro17/03- 2004 a ye.

21
Îro roja çarşembî yê. Wekî em dizanin roja çarşembê roja serdana birêz Öcalan e. Heftê
ku borî parêzgerên birêz Öcalan bi wezîrê dadê re
ketin têkliyî û xwastin ku ew astengiyên li dijî wan
dibin bên bidawîkirin. Lê vê carê wezîrê dadê soz
dabû wan ku êdî ti kes li dijî wan astengiyan
dernexînin. Eger roja çarşembê nebe, dibê ku roja pênçşemî an roja înê hevdîtin pêk
bên.
Li vê çarşembê ti astengî dernektin. Malbata û parêzeran birêz Öcalan re bi biêz Öcalan
re hevdîtin pêk anin.
Birêz Öcalan bi parêzerên xwe re mesaje şand; ”Divê xwedî li Kurdên Suryê derkevin
û piştgiriya wan bi hercureyî bê kirin”.
Şehîdên delal, pevçûna di navbera Kurdên Suryê û rejima baas da îro jî dewam kirin.
Dîsa şehîd hene, dîsa birîndar hene.
Li gor gotinên şahîdan, hemû girtingeh ji xort û keçên Kurda tijî bûne. Li ser wan îşkencê
û tedayên mezin dibin.

*** Duh li Efrînê 300 000 Kurd hatin cem hev û rejima Baas şermezar kirin. Eskeran jî
gule berdan ser meşvanan.
Qomutan û rojnamevanên bi eslê xwe ereb li Tirkiyê dijîn xwe gihande dostên xwe Surî.
Em amedenê ku alîkariya we bikin. Em ji bo vê pirsê pispor in.

** Washington Post: Divê piştgiriya Kurdên Suryê bê kir in.

*** Wezîrê Tirkiyê derva (Şafak): Kurd tên kişkişkirine. Me di ber wê jî bi nûner û
rêvebirên Amerîkî re got; hûn şaştiyê dikin. Li vê herêmê nekokiyan dikine navbera
cîrana. Ew mafên ku we dayî Kurda me, Îranê û Suryê bêzar û aciz dikin.
Lê em ne bawerin ku Suryê destûr bide an li çavê xwe bigire li hember Kurda ku
çalakiyan bikin.

22
*** Rojnamvanên bi ramanên xwe nêzîka dewletê: Em hukumatê hişyar dikin. Ew agirê
ku li kêleka we vedikeve cîhştiyê, hûn bi Qibrisê da ketine. Li Suryê û Îranê bûyarên
ciddî û me ji nêz ve elaqeder dikin dibin.

*** Nûçeyeka Flşşşşşşşşşşş: Alîgirê serokfermanda Başbûğ li Amerîka ye. Îro danê
nîvro bi serokfermandarê Amerîka MYERS daxuyanî dan
rayagehştî û herdu ya jî li pêşberî rojnamavana deklerê kirin ku
politîqa wan a li hember PKK e wek hev e. Emê di demeka
nêzîka da li Îraqê PKK çareser bikin.

**Cnn Turk: (îtraf/mikûr) Ev çalkiyên ku li Suryê dibin, dikarin bên pijiqandine Tirkiyê
jî.
-Em ne bawerin ku ew çalakiyan bipijiqên Tirkiyê. Îro Kurd ne li herêmêka tenê dijîn.
Li her dewerên Tirkiyê hene û dijîn. Eger çalakiyên wek yên Suryê bibûyana. Yê li sala
1991 an û 93 an bibûyana. Li wê demê me nedikarî ku em di herêmê kevin.

**Îro 19/03-2004 a ye.

23
Îro heft rojin ku gelê Kurdên Suryê di bin zor û zilma rejima Baasê dane. Laşê xortên
me li kolanan genî dibin. Mixabarata Surî destûrê nade ku ew
dera derva kevin. Îro dîsa sê xortên me hatin şehîd kirin.
Sibê li her deverên cîhanê meş û protosto li hember rejima Baasê
bên li darxistine.
Tirkiyê berê xwe ber ve Suryê kiriye, wan bûyarana bi baldarî û
bi tirs dişopîne. Qomutanên xwe şandin Suryê. Rojnamevanê bi eslê xwe Surî Husnî
Mahal jî şandin. Wî bi deqîqe deqîqê agahî didin Tirkiyê Ma hûnê musterih bin. Hertişt
di bin qontrola Suryê daye.

19/03-2004 Medya: Alîgirê serokfermandar Başbûx ji Amerîka vegerî û hat.


Dibêje; em bi rêvebirên Amerîka ve li ser gelek xalên ku PKK e bi taswiyê bikin li hev
hatin.
-Kîngê?
-Zeman neda me. Înşallah di berî meha tebaxe.

Kekê delal Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Îro 20/03- 2004 a ye.

24
NEWROZ SERHILDANE, SERHILDAN AZADIYA BIRÊZ ÖCALAN E
Sibê Newroza pîroz e.
Îro Kurd li Almanya bajarê Hanowerê Newroza xwe pîroz dikin.

Lê, guh û dilê wan li Qamişlo û li Hesekî û li Efrînê. Zarokêkî biçûk dibêje; xwaskek ez
bi dûmanê agirê Newrozê bûya me û biçûyama teva dûmanê ku li Qamişlo û Hesekî
bilind dibe bûya ma.
Îro jî gelek dost û hevalên me hene.
Qardînalê Fransî bi dijminê Kurdan re wiha dibêje; «Hûn dikarin kulîlkên bûharê yek û
yek jê bikin. Lê hûn nikarin tabîata zept bikin. îro ez vê girseya gel wekî kûlîlkên azadî
û aştiyê dibînim»

***Medya BBC: Rêvebiriya Amerîka Suryê tûj rexne kir. Ma ji hindikayên nav ve re
hurmet û rêz a we hebe. Ew Kurdên ku we girtî binçava hemûyan berdin.
hukumata Suryê jî mecbûrî ma, hemû girtiyên binçavkirî serbest berdan.

25
Ji qonseya KONGRA-GEL Murad Karayılan daxuyanî da çepemeniyê û got; “Em
piştgirya birayên xwe ku li Suryê dijîn dikin. Em destûr nadin ku dewlet Suryê faşist li
dijî gelê me jenosîde pêk bîne. Eger ku ji me were xwastin em ê bi hêzên xwe gerîla
piştgiriya wan bikin”.

26
Kekê delal Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Volkan Eryiğit, Hasan Îşler
Îro 21/03- 2004 a ye.
Îro Newroz e…..
NEWROZ BI ZEHMET Û BI XWÎN Û BDELEKA GIRAN BI DIJMIN HAT

QABUL KIRIN.
Silav ji we gelî re. Newroz li gelê Kurd û li şehîdên me pîroz be. Newroza îsal ne wek
cajn hat pîroz kirine wekî serhildana Kawayê nemir li her dewerên Kurdistanê bicoş û
şayeka mezin hat pîroz kirin. Li Amedê bi tên 650 000 kom bû. Di destê wan da posterê
serok û di dev û dilê wan da rihê Apociya hebû.
Bi rûhê Apociya diqîr in.”Em bi can û dil li cem te ne ey serok. Kes nikare roja me tarî
bike”.
Gaziya me ji xaînên me ra ye. Em yek beden û yek rih in. Hûnê li kederê ne gotin!
Li Qamişloyê, li Hesekiyê û li Efrînê him şîn hebû û him jî şayê hebû. Wan şehîdên xwe
di dilê xwe da veşartin. Ji bo ku dijmin li wan şa nebe, wan bi serhişkî be jî Newroz li
kolanan pîroz kirin.
Mêvanên me ji Ewrûpa û dewaran din hebû. Feleknaz Uca bi heyeta xwe li Amedê bûn.
Hunermendên me bi salan tirkî distirayî, neviyê dengbêje mezin

27
Şakiro, Özcan Deniz û Mehsûm Kirmizi Gûl û lawê Kurd Ferhat Tunç li Newrozê
hebûn.
Şehîdên me jî li Newroz e hebûn. Ew gotinek heye dibêjin; „ ji merûyê pirskirine û
gotine tu ê ku herî kederê“
Wê bersiv daye û gotiyê ez ê herime HEC e.
-Gotine lê tu Hec ê nagehejî.

-Ez jî dizanim ku ez di Hecê nagejim. Yê bêjin li vê riyê pîroz mir ya ha !


Duh du hevalên me hêja qedirbilind, rojnamevan li vê riyê şehid ketin. Volkan Eryiğit
û Hesen Îşler.

28
***Medya Ntv e: Rojnamevan Faîk Bulut: Gava ku bûyarên li Qamişloyê bûn ez wek
rojnamevan çûm wir. Min bi gelek kesên nas û nenas re dengkir û ji wan pirs kirin. Bi
min re wiha gotin: „Wê rojê Ereb bi aporlorê bi nava bajer
ketibûn û millet gazî maçê dikirin. Gelek kes jî hatibû wê maç
e. Gava ku em hatin ber stadiyom em di qontrolê re derbas kirin
û gava ku em ketin hundirê stadyomê jî em qontrol kirin.
Lê ereb qontrol nekirin?
Na ew qontrol nekirin.
Di hundirê stadyomê da Ereba dest bi sloganên wek piştgiriya Seddam Hiseyin bikin
diqirîyan. „Em bi can û dil li cem te ne ey Sedam ».
Lê we çi kir. Me jî ji bo piştgiriya serokê KDP e Mele Mistefa Berzanî bikin, em qirîyan.
Piştî wê em gulê baran kirin. Li hundirê stadyomê gelek kes şehîd ket. Me bi zorê xwe
ji hundirê stadyomê avête derva. Vê carê jî esker û polîsên Surî em gulê baran kirin.
Piştî deh deqîqa serhildan li hemû bajarên Kurda belav bû. Ereba vê carê jî êrîşa ser
malên me kirin û malên me talan kirin.

**22/03-2004 Duh di ser Tirkiyê re Apocî derbas bûn. Newroz bi duruşmeyên Apo
derbas bû. Di destê herkesî da sûretê Apo û rengên Kurda hebûn.
Medya Tirkiyê sernivîsên xwe wiha bûn. Duh ne Newroz bû. Duh serhildana PKK e bû.
Bi sedan sûretê Apo di destê terorîsta da bû.

** GIRAN GIRAN BER VE DEWLET BÛNE


Ya ku me dipayî hat serê me. Duh Kurdên ku li Îraqê dijîn perê xwe ji derxistin piyasê.
Li ser Dînarê wan sûretê çar Çiya hebû. Çiyakî Tirkiyê, Çiyakî Îranê, Çiyakî Suryê û
yek jî ê Îraqê temsil dikir.

**24/03-2004: JI QONSEYA PKK MURAD KARAYILAN: PKK e JI NÛVA TÊ AVA


KIRINE

29
Karayılan got; Van rojên ku derbas bûyî birêz Osman Öcalan bi hinek hevalên xwe ve
li dervayî Herêma Parastina Medya man. Lê îro ew hevalên me vegerin ciyê xwe. Em
bi hevalên xwe ve li ser pêvajoya ku em tê re derbas dibin bi
rojan li ser sekinin û nîqaş kir.
Em ê politîqa xwe bi temamî li gor pîvanên demokratîk û ji
nûva avabikin. Di vê nûh kirine da emê giraniyê bidin ser
pîvanên demokratîk. Em li gor talîmata serokê xwe hereket
bikin. Ev daxwazên serokê me ne.

**26/03-2004 Medya: Wezîrê parastineyî Amerîka Donald Rusfeld duh bi


rojnamevanan re axivî û rojnamevanekî ji wî pirsî got; birêz
Rumsfeld. Hûnê kîngê li hember PKK e digel Tirkiyê ve
operesyona bi darxînin ?
-Ez nikarim bersiva vê pirsê te bidim. Eger min bikariya jî min
bersiv vê pirsê nedida.

**Seat 22:00 Nûçeyeka Flaşşşşşşşşş li medya Tirk.


Di navbera gruba Osman Öcalana û gruba Cemil Bayik da pevçûn derket.
Heftê ku borî Osman bi 100 hevalên xwe ve ji nav gerîla riyiyabûn. Gava ku Osman bi
hevalên xwe ve vegeriyan ji aliya gruba Cemil Bayik ve hatin dorpêçkirin, şer çê bû.
Osman rivandin birin ciyekî nenas.

Kekê dela Îsmet Baycan, Engîn Sîncar, Sema Sağlamgöz, Volkan Eryiğit, Hasan Îşler,
Îro 28/03- 2004 a ye.

30
Îro li welatê Roma reş hilbijartinên mehalî hene. Partiya me DEHAP e bi çar partiyên
Tirkiyê ku çepê Tirkiyeyê temsil dikin re hevkarî çê kir.
Lê li aliyê din rastgirên Tirkiyeyê û çepgirên Tirkiyeyê wek
TKP, digel faşistên Tirkiyê, hurik û çûçikan hêzên xwe li
hember van partiyan kirin yek di bine sîwana AKP e da gehştin
hev. Çepên me, rêxistinên me ku dibêjin em welatparêz in,
dekleresyon li ser dekleresyona weşandin. Dengên xwe nedin hevakaran DEHAP e.
Dengê xwe bi namzetên serbixwe din.
Şaredariyên Bîngol. Wan, Sêrt, Ararat ji dest DEHAP e derket ket destê AKP ye.

**30/03-2004 Medya Roportaj bi serokê SHP e Murad Kara Yaliçin re:

-Birêz Karayalçin hûn li hilbijartina bi ser neketin. Çima?


-Rast e. Dengên ku me hêvî dikirin dernektin.
Ez bawerim sebeba wê jî Mesût Berzanî û Celal Telabanî bûn.
Wan peyam dan gotin dengê xwe nedin partiya Kemalîsta.
Kurda jî ew guhdar kirin. Bandora Mesût li ser Kurda gelek e.
Li Tirkiyê jî gelek kes û şexsiyetan li dijî me probaganda kirin. Di ser da CHP e bû.
Deniz Baykal digot; dengên ku hûn bi SHP e din, ew dengan diçen DEHAP-PKK e. Pir
tesîra xwe li ser gel bû.

**31/03-2004 a ye. Parêzgerên birêz Öcalanê biyan Mark Muller û bi parêzgerên wî


Kurd ve îro çûn serdana birêz Öcalan. Li 9 hezîranê doza birêz Öcalan li DMME heye.

31
Îro birêz Öcalan bi parêzgerên xwe daxuyaniyek şand û di daxuyaniya xwe da wiha got;
«Divê DMME mecbûrê min guhdar bike. Eger dadigeh min guhdar neke, ez wê
dadigehê wek perçek ji lîstoka ku li dijî min hatî kirine
binirxînim.
Birêz Öcalan wiha didomîne; rewşa tenduristiya min ne baş e.
Şert û mercên ku ez tê da ne şert û mercên mirovatiyê ne. Ez li
vir li ber xwe didim. Lê tiştin hene ne bi destê minin. Mînak wek rewşa tenduristiya
min»
Şehîdên delal; alaniya hilbijartina didome. Dizî û felbaziya Roma reş li Kurdistane yek
û yek derdikevine ortê.
Nizanim li kederê listeyên dengdane hatine şewitandine, li kîjan sergoyî listê hilbijartina
hatine dîtine.

32
33

Anda mungkin juga menyukai