Anda di halaman 1dari 73

ARŞİVAKURD 2018 04-05-06

Amedekar Bargiran

1
01/04-2018 a ye..

Belê şehîdê delal Cîhan kit, şahdeta te li ser gerîla û gelê Kurd bandoreka giran cîhşt,
lê, ciyê te yî vala mayî bi dehan keçikên me gerîla tijî kirin. Em bi wan û bi we
serbilind in. Hûn her bijîn. Şerê Efrînê bêsekinadain didomê, derbeyên giran li

2
dijminan tê xistin. Rehet be, ez ji sed sed bawerim ew qehremanê me dagirkera ji
Efrînê derxînin, ala we li Efrînê biçikînin. Ji ber ku Efrîn warê bav û kalê me ye. Em
xwediyê Efrînê ne.

Belê şehîdên delal, hesap û plan li ser Kurda tên kirin. Li demên pêş me li dibe ku li
Tirkiyê hilbijartin pêk bên. Erdogan ji bo ku dîsa bibe serok komarê Tirkiyê çi ji destê
wî bênamûsî tê wê zulmê neyartiyê li Kurda dike. Bi deh hezara di girtingeha da
girtine. 3 roja di ber ve 141 sal ceza li 16 HDP li ya birî.

Erdogan her roj derdikeve pêşberî rayagiştî hejmara terorîstên hatî kuştî ji rayagiştî re
radighîne, wan ne bilind dike. Danê sibê hejmara terorîstên hati kuştine 3 hezar 821
bûn. Lê gava ku dêl û dêlêgûrên xwe dan dûv xwe çû hatayê hejmar bû 3 hezar 852 e.
Li Bakûra Kurdîstanê 61 terorîst kuştine, li Başûr 90 terorîst kuştine. Gava ku wî ew
derewan dikirin Ajansa Firatê ragihand ku Balafirên şer ên Tirk gundên Qeladizê û
Qendîlê bombeberan dike.

*** Min got, dêl û dêlêgurên xwe dane dûv xwe çû Hatayê wek serfermandar an ser
qomutanekî ji eskeran re axivî û cilên eskerî li xwe kirin. Xwe bi dagirkirina Efrînê
xwe pesand.

Kî bûn ew dêl û dêlêguran wî. Ibrahim Tatlises, Yavûz Bîngolê bi eslê xwe Kurd
hebûn. Orospê Beyoxluyê hebûn. Hulya Koç Yigit, Sibel Can, Muazez....

Erdogan bi Îbrahim Tatlises stranek jî stirand ”Efrîn me têr nake herin Minbîcê jî”
Hunermenda hêja Ayşê Şan bi wî re dihot ”Dînîkî”

3
Wêne: 1- Li Qereqolê Tirkiyeyî sînorê Rojava Ibo stran sirandin. Te meêzekir Efrîn
nexweş e, here Minbîcê jî bigee ware

Wêne: 2-Orospê Beyoxliyê li Sînrin

Ser fermandar Erdogan li Sînorê Rojava ye

4
5
Bi êrîşa Efrînê ne bû, vê carê jî êrîşa dijminê Musluman Îsraîlê û serokwezîrê Îsraîlê
dike ”Tu serokê dewleta teroreyî, te Gazzê dagir kiriye, Filîstînliya dikujî 16
welatiyên me Filîstînê, ji te re bûn qurban” Natanyahû
bersiv da ger ez qetîlîm tu jî Qesabê Efrîne yî. Em ji
qetîla dersê wernagirin” Lê tu li rastiyê geriyî yek ji yekî
ne kêmtire. Yek Kurda dikûjê ê din Filîstîniya dikuje.
Herdu jî ava bi gû ne.

Recep Tayyip Erdoğan and Benjamin Netanyahu are two sides of the same coin

*** Ew çav boyax kirî hemû ji bo ku hilbijartina qezenç bike dike.

Lê qehramnê Kurd li wî li eskerên wî ye Efrîn dagir kirî didin. Hejmara kuştiyên xwe
veşer dikin. Li Efrînê wesaita eskerî li Maînê qelibî eskerek me şehid bû 3 esker jî
birîndar bûn. Lê ne wiha ye. Eskerên Erdoganê bi pera nawêrin derkevin derva jî.

6
7
Warin em guh bidin ser nûçeyên Anf e. Ka çi bûye?

YPG/YPJ'ê li navenda Efrînê lê dan: 12 dagirker hatin kuştin

Şervanên YPG û YPJ'ê danê vê sibehê li navenda Efrînê li leşker û çeteyên Tirk xistin.
Di encamê de 12 çete hatin kuştin.

"Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a


Berxwedana Serdemê ya Efrînê de,
şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) îro danê
sibê du çalakî li dijî çeteyên dewleta Tirk a
dagirker li navenda bajarê Efrînê li dar xistin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin.

*** Çalakiya duyemîn jî li dijî komeke çeteyan li derdora çerxereya Kawayê Hesinkar
hate kirin. Li wir jî 3 çete hatin kuştin."

Di çalakiya YJA Starê de 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, 10'ê Adarê li Şirnexê di


çalakiya gerîlayên YJA Starê de 11 leşkerên Tirk
hatine kuştin.

Di meha Adarê de 99 leşker li Bakurê Kurdistanê hatin kuştin

Çapemeniya Tirk ji nedîtî ve bê jî, meha Adarê di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA
Starê de herî kêm 99 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Bi sala 2018'an re şerê li Kurdistanê derbasî asteke bilind bû. Li gorî daxuyaniyên
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, di meha Adarê de li Bakurê Kurdistanê
di 30 çalakiyên cuda de herî kêm 99 leşkerên Tirk hatin kuştin. Encama gelek

8
çalakiyên gerîla jî nehate tespîtkirin. Di van
çalakiyan de bi dehan wesayitên leşkerî hatin
rûxandin, gelek malzemeyên leşkerî jî hatin
desteserkirin.

LI BAZÎDÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

*** Li herêma Demîrkapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê, artêşa Tirk 3'ê Adarê dest bi
operasyonê kir. Hêzên gerîla dor li leşkerên Tirk girtin û 4'ê Adarê lê dan. Li gorî
daxuyaniya HPG'ê 9 leşkerên Tirk li vir hatin kuştin ku yek jê fermandarekî yekîneyê
ye.

8 LEŞKER LI ÎDIRÊ HATIN KUŞTIN

6'ê Adarê li nêzî Deriyê Sînor ê Dîlûcû yê Îdirê gerîla li dijî wesayiteke leşkerên Tirk
çalakiya sabotajê kir. Wesayit teqiya û 8 leşkerên tê de mirin.

LI ŞIRNEXÊ 15 LEŞKER, LI ÎDIRÊ JÎ KONTRAYEK HATIN KUŞTIN

*** Roja 8'ê Adarê li navçeya Aralik a Îdirê li nêzî Deriyê Sînor ê Dîlûcû komeke
kontra ku rêya ewlekariyê çêdikirin bû hedefa gerîla. Di encamê de kontrayek hate
kuştin.

*** 10'ê Adarê gerîlayên YJA Starê li 4 wesayitên zirxî yên leşkerî yên ku li rêy
anavbera Şirnex û Îkîzceyê kontrola rê dikirin xistin. 11 leşkerên di wesayitan de hatin
kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

LI BAZÎDÊ 26 LEŞKER HATIN KUŞTIN

*** 12'ê Adarê li geliyê Birnê Ruto yê nêzî gundê Kulê yê navçeya Bazîd a Agiriyê,
gerîlayan du wesayitên leşkerî yên ku personelên îstîxbaratê tê de bûn teqandin.

9
*** Êvara heman rojê wesayiteke kîrpî ya ber bi qada Demîrkapi ve diçû hate
rûxandin. Di çalakiyan de 26 leşker hatin kuştin ku kontra û personelên îstîxbaratê jî tê
de bûn.

DI NAVA ROJEKÊ DE LI ÇELÊ Û ŞEMZÎNANÊ 4 ÇALAKÎ HATIN KIRIN

*** 13'ê Adarê li girên Koordîne, Xeregol û Şikêr ên navçeya Çelê ya Colemêrgê li
dijî leşkeran 3 çalakî hatin kirin.

*** Heman rojê li girê Gumbet ê Şemzînanê jî li dijî leşkeran çalakiyek hate kirin.
Encama van çalakiyan nehate zelalkirin.

LI BRADOSTÊ 17, LI GABARÊ LEŞKEREK HATIN KUŞTIN

*** 15'ê Adarê li mintiqa Bradostê li girê Masîroyê gerîla li leşkerên Tirk xistin. Di
encamê de 8 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li navçeya Basan a Şirnexê li dijî tabûra Findikê çalakî hate kirin, leşkerek
hate kuştin.

*** 16'ê Adarê li mintiqa Bradostê di navbera leşkerên TC ên xwestin xwe bigihînin
ser girê Partîzanê û gerîla de şer derket. 2 leşker hatin kuştin.

*** Heman rojê li girê Masîro çalakî hate kirin. Li vir jî 7 leşker hatin kuştin.

12 LEŞKER LI BRADOST, AGIRÎ, BEDLÎS Û ŞIRNEXÊ HATIN KUŞTIN

*** 17'ê Adarê gerîla li qereqola Serêkanî ya navçeya Bazîd a Agiriyê xistin. Di 3
çalakiyan de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

*** 18'ê Adarê li dijî tabûra Milê Gurya ya navçeya Cizîrêy aşirnexê çalakî hate kirin.
2 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

*** Li qada Çiyayê Bizina yê Çiyayê Gabarê, du çalakî li dijî leşkerên Tirk hate kirin.
3 leşker hatin kuştin.

10
*** 19'ê Adarê li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Masîro derketin operasyonê çalakî hate
kirin û 2 leşker hatin kuştin.

*** 19'ê Adarê li dijî leşkerên Tirk û kontrayên ku li qada Mêrgelo ya Bedlîsê derketin
operasyonê û dar dibirîn, gerîla çalakî kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin, 4
leşker jî birîndar bûn.

3 LEŞKER LI ŞEMZÎNAN Û BEDLÎSÊ HATIN KUŞTIN

*** 21'ê Adarê li tepê Xwedê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkeran çalakî
hate kirin, 2 leşker hatin kuştin.

*** 22'ê Adarê li qada Şêx Cuma ya Bedlîsê li dijî yekîneyên operasyonê hêzên gerîla
du çalakî kirin. Leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

DI 5 ÇALAKIYÊN CUDA DE LI COLEMÊRGÊ 6 KONTRA Û LEŞKEREK


HATIN KUŞTIN

*** 23'ê Adarê li dijî leşkerên Tirk ên ji girê Şundirê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê
ber bi geliyê Deştanê ve diçû, gerîla çalakiya sabotajê kirin. Gelek leşker hatin kuştin,
lê belê hejmar ji aliyê HPG'ê ve nehate zelalkirin.

*** Roja 28'ê Adarê wesayiteke kontra tê de bûn ku ji qereqola navbera gundên
Kendalokê û Alyawa yên navçeya Geverê derket, bû hedefa gerîla. 6 kontrayên tê de
hatin kuştin.

*** 29'ê Adarê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê du çalakiyên cuda hatin
kirin. Bi qasî ku hate tespîkirin leşkerekî Tirk hate kuştin.

11
02/04-2018 a ye...

Wazîfêyên xwe pîroz bi cîh anin. Ji gelê Êzîdî re gelek rêxistin û avahiyên perwerde
bûne, ciyên olî vekirin û parastin. Li pey xwe artêşeke mezin a Êzidiyan (YBŞ/YJŞ)
ku dikare gelê xwe biparêzin hiştin û çûn. Bi piranî avahiyên perwerdeyên eskerî
avakirinku ew ji kurma, mêşa, mara mişka biparêzin

Îro bi merasîmekê ji Şengalê veqetin. Lê ne veqetîneka ne ji dil bû. Gurên har boçê
xwe kirine nav ranê xwe dixwazin êrîşa wan bikin.

Gelê Şengalê bi merasîmeke bi heybet gerîla bi rê kir

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê yên li Şengalê bi merasîmeke bi heybet xatir ji gelê
Şengaliya xwestin û ji herêmê çûn.

Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku 3'ê Tebaxa 2014'an bi hawara civaka


Êzidî ya Şengalê hatin, di nava çar salan de gel parastin û kirin ku civaka Êzidî bibin
xwedî hêza xwe. KCK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan bi rengekî serketî erk
û wezîfeya xwe bi cih anîne û ji ber ku civaka Êzidî êdî dikare xwe bi xwe biparêze,
gerîla dikarin bi dilrehetî vegerin qadên xwe.

12
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Kelar li merasîmê axivî û destnîşan kir ku gerîla
heta niha bûne parçeyek ji têkoşîna mezin a li Şengalê û ji niha û pê ve jî wezîfeya
wan a sereke wê parastina vî gelî be. Kelar diyar kir ku bi dilekî rehet ê ku wezîfeya
xwe ya parastina jiyana mirovan bi cih aniye, ew vedigerin qadên xwe yanî vedigerin
çiyayên azad.

Kelar got, "Em îro li Çiyayê Şengalê li hizûra şehîdên xwe merasîmekê dikin û koma
xwe ya dawî ya gerîlayên HPG û YJA Starê ji
Şengalê derdixînin. Dema ku em bi hevalên xwe
re ji bo parastina Şengalê hatin vir, armanca me
ya destpêkê parastina civaka Êzidî û gelê herêmê
bû. Gerîlayên me bi rengekî bê kêmasî ev
wezîfeya xwe bi cih anîn. Civaka Êzidî qedîm û
bi rûmet e. Ji ber vê yekê parastina vê civakê
wezîfe û şerefa me ye. Dilê me rehet e ji ber ku
me ev wezîfeya xwe bi cih anîne."

Medya Doz Şengal wiha dibêje; Derwêşên dilê me

13
"Dema hûn hatin we ji me re av, nan û dilê xwe yê pak anîn. Em jî we bi gulan û bi
dua Tawizî Melek bi rê dikin..."

Şahidiya rojên dîrokî dibe barekî giran û dikeve ser milê mirovan. Dîtina her gava li
welêt tê avêtin, berpirsyariyeke dîrokî dide mirovan. Min wêneyên gerîla kişandibû ku
4 û 7'ê Tebaxa 2014'an li ber fermana Şengalê rabûn û ji çiyê berê xwe dan Şengalê.
Wê wextê her kes gelekî xemgîn bûn, gelekî bi hêrs û bi rûmet bûn. Di destê hemûyan
çek, nan û av hebû. Gava ku xwe digihandin kê, jiyan didan wan. Bi çekên xwe mirov
parastin, av niqutandin ser lêvê qelişî yên zarokan. Ji bo mirovên birçî, ruhên xwe
mîna genim hêrandin û kirin nan. Ji bo mirovên ji mirinê tirsiyan û hovîtî dîtin, bûn
hêvî. Destê xwe dan destê bi hezaran însanî û baweriyeke mîna çiya xistin nava kefa
destê wan.

14
15
16
17
18
19
20
21
Şer giran e.....

Balafirên Tirk bê navber herêma Efrînê û gundên Başûra Kurdîstanê bombe baran
dikine. Li Bakûr operesyonên qirkirine û girtinê didomin. Îro li Waê 14 kes hatin
girtin.

Erdogan îro hejmara terorîstên kuştî bilinda 3 hezar 872 ya kir.

Lê piştî vê nûçê Spîkêrê tv marşa şehîda lêxist. Gelê me şehîdên xwe bi girseya gel
oxir dike. Elbet hejmara nabêje....

HPG: Li Amedê wesayîta leşkerî hate îmhakirin, 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Amedê li dijî
wesayîteke leşkerî çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de wesayît hatiye îmhakirin
û 8 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan a li Amedê


daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Riyad Coban spartin axê

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG'ê Riyad Coban ê bi guleyên Artêşa
Tirk li ser sînorê Kobanê û Bakurê Kurdistabê hate şehîdxistin, li goristana Şehîd
Dicle spartin axê.

22
23
Bu halk onlari ne çok sevdi, onlar da bu halk için nelerden vazgeçmedi ki ? Mesela
henüz 20‘sinde iken ugruna ölecek kadar gemileri yakmis olmak gibi. Shengal‘den
ayrilan gerillanin arkasinda biraktigi Sengalli çocuklar.

Wêne: 1-

Wêne: 2-

Wêne: 3-

24
Wêne: 1-Li Îmraliyê bûyarên nuh, Radyo û televizyonê Ocalan destê serkirin

Wêne: 2- Amerîka sewqiyata xwe ya Minbîcê dewam dike, rêza sewqiyatê gehştiyê 2
klm ya

25
03/04-2018 a ye.....

Ji ber ku nûçeyên Efrînê di sosyal medya da belav kirine 1091 kes hatine binçav kirin,
ji ber vê pravakirine 61 kes hatin girtin, 75 kesa derketin dervaya ji Tirkiyê lê hatiye
kirin, 150 kes di bi edlî qontrolê di binçava daye.

II

3 dewletên bêhêvî xwe bi Rusya ve girêda ne. Rusya rabe radibin rûnin rûdinin. Suryê,
Îran û Tirkiyê. Ger serok dewletê Suryê Esad xwe neavêta hembeza Putin, niha ji
kîngê pêva ava serê wî kelî bû û ew li ba
bavê xwe bû. Erdogan di sala 2015-16 an
da wek qehremanê bêçek êrîşa Rusya dikir.
Lê wek kuçikekî jî poşman bû. Min çi kir?
Ji bo ku navbera xwe Rusya/Putin baş bike,
ji dewletên Turkî tu serokwezîr,
serokdewlet, wezîr neman hemî kirin
navberê, me bi Putin ve li hev bînin. Me
şaşitî kir em ji aliya FETO ve hatin xapandin. Ên ku balafrira Rusya xistî FETO cû
bûn. Li ber gerin û sergerîne piştî 2 sala firêngî, xiyar û kundir firotin Rusya yê. Lê hê
kontenjana Frêngiya ne ji sedî sede jî. Putin Erdogan anî ber lingê xwe bazara S-400
Fûzê bi wî re kir. Ji bo Putin bazareka giran bû. Bazara Mavî Akimê enerjiyê bi wî re
kir, bazareka giran bû. Lê hê jî Erdogan kontenjana frêngiya ji sedî sed nekiriye.

Belê, di nava wan 2 salan dawî da Putin 8 cara hat Tirkiyê, îro cara 9 dibê mêvanê
Tirkiye yê. Li ber wî xaliyê sorik rêxistin ew li Ezmanê xwedê pêşwazî kirin. Wek
bêjen, Tu li kêderê ma yî xelaskarê me.

26
Li seatên danê Nîvro digel Putin temelê Akkoyu enerjiyê avêtin. Lê çavê Erdogan li
Îranê bû ku serok dewletê Îranê Rûhanî bê. Li seatên 15:00 an Serok dewletê Îranê
Rûhanî hat. Ew jî bi xaliyê sorik merasîma dewletê hat pêşwazî kirin. Hersê serok sibê
dê li Stanbolê ji bo Suryê li hev bicivin û hevdû pîroz bikin. ”Em ji Kurdîstana mezin
re bûn asteng”

Belê rast e. Bi piştgiriya Rusya Efrîn dagir kirin.

Gava ew bûyaran li Tirkiyê dibûn. Ji Amerîka ji Cento agahiyên balkêş dihatin. Cento

hevkarên me li Suryê YPG/PYD e. Serok dewletê Amerîka gotinên xwe heftê berê
dubarê kirin. Em dê xwe ji Suryê bikçnin. Bila hinek dewletê din xwe bi mijara Suryê
re mijûl bikin

CENTCOM komutanı Votel, YPG'nin Efrin’e gitmesinin IŞİD'e karşı yapılan kendi
operasyonlarını etkilediğini YPG'yi de 'sahadaki ana ortağımız' olarak tanımladı.
Votel, Suriye'deki ABD varlığıyla ilgili olarak da, "Halen IŞİD'ın faaliyet gösterdiği
alanlar var ve operasyonlara devam etmemiz gerekir" ifadelerini kullandı.

Wêne: 1-Amerîka ji herêmê kişiya meydan ji 3 lîdera re ma

Wêne: 2-Temelê Akkoyuyê digel Putin bê avêtin

Wêne: 3-Li Minbîcê demek bi hereket, tê gotin ku hêzên Fransa li sînorê Tirkiyê ne
derbasî Minbîcê bibin.
27
Wêne: 1- Kurdê ji Efrînê vegerî dibêje, YPG destûr nade gel bê malên xwe, ciwana bi
darê zorê digirê nav gerîla

Wêne: 2-Êdî Conî jî we xelas nakin, dawiya we hat

Wêne: 1-Ew wêneya YE û Trump dide hesûdandine

Wêne: 2-Biteqê DYA Patla Nato hevdîtina 9 emîn pêk tê

Wêne: 3-Serfermandarê Tirk Akar bi hevalêbendê xwe yî Rus re hevdîtin pêk anî

Wêne: 1-Li navenda Efrînê gerîla çalekî pêk anî 13 nunerên Oso û esker hatin kuştin

Wêne: 2- HPG li Amedê lê da 8 mirî

28
Wêne: 1-Trump dixwaze hêzên xwe ji Suryê vekşîne, min bi wezîrê parastine re
hevdîtin pêk anî

Wêne: 2-Temelê Akkoyuyê digel Putin hat avêtin

Wêne: 3-Em ê radestkirina S- 400 hê pêşva bavêjin 2019 dibe. Ne tenê peymanên
parastine hatin îmze kirin. Gelek peymanî dine aborî jî hatin îmzekirin

Wêne: 1- Em Kurd xwe ji bo Filîstînê bi darda dikin dibêjin Îsraîlliya axa Filîstiniya
dagir kirine û Filîstîniya dikujin. Ji bo Filîstiniya me bi sedan şehîd dan. Wazifeyên
xwe Enternesyonalîstê şoreşgerî anin cîh. Lê serokê Hamasê Halît Meşal binerin. Halît
Beg heval û dostê Erdoganî herî giran e. Ji bo dagirkirina Efrînê şabûna xwe tîne
ziman û Erdogan pîroz dike.

Wêne: 2- Îro dewletên Yekitiya Ereba ji bo bombebaran kirina Israîlê Filîstîne li hev
dicivin ku Israîlê şermezar bikin. Bila bikin. Natanyahu faşist, qetîl ê.

Lê îro 65 rojin Efrîn ji aliya Erdogan ve tê bombe baran kirin, li hejmara Tirkiyê 3
hezar 872 kes hatine qetil kirin. Ma Kurd ne muslumanin?

29
04/04-2018 a....

BÊŞIK ÎRO ROJBÛNA BIRÊZ OCALAN E. PÎROZ BE PÎROZ BE, HEZAR SALÎ BIBE

Gelê Kurd îro li çar aliya Kurdîstanê û cîhanê her ciyê ku Kurd lê heyî rojbûna serokê
xwe pîroz kirin. Ez jî bi dil û can rojbûna wî pîroz
dikim. Ciwanên Kurd dîsa wek berê soz dan ku ew ê li
wî xwedî derkevin, girtingeha Îmraliyê bi serê
Erdogan de hilweşînin.

Îro ji berbenga sibê de bi hezaran ciwan kal û pîr


ketibûn rê herin mala serokê xwe. Lê polîsê Tirk heftekî berî wê rojê pîroz rêya mala
ku serok ew lê hatî xwedê girtibûn û nasnama
gundiyên diketin Helfetiyê derdiketin qontrol
dikirin.

Îro 4 nîsanê vê sibê gelek polîsa avêt ser mala biryê


Ocalan hinek kesên nêzika malbatê bi biryara
Serdozgeriya Komarê, Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî û rojnamevan
Haci Yûsûf Topaloglû jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. Lê dîsa jî ciwanê rê dîtin
xwe gihandin mala serokê xwe. Bijî ciwanên Kurd û têkoşîna wan

30
.

31
Gava ku bi hezara Kurda rojbûna serokê xwe pîroz dikirin

Du şaredariyên din ên Îtalyayê Ocalan wek ”welatiyê xwe yê birûmet” nîşan dan.
Beriya niha şaredariyên Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano û

32
Pinerolo Ocalan kiribûn "welatiyê xwe yê rûmetê".Bi vî rengî hejmara şaredariyên
Îtalyayê yên Ocalan
kirin welatiyê xwe,
bûn 9.

Li herêma Molise ya
Îtalyayê, şaredariya
Castel de Guidice ya ser bi Şaredariya Bajarê
Mezin a Iserniayê û şaredariya Castelbottaccio ya
ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a

Parêzerên Ocalan, nûnerên Buroya Enformasyonê


ya Kurdistanê û nûnerên zêdeyî 15 komele, sazî û rêxistinên xwecihî yên herêma
Moliseyê wê tevlî merasîmê bibin.

Her wiha wê hunermendên navdar ên herêma Moliseyê Alessia D'Alessandro, Diego


Florio, Stefano Sabelli û karîkaturîstê navdar ê Îtalyayî Zero Calcare tevlî merasîmê
bibin.

II

3 ŞEYTAN DÎSA GEHŞTIN HEV

Belê rastê 3 şeytan gehştin hev. Ew hersê şeytana li welatê xwe gelên nav xwe qir
dikin lê mixabin ew îro hatine krîza şera Suryê çareser
bikin, gelê Suryê ji Esad xelas bikin!

Lê ew 3 şeytan bûn. Şeytanên Îraq û Suryê di nava wan


da tune bûn. Tê gotin ku ew her 5 şeytana civîna mezin
li Tehranê bikin. Dibê ku Erdogan li tehranê here rûyê Esad.

Îro li Ankarê Rusya, Îran û Tirkiyê li hev rûniştin, ku Suryê û herêma Rojava wek
cawê bidin ber meqesê birîn li hev parva kirin. Ew der ya te, ew der ya min, û ew der
ya Tirkiyê. Amerîka di nav da tune.

33
Lê ev ne parva kirina ewil e. Li sala 1639 an Qesrî Şîrîn jî li hev rûniştin welatê me
kirin çar perçê her perçeyek da dest gurek har. Ew gurên har ew rojayê va roja ye Kurd
kirine bin zulm zordariya xwe.

1920 yılında Osmanlılar ve İtilaf devletleri arasında Parisin SEVİR kasabasında bir
antlaşma imzalandı. Fırat kıyısında bir Kürdistan kurulmasını da ön gören bu antlaşma
tarihte SEVİR antlaşması olarak anılmaktadır. Bu antlaşma sonucunda Türk-Fransız
çatışmaları 1921 yılında durdu. Fransızların kontrol ettiği “Osmanlı” toprağı üzerinde
anlaşma sağlanamadı.

Pekî wan hersê şeytana ji rayagiştî re gotin çi û çi derew kirin?

Serokê dewletê Îranê û serok komarê Tirkiyê bi ”Bîsmîllahîrahmanîrahim” dest bi


axavtin û derewê xwe kirin. Gelek xemgîn bûne ku li herêma Rojhilata Navîn dayik
digirine, zarok sêwî diminine. Êdî bes e em dawiyê li vê hovitiyê bînin.

Erdogan wek pişqûla ji devê wî derkeve. ”Warin em li herêmê nêzika sînorê me benda
ewlehiyê danin û xaniya ji penebaran re çê bikin û wan ji kona xelas bikin û ji kona
dakevin xaniyên xwe. Ez vê pêşniyariyê ji serokên birêz re dikim.”

Lê deng ji tu serokê derneket. Dizanin Erdogan derewa dike. Lê ne tenê Erdogan hersê
jî derewa dikin.

*** Pêşniyariya min a duyemîn, em hersê dewletên Garantor digel hev bixebitin
terorîsta ji Till Rifatê derxînin.

34
*** Bi hevkarên xwe ve Minbîcê ji terorîstên YPG paqij bikin li wê derê jî digel hev
bixebitin.

*** ERDOĞAN: SURİYE'DE HUZUR OLMADIĞI SÜRECE TÜRKİYE'DE DE


HUZUR OLMAZ

Ruhanî: Ne tenê hinek terorîst a. Hemû terorîsta û terorîstên ku mal milkê xelkê
didizin û talanê dikin jî derxînin/ Yanî hevalbendê Erdogan nunerê OSO.

*** İran Devlet Başkanı Ruhani ise "hiçbir ülkenin Suriye'nin geleceğine tek başına
karar veremeyeceğine" dikkat çekti.

"Amerikalılar her gün bir şey söylüyor, ne sözlerine ne de vaatlerine güvenebiliyoruz


İran Cumhurbaşkanı Ruhani, ABD Başkanı Donald Trump'ın Suudi Arabistan'a
"Suriye'de kalmamızı istiyorsanız, belki de faturasını siz ödemelisiniz" ifadelerine

*** Erdogan hetanî terorîstek li herêmê dimine em ê li herêmê bin û firsendê nadin
terorîsta ku bên li welatê me çalekiyên terorê pêk bînin.

Putin: Tirkiyê pesand û ji Tirkiyê re spas kir ku wî ew îxalê girana ji 21 mîlyar Dolar
wergirtiye. Bi serê ziman got, Kurd jî xwediyê wê herêmê ne.

*** Rusya Devlet Başkanı Putin ise şu değerlendirmede bulundu :"Bazıları Suriye'de
mezhepsel ve etnik çatışmaları körüklemeye çalışıyor. Rusya, Türkiye ve İran,
Suriye'nin toprak bütünlüğüne bağlılığını teyit etti"

***Putin: Kürt halkı tüm siyasi süreçlere katılma hakkına sahiptir, vazgeçilmez bir
parçasıdır' dedi. Tüm ilgili taraflar uyum içinde çalışmalı. Siysi sürece her halk
katılmalı. Suriye'nin geleceğine suriye halkları karar vermelidir."

***IŞİD, Nusra ve El Kaide ile mücadele var, PYD/YPG yok

Ankara'da biraraya gelen Erdoğan, Putin ve Ruhani zirve sonrası ortak bildiri
yayınladı.

35
Bildiride IŞİD, Nusra Cephesi ve El Kaide veya IŞİD'le bağlantılı tüm diğer bireyler,
gruplar, teşebbüsler ve oluşumların ortadan kaldırılması için birlikte çalışmaya devam
edileceğine dikkat çekildi. Bildiride PYD/YPG ile ortak mücadeleye ilişkin bir
ibarenin olmaması dikkat çekti.

Amerîka got çi û kîjan peyam şandin.

Tramp: Em ê di demeka kin da eskerên xwe ji Suryê bikşînin. Bi gotin û peyma xwe
Trump bû henekên devê Şeytana. Ciyê Amerîka li Suryê
tune.

III

Belê şehîdên me delal, dostên me bi dostanî tên li ser sofra me rûdinin gava ku kar û
barê xwe bi dawî dibe kêrê di sofra me re dikin diçin. Şêx Mahmûr Berzancî gotibû,
Înglîz hatin Silêmaniyê me qimetek pir giran da wan. Me w li ser nîvînê qutlu qumaş
razandin. Lê kêr di sofra me re kirin çûn Kerkûk dan dest Îraq ê.

Ew rûreşiya li dijî kurda pêk tê sed salê dewam dikin. Wiha tê xuyakirin ku hê jî ew
rûreşiyan bidomin, pir biajon.

Em li Başûr bûn şahîdê gelek bûyarên wiha, bi dostanî hatin, bûn mêvanê me. Li
Referandûma li Kurdîstana Başûr pêk hatî bûn temaşevan. Gava Îranê bi hêzên Heyştî
Şabî êrîşa Kerkûkê kirin deng ji tu mêvanên me ku duh li ser sofra me rûniştî derneket.
Li Rojava jî bûn şahîdê wê neyaritiyê. Efrîn bi piştgiriya Îran, Rusya hat dagir kirin û
dan dest hovên Tirk.

Îro jî Şandeyeke Brîtanî derbasî Rojava bû û bûn mêvanê me

36
Hat ragihandin ku îro di saetên êvarê de şandeyeke Brîtanî derbasî Rojava bû, rewşa
Rojava bişopîne û derbarê wê de raporekê pêşkêşî rêveberiya Brîtanyayê bike.

Şande ji Cîgirê Partiya Karkerên Brîtanyayê Lloyd Russell Moel, Sînatorê Meclîsa
Giştî ya Brîtanya Lord Maurice Glassman, Midûrê Buroya Sandîkayan a navneteweyî
Simon Dibbing, Berpirsê Sandîkayên Brîtanyayê Ryan Fletcher û Midûrê navenda
Pêşketinê ya Kurdî Ibrahîm Dogos pêk tê.

Şande li deriyê Sêmalka ji aliyê Hevserokê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê
Ebdulkerîm Umer,
Cîgira wî Senaa
Deham û rêveberên
deriyê Sêmalka ve
hatin pêşwazîkirin.

Şandeya Birîtanî serdana saziyên Qamişlo û birîndarên şer kir

37
Şandeya Birîtanî serdana sazî û desteyên bajarê Qamişlo, her wiha şervanên
YPG/YPJ'ê yên birîndar kirin. Şandeyê diyar kirin ku gelê Birîtaniya bi helwesteke
erênî bi berxwedana şervanên YPG/YPJ' ê re ye.

38
Wêne: 1-

Wêne: 2-

Wêne: 3-

Wêne: 1-

Wêne: 2-

Wêne: 3-

39
Wêne: 1-

Wêne: 2-

Wêne: 3-

IV

Operesyonên qirkirine û şer

4 xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk avêtin ser malên xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û 4


rojnamevan destgîr kirin.

HPG: Artêşa Tirk a dagirker li Sêrtê hate şikandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya "pêngava


şoreşgerî" de gerîla li Sêrtê ketin hundirê çeperên hêzên dagirker ên Tirk û derbên
giran lê dan. Di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku hêzên wan li herêma


Botanê dest bi "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê" kirine.

ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN BIDESTXISTIN

Malzemeyên ku ketin destê hêzên me:

- 2 çekên G3 û 5 şarjorên van çekan, êlekekî êrîşê

40
- 2 çekên AK-47 kalaşnîkov

- Gelek malzemeyên leşkerî.

ÇEKEKE A4 HATE RÛXANDIN

Cenazeyê şehîd Hesen Hemed hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hesen
Hemed ku dema li ser erka xwe bû gihîşt asta şehadetê, li goristana Şehîd Mehmûd
Tumê oxir kirin.

41
42
05/04-2018 a ye...

Duh li Tirkiyê şabûne hebû. Sê şeytan gehştibûn hev ku pirsa Suryê çareser bikin. Lê
armanca wan ne irsa Suryê bû, tirsa di quna wan da bû. YPG ji herêmê derxinin! Lê
wiha nebû. ”Aldar Xelîl dibêje, em bi serê xwe neçûn Mincîbê bi alîkariya Amerîka
çûn, Amerîka bi rêvebirên Tirk re bi rêya dîplomasiyê têklî pêk anin, em derbasî
Minbîcê bûn” ”Em rêxistineka terorîst in”

Erdogan û hevalbendê wî şa dibin ku Rusya nêzika wan bûye. Turizma Tirkiyê mirî
zindî bibe. Şewirmendê Erdogan Kalin derket pêşberî rayagiştî ji Rusya re spas kir ku
ew ê îsal bên betlana/geşta xwe li Tirkiyê bikin 21-22 mîlyar dolar di qasa dewletê
keve. Em ê ji bo Rusya li Tirkiyê şaya bi darxinin û Rusa bi gelê Tirk bidin nasandin.

Hersê dewlet jî di berjewendiyên xwe li Ankarê bûn. Rusya pasta herî mezin ji Tirkiyê
girt çû. Îranê bi Rusya re proje îmzekirin û ji Tirkiyê soza li dijî Esad tuj neaxivê û li
dijî Îranê dijminatiyê neke. Lê Tirkiya belangaz tişt negirt. Nikarî kontenjana frengi
firotine jî bilind bike.

Amerîka di fîtesî paşva çûyine daye. Carna paşva diçê carna pêşva diçe. Niha ciyê xwe
dayê Fransa.

Parlementerê Fransayê: Em bi berxwedêrên Kurd re ne

43
Duh li parlementoya Fransayê civîneke komîsyonê hate lidarxistin û sefîrê Tirkiyeyê jî
tevlî vê civînê bûn. Di civînê de rexneyên giran li dewleta Tirk hate kirin.
Parlementerekî Partiya Komunîst qala ‘barbarî’ û ‘paqijiya etnîk’ kir.

II

Belê şer giran e.

HPG: 9 leşkerên Tirk li Eyaleta Serhedê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çarçoveya "Pêngava


Serketinê ya Şoreşgerî" de ku li Eyaleta
Serhedê dest pê kiriye, 9 leşkerên Tirk
hatin kuştin.

Li herêma Dersimê şer û pêvçûnên giran


hene. Li gor medya Tirka 7 terorîst li
herêmê hatin kuştin di nava wan kuştiyan
da berpirsê Dersimê........ hebûye.

Mevzilerine girildi

Siirt’te Türk işgal güçlerinin mevzilerine giren gerillalar, 15 asker ve kontrayı öldürdü,
10’dan fazlasını yaraladı.

Siirt’in Çiyayêreş alanına bağlı Gırdara köyü yakınlarında Ilısu Barajı’nın güvenliğini
sağlayan Türk güçlerinden 25’i savaş dışı bırakıldı. Şemdinli’deki seri sabotajlarda 5
Türk askeri öldürüldü. Uludere’de 1 drone düşürüldü, Bazîd’de ise bir araç vuruldu.

8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin

44
Heftê derbas bûyî polîsa avêtibû ser rojnama Ozgûr Polîtikaye kilit li deriyê rojname
da û îro 8 xebatkarên Çapxaneya Gun a hatin girtin.

45
46
47
06-07-08/05-2018 a ye....

Belê, serok komarê Tirk Erdogan bi hemû hêza xwe dijminatiya Kurda dike. Ne tenêli
Tirkiyê li çar perçeya dike aqil dide wan ku ew ê çawa
lidijî Kurda tevbigerin. Mînaka Sîrrî Lanka dide wan.
Ger di destê wî re hemûya di kevçiyek ava sar da
vetisîne.

Wek birêz Ehmed Tûrk got, ”ger Kurd li Fezayê


hebin Erdogan e here wir jî” Diçe Amed li Amed,
diçê Mêrdînê li Mrdînê li ber çavê Kurda li wan
heqereta dike.

Bi mirin kuştina Kurda kêfxweşiya xwe nîşanî gel


dide dibêj, Kurda ji xwe re dike amûrê hilbijartina.

Li her civîn û mîtînga xwe xwe dipesîne,


wek mizgînê bide hevalbednê xwe, me di
nava heftekî da li Dersim, Mêrdîn, Amedê û
Xakurkê 108 terorîst kuşt in.

***Lê vê îşaretê biner in! Afrîn K4 çiye?


Erdogan radighînê 4 hezar terorîst kuştin. Bi
wê şabûna xwe tîne ziman. Lê tu li rastiyê
geriyî ew ji tirsan re wiha hejmara kuştiya
bilind dike, dixwaze gelê Kurd bide tirsandin, bi hema dide binçava pişt re wan dişîne
girtingehê. Duh hemû rojnamevan û xebatkarên Ozgûrlûkçû Demokariyê girtin şandin
girtingeha.

Sîsa ana 73 sali bi nexweşiya giran ji doza terorê tê


darizanidn û di girtingehê daye.

48
Danê sibê 59 terorîst hatibûn kuştine, danê nîvro 89 danê êvarî 109 terorîst kuştin!

Derew derew! Nûçeya di dûv wan derewan. Me terorîstek girt ew li xwe mikur hat got,
min li Efrînê tecawûzê keçikeka biçûk kiriye. Lê wî karî bi xwe dikin, duh li medya
cîhanê jî hat nivîsandin ku eskerên Tirk bi nunerên OSO ve 45 ciwanên Kurd
revandine û aqîbeta wan ne diyar e.

Me ew rûreşiya wan li Şengalê jî dît ku çawa keç û bûkên Êzîdiya revandin û birin li
bazara firot in.

II

Belê şehîdên delal, mêvanê hukumata Kurdîstana Başûr hene. Heyeta HDP di bin
serokatiya Hevseroka
Giştî ya HDP’ê Pervîn
Bûldan de Feleknas Ûca,
Osman Baydemîr, Dîlek
Ocalan, Îmam Taşçier û Berdan Ozturk kesa pêk tê ji bo hevdîtin û sersaxiya mala
Berzaniya. Heftê derbas bûyî birayê serok wezîrê Kurd Nêçîrvan Berzanî ji ber
nexweşiya dil jîyana xwe ji dest dabû. Lê ew hevdîtina gavake baş e. Xwedê
dewamiya ya wê bîne.

III

Şer giran ê.....

49
Li Dersîm û Colemêrgê 10 leşker hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya HPG’ê dayî, li Dersimê 8 leşkerên Tirk hatine kuştin, 2 gerîla
jiyana xwe ji dest daye, dîsa li Sêrtê 2 leşker hatine kuştin û li Sêrtê jî 3 gerîlayan
jiyana xwe ji dest dane.HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane eşkere
kir.

Li Başûrê Kurdistanê 12 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirker ên artêşa Tirk ên li ser Başûrê
Kurdistanê, ku ji 11’ê Adarê ve daye destpêkirin, daxuyanî

YPG’ê li navenda Efrînê li benda kontrolê da

Şervanên YPG û YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de li


navenda Efrînê li dijî benda kontrolê ya hêzên dagirker çalakiyek li dar xist.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin hêzên YPG/YPJ’ê duh şev li navenda Efrînê
bendeke kontrolê kir hedef. Çeteyê bi navê Ebîd El Ezîz Necar hate kuştin, du leşkerên
Tirk jî birîndar bûn.

Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şervanên YPG'ê spartin sxê

50
Şêniyên Hesekê cenazeyên 2 şervanên YPG'ê yên şehîd bûn li goristana Şehîd Dijwar
a gundê Dawidiyê spartin axê.

51
52
08/04-2018 a ye..

SEROK KOMAREKÎ BIFIKIRIN BI KUŞTINA KURDA/GELÊN NAVXWE KÊFXWEŞ DIBE, LÊ


MIXABIN HINEK KURD JI BO BERJEWENDIYÊ XWE
DENGÊ XWE DIDIN WÎ Û LI MECLÎSA WÎ KOM DIBIN.
BI ESAD RE DIBÊJE, DESTÊ WÎ BIXWINE, HESEBÊ VÊ
BIDE. LÊ DESTÊ ERDOGAN JI DESTÊ ESAD PIR NE
PAQIJTIR E. HERDÛ JÎ DÎKTOR QATIL IN. QETÎLO TE
QETILÊ ME NEDÎ?

Belê Erdoganê xwinxwer îro li Sêrt û Wan ê. Li mala


Kurda kêra zengorî di dilê merivan re dike.

-Me rûhê Çanakalê anî Efrînê.

Çepik lêten dayin. Bijî Erdogan....Ew ên ku çepika lêdidin bi piranî Erebê Sîrtê û
cardavanên herêmê ne. Ew diçin kê derê bila herin em
li dûv wanin. Li Efrînê 4 hezar 17, li Başûra Îraqê 337 û
li Tirkiyê 154 terorîst hatin kuştin.

Ereb û Cardava û hinek kesên dinê xwe firotî çepikan lê didin.

Danê nîvro Erdogan derbasî Wanê bû. Ew gotinên li Sêrtê kirî hemû li Wan ê kirin û
dubare kir.

Kesên hatî mîtînga an Kongra wî jî ne kêm


bûn. Afgan, Azerî. Cardevan hinek AKP li yê
Wanê bûn. Li Wanê gotina li gotinê Sêrtê
zêde kirî ew bû. ”Hûnê ji vir şunda rehet
bikin, em koka terorîsta tînin û niha li vê herênê 30 rojî çalekî qedexe ne”

Gava ku wî li Sêrt û Wanê derew dikirin, zawê wî Berat Albayrak di axavitina xwe da
dest nîşan kir, ”Niha Tirkiyê fermî di nava şer daye”

HPG: Li Şirnex û Colemêrgê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

53
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê got, di çalakiyên Şirnex û Colemêrgê de bi kêmanî 8
leşkerên Tirk hatine kuştin.

Doğubayazıt’ta Askeri Araç Devrildi: 9 JÖH Yaralandı

Ağrı’nın Doğubayazıt ilçesinde jandarma özel harekat timini taşıyan zırhlı aracın
devrilmesi sonucu 9 asker yaralandı. Ağrı Jandarma Komutanlığı’na bağlı jandarma
özel harekat timini taşıyan askeri araç, Türkiye-İran sınırında yer alan Kozluk
Karakolu yakınlarında devrildi. Kazada, araçta...

54
09/04-2018 a ye.....

Mal mûlkê Kurda talan dibe û dikine. 200 salî di ber vê dibû îro jî dibe. Dijminên Kurda
qerektera xwe li ser Kurda nehat guherandin,
hertim bi tirs raketin û bi tirs rabûn, welatê
me perçe bibe. Wê qerekterê hov îro Erdogan
hê baştir pêk tîne. Li Efrînê mal û Mûlkê
Kurd tê talan kirin. Hezar salê mal û mûlkê
Êzîdîya talan bû, şewitandin, wêran kirin. Îro
jî dibe. Em li şerê Şengalê bûn şahîda gelek
bûyarên hov, keçik bûkê Êzîdiya li bazarên
Ereba hatin firotin. Heftê derbas bûyî 45 ciwanên Kurd li Efrînê ji ber malê wan hatin
revandin hê jî aqîbeta wan ne diyar e li kê derê ne. Tevlî wan gelek keç û bûk jî hebûne.
Komala mafê mirova ragihand ku li Efrînê talan û ganîmetên giran hene.

II

Belê şehîdên delal, lîstik û şanoye li ser Suryê û herêma Kurda Efrîn, Minbîc ciyê dîn
didomin. Amerîka dengê xwe di rejima Suryê re bilind
dike. ”Wê li rojhilata Suryê/Gutayê Qaza sinir bi kar
anî” Serok dewletê Amerîka, em 24- 48 seat zeman
didin we agahiya ji bo qaza kimyasl bidin. Elbet
derew e.

Ruryê bersiv da Amerîka ”bûyarên li Suryê pêk tên provakasyonin. Ger bûye bê zelal
kirin”

Wezîrê dervayî Rusya noka di devê xwe de derxist. ”Divê Tirkiyê ne wek dagirkêr be,
Efrînê radestî rejima Suryê bê kirin”

55
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov got, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp
Erdogan ti carî negotiye ku
hêzên Tirkê wê li Efrînê
bimînin. Divê Tirkiye
kontrola Efrînê bide
hikumeta Sûriyeyê.

Çima? Ji bo ku Efrîn di destê Tirka keve 58 roja ji hawada ji bejahiyê da hat bombe
baran kirin. Bi sed hezara Efrîniya mal û mûlkê xwe ji yam yamê Ereban re cîhştin!

II

Heyeta HDP hevdîtinên xwe ye Kurdîstana Başûr didomine û ji aliya gel û rêvebirên
hukumatê ve germ tên pêşwazî kirin. Kek Mesût di
pêşwazê kirna xwe ya heyetê da bi Osman Baydemir re
got, Kurdîstan di dilê we daye, lê tu jî di dilê me dayî”

Heyeta HDP’ê li Silêmaniyê bi YNK’ê re civiya

Hevdîtinên heyeta HDP’ê li Başûrê Kurdistanê didomin. Heyeta HDP’ê îro li bajarê
Silêmaniyê bi polîtburoya YNK’ê re civiya.

Li bajarê Silêmanî îro saet 10:00’an heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn
Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier,
Berdan Ozturk, Dîlek Ocalan û endama Lijneya Rêveber a Navendî Dîlek Boga pêk
tê, bi polîtburoya YNK’ê re civiya.

III

Şer giran e.

56
Lê Tirk giraniya wî şerê ji rayagiştî re nadin ragihandin. Carna wesaita Eskerî
diqulibê, carna li teqemeniya dike. Carna teqemenî di
destê wan da diteqin. Lê danê êvarî hat ragihandin ku
Gerîlayan li Derya Reş lê dan: 5 leşkerên Tirk hatin
kuştin.Lê em wek Erdogan bi kuştina xwe napesînin.

HPG'ê ragihand ku hêzên wan li herêma Derya Reş li


dijî yekîneya derkete operasyonê çalakî kirin û di encamê de herî kêm 5 leşker hatin
kuştin, gelek leşkeran jî xwe ji kendêl avêtin.

Parlemana Gel li Dêrikê hate vekirin

57
58
îro 11/04-3018 a ye

Belê şehîdên delal, Bi rastî mirov tênaghêje li Rojhilata Navîn çi dibe, çi diqewîmê, kî
çi planê çê dibin. Efrîn 58 roja ji hewa de ji bejahiyê de
bombe baran kirin 150 hezar Efrînî ji mal û milkê wan
qetandin û Efrîn ji dest Kurda girtin, dan dest Tirka û
Artêşa Suryê Azad. Niha eskerên Tirk digel nunerê OSO
li ber çavê dunyayê Efrînê tê talankirin û dikin.

Carcarna deng ji avahiyên sivîl derdikeve lê ne dengê wiha bi hêz dengê sivikî wek
berpirsiyariyê ji ser xwe bavêje.

Duh wezîrê dervayî Rusya ragihand ku Tirkiyê ji Efrînê derkeve. Lê derew dike ,
xapandinek e. Plannên din hene.

Hema Erdogan ji Putin re telefon kir. Ew çi dengê? Putin ew qanê kir ”xemneke” Piştî
hevdîtina Erdogan û Putina bi rêya telefonê, hema Erdogan dengê xwe bilind kir,
kuçikên xwe ajotin ber medya. ”Em ê çima ji Efrînê derkevin. Efrîn bi xwîna şehîdên
me hatiye wergirtin. Ti kes ji me tiştekî wiha nepê”şewirmendê Erdogan Îbrahim
Kalin”

***Lê piştî Rusya vê carê Amerîka dengê xwe yî bi derewabilind kir.


”Haywanê/sewalê Suryê Esad li Suryê gelê xwe dikûje û kuşina gelê xwe kêf digire.
Esad li Rojhilata Gutoyê qaza sînirê bi kar aniye. Bila agahiya bide rayagiştî. Me
heyetalêlkolînê şand herêmê”. Lê derew e. Lê, Rusya destûr neda ew lêkolîna bikin!

*** Rusya Amerîka li Suryê provakasyona digere..

***Amerîka em 24-48 seat zeman didin Esad. Piştê 2-3 seata Amerîka agahiya dide
planên me li ser Suryê ji sedî sed hê ne diyar e.

59
Gava ku ew lîstik û bûyarên jor dibûn û dihatin plan kirine. Balafirên Tirk herêma
Bradostê bombe baran dikir. Gundên ku bi
hezaran sivîl lê ne bûne hedefa êrîşan. Tê
gotin ku gelek gundên nêzika Bradostê
hatine vala kirin.

II

Belê şehîdên delal, li Başûr, Bakûr şerekî pir giran heye.

Erdogan şerê Efrînê bi nunerên Artêşa Suryê Azad pêk anî û niha dixwaze şerê Bakûr
û li Başûr pêk tê jî bi piştgiriya Cerdevanan pêk bîne. Li vî hefteyê derbas bûyî gelek
cerdevan ji aliya gerîla ve hatin kuştin. Îro hat ragihandin ku birek Cerdevan kozikên
xwe şer terk kirine û dest ji çeka berdane.

Şehîdên me hene. Hat ragihandin ku li herêma Bradostê Lêlîkan şerekî giranî bi rojan
dewam dike di navbera hêzên Tirk û gerîla da pêk hatiye, balafirên Tirk herêma
Bradostanê her roj bi seatan bombe baran dike hê jî wê rûreşî ne mirovatiyê dike.

Lê di vî şerî da derbeyên giran li hêzên dijminan tê xistin. Lê Tir wendayê xwe


vedişerin an bi rûyekî din ji rayagiştî re didin diyar kirin.

***TSK duh daxuyanî dabû ku wesaiteka wan eskerî hatiye qulubandin 17 eskerên me
birîndar bûne. Piştî wê nûçê nûçeyeka din eskerekî me gava ku teqemeniyê ji erdê
helnaye teqemenî di destê wî da teqiyê eskerekî me şehîd ketiye.

***Piştî wê nûçê nûçeyeka din. Xebera bi êş ji Bîgolê hat. Şehiden me hene, pişt re
gotina xwe guherand şehîdekîme heye

*** Li Dersimê deh terorîst hatine kuştin, terorîstê em bi bultena kesk lê digerin jî di
nava wan kuştiyan da heye.

60
*** 3 gerîlayên me şehîd bûne. Di nava wan şehîdan de qomutan berpirsiyarê Eyelata
Erzromê Kemal Gerzan jî hebûye.

*** 2 eskerên me ji zinaran da ketine xar e jîyana xwe ji dest dane. Lê PKK e yî wiha
nebejin. Ji ber ku canê xwe xelas bikin ji zinar û latan da gêrdibin.

Berpirsyarê Eyaleta Erzîromê yê HPG'ê Kemal Garzan şehîd bû

HPG'ê ragihand, Berpirsyarê Eyaleta Erzîromê Kemal Garzan li bejahiya Pîlemûrî ya


Dersimê di şer de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, Berpirsyarê Eyaleta Erzîromê


yê HPG'ê Kemal Garzan (Medenî Sayilgan) tevî 6 gerîlayên pê re şehîd bûye.

61
HPG: Li çiyayê Cûdî herî kêm 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê li ser operasyona 3'ê Nîsanê ya li herêma Cûdî dest pê kir û şerê ji ber
operasyonê qewimî daxuyaniyeke berfireh weşand.

YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir

YPG`ê nasnameya 12 şervanên YPG û YPJ`ê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de


şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG'ê li ser çalakiyên li Başûr û Bakurê Kurdistanê agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Girê


Lêlikan ê Başûrê Kurdistanê û bejahiya Bedlîs û Silopiyayê yên Bakurê Kurdistanê
daxuyaniyeke nivîskî weşand.

62
ÇALAKIYÊN LI GIRÊ LÊLIKAN Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

"10'ê Nîsanê saet 12:30'î li dijî artêşa TC a dagirker ku girê Lêlikan ê Başûrê
Kurdistanê dagir kir, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên giran li
dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Heman rojê
saet 14:40'î hêzên me li ser girê Lêlikanê li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke sabotajê
kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

III

Belê operesyonên qirkirina Kurda didomin i hemû hêza xwe didome. Xew nakeve
çavê dozger, dadger,
polîsa. Her êvarê û her roj
nûh berbanga sibe bi ser
malê HDP li yan da digire.
Îro doza hevserokê HDP
birêz Selhattin Demirtaş li
li Ankarê Sîncane hebû. Gelek mêvanên bîyan ji bo ku dozê bişopînin hatibûn
Tirkiyeyê. Lê dîsa wek bere destûr nedan kes dozê bişopîne, bi tenê destûrdan
parêzera.

Demîrtaş gelek bûyar û li hev kirin di navbera hukumata Tirk û wî û HDP pêk hatî ji
dadigehêre ragihand. Ez ne nunerê rêxistineka korsan im, Ez hevserokê partiya HDP e
me. Elbet peywirên min e û berpirsiyariyên min hene. Lê min çi kiriye û kîngê devê
xwe vekiriye ez bi nuneritiya PKK e hatim sucdar kirin. Min çi gotiyê ew li ser min
wek ceza dîtine. Min bi gelek wezîrn re ji bo çareserkirina vê pirsê ku ne xwîna gerîla
birêje ne jî ya mirovên din esker ûsivîla. Lê li dijî me Komps hatine amedekirin.

63
64
Parastina Demîrtaş: Dewletê berê xwe da dek û dolaban

Demîrtaş, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: “Armanca wan ne cezakirina
me bû. Armanca wan ew bû ku vê lêgerîna çareseriyê bi dawî bike. Ji bo pêvajoya
çareseriyê bi dawî bikin dek û dolab çêkirin.”

65
Li Bismilê 14 HDP’yî û DBP’yî hatin destgîrkirin

Li Bismîlê di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 14 kes hatin


destgîrkirin.

Hevserokên HDP’ê yên Çayirovayê hatin desteserkirin

Hevserokên HDP’ê yên Çayirovayê Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan hatin


desteserkirin.

Li navçeya Çayirovayê ya Kocaeliyê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)


Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan vê sibehê, piştî ku polîsan bi ser malên wan de
girtin, ew desteser kirin.

Li Avcilarê 4 HDP’yî hatin girtin

Di serdegirtina polîsan a li avahiya HDP’ê ya navçeya Avcilar a Stenbolê de 23 kes


hatibûn destgîrkirin. Hevserokê Navçeyê Mahmût Çakan jî di nav de 4 kes hatin girtin.

Li Amed û Wanê herî kêm 6 kes hatin destgîrkirin

66
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bûrhan Karakoç û nûçegihan Ferhat Parlak jî di
nav de gelek kes li Amedê hatin destgîrkirin. Li Wanê jî rojnamevan Naîf Yaşar hate
destgîrkirin.

Li ser 5 rojnamevanan biryara girtinê dan!

5 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi daxwaza ku werin gitin birin


dadgehê.

Îro 7 rojnamevan û xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê birin Dadgeha


Çaglayanê. Dozger xebatkarên rojnameyê Nedîm Demîrkiran û Mehmet Beyazit bi
şertê kontrola edlî berda û bi daxwaza girtinê 5 kesên din ku di nava wan de edîtorên
rojnameyê jî hebûn sewqî dadgehê kir.

67
68
Belê şehîdên delal,îro 13 nîsan 2018a ye.

Doza birêz hevserokê HDP Selo Can îro di roja sisiyan da jî li Sîncanê dewam kir .

Dozger dadgera bi tenê ew guhdar kirin. Belkî ji ber axavtin û paraztina wî fedî kirin.
Selocan derew û rûreşiyên dewleta Tirk yek û yek teşhîr kirin. Nunerên dewletê ên
Fetullah Gûlên ji bo ku pêvajoya xirab bikin ketibûn. Li gelek devera provakasyon bi
darxistin, li Ruhayê 2 polîs bi hovîtî înfaz kirin. Em aşitiyê dixwazi. Ev welata ne
welatê we tenê, welatê me jî.

Selahattin Demirtaş: Li dadgehên we hêviya min a edaletê nîne. Ez bi serbilind ketim


zindanê, ezê serbilind jê derkevim.

Wesiyeta mine ji hevalên min re, ger di zindanê de bimrim tabûta min jî serervazkî
derînin.

Başım dik olarak girdim ve başım dik olarak buradan çıkacağım. Arkadaşlarıma
tavsiyemdir, eğer burada ölürsem tabutumu dik çıkarsınlar”

Wekîlê CHP Tekin Bîngol doza Selocan şopandibû ji bo dozê wiha got, ”Me îro doza
Denîz Gezmîşê duyemîn şopand” Demîrtaş helwesta
Denîz nîşan da.

Wekilê CHP yî bi navê Dogu........... diyar kir ku


Demîrtaş ji ber siyaseta xwe ya rast di girtingehê
daye. ”Demîrtaş xwast ku pirsa Kurdî çareser bike ji
bo wê di girtingehê daye.”

Em bi parastina wî ya li pêş dadigehêserbilind bûn.


69
Û Dozgerê Erdoganî Sîncanê daxwaza serbest berdana Demîrtaş red kir doz avêt 18/07
an.

*** Gava ku Demîrtaş Li Sîncanê dihat darizandin, rojekê di ber vê rojê li Stanbolê jî
hevseroka HDP Figen Yûksekdag dihat darizandin. Dozgerê Tirk 6 mehê ceza li
hevserokê HDP Fîgên Yûksekdag birîn.

*** Belê duh bi peyama wezîrê dervayî Rus agir bi quna Erdogan ketibû, tirsek ketibû
dilê Erdogan ji Lavrov daxuyanî daye gotiyê ”Tirkiyê ji Efrînê derkeve” Ji Putin re
telefon hatin kirin ”mûstêrîh be” Tu kar û barê xwe yî Efrînê bidomine.

*** Îro navê nexweşxana Avrînê ji aliya Erdogan û meclîsa wî bijartî ve hat
guherandin.

70
”Efrîn Hastahanesî” 4-5 roja di ber vê şewirmende Erdogan Îlnûr Çevik gotibû ”ger
hûn ciyekî dagir bikin dive ewil û hûn nirx û zimanê xwe bi wî gelî û bi wî cîyî bidin
nas kirin û enjektê bikin” Îro Tirk wê dikin.

II

Belê şehîdên delal, îro 2-3 rojin dunya bi gefên Amerîka li Rusya dide radibe û rûdine.
Her gotineka Amerîka ku êrîşa ser Suryê bike Rusya
bersivê dide, Îran wek zexerê bi rahêla kuçika ketiyê
,dizûrê. Amerîka poşman bibe, Em ê bersivê bidin.
Nizanim bi kîjan têknîkê bersivê bidine.
71
Amerîka, Fransa û Îngîlterê dereweka xwe kirin ku gotin Rejima Esad li Rojhilata
Gutoyê/Duma qaza kimyasal bi
kar aniyê. Esad gelê xwe dikûje
ji wê kuştine kêf werdigire. Em
destûr nadin Esad gelê sivîl zar
û zêça bide kuştin.

Belê şehîdên delal, îşev serê


berbangê li 14 nîsanê hêzên
Amerîkî Fûzê bi ser Suryê da
barandin wek hişyariyê bide
Esad. Lê ew fûzeyên hatî avêtin hemû ji aliyê Rusya ve li hewa hatin îmha kirin.

Rusya jî ne razibûna xwe li dijî fûzeyên hatî avêtine ragihand. Gelê sivîl tê kuştin.
Bêbavî 58 roja Efrîn bombe baran kir, 137 hezar
goçeber kirin bi hezara sivîlê Efrînê hatin kuştin. Ma
ên li Efrînê hatî kuştine ne sivîl bûn?!

Wekîlê AKP Berdevkê Erdogan, ragihand ku berî ku Amerîka fûza bavêje Suryê em
agahdar kirin ku Amerîka îşev herêma Suryêdi bin qontrol Esad dê bombe bike” Yanî
Amerîka mifteya mirîşka teslîma rovî kiriye.

Lê gelek welatên Musluman nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşa Amerîka nîşan da,
Amerîka li Suryê wek Lîbya dike. Tirkiyê piştgiriya êrîşa Amerîka û kêfxweşiya xwe
nîşan da. ”Amerîka dereng ma ye. Çima 7 sala di ber
vê nekir gelê Suryê ji vî terorîstî neparast. Lê dîsa jî
em kêfxweş in” Lê pişt re devê xwe guherand. Li me
kêfxweşiya xwe ji bo rejimê ragihand.

72
73

Anda mungkin juga menyukai